Bayik: Destê kê bikeve xwîna gerîla wê bibe hedefa me

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, hişyarî da yên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo MÎT'ê dixebitin û got, "Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla wê bibe hedefa me."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û li ser rojevê nirxandinên girîng kir.

Hevpeyvîna bi Bayik re wiha ye:

Dewleta Tirk bi dehan balafirên şer êriş bir ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hûn van êrişan çawa dinirxînin?

Ev êriş ne nû ne. Li ser tevgera me û gelê me konseptek tê meşandin. Ji bo wê konseptê timî li ser tevgera me êriş hene, li ser gelê me êriş hene. Hedefa van êrişan jî ku tevgera azadiyê tasfiye bikin, ku karibin Kurdan qir bikin. Ji ber ku heta ku PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan temam bikin. Ji bo wê him tasfiyekirina PKK'ê hem qirkirina gelê Kurd bi hev re dimeşîne. Hîn bêhtir ji bo armancên xwe pêk bînin, dixwazin gelê Kurd bê Rêber, bê pêşeng, bê siyaset, bê têkoşîn, bê rêxistin bihêlin. Ji bo wê di êrişên wan de bêhtir Rêber Apo heye û tevgera pêşeng heye, kadroyên pêşeng hene, tevgera siyasî heye, rêxistinên wê heye. Li ser van bêhtir disekinin. Ew êrişên ku li Mexmûr, Şengal, qadên medya pêk anîn, girêdayî vê konseptê ye. Beşeke wê ye. Dema mirov baş lêkolîn bike hema timî van êrişana hene. Lê belê di nava êrişan de hin êriş hene di qirkirina gelê Kurd de ev hinek taybetmendiyên xwe hene. Bi wan êrişana hemleyên nû li ser tevgera me, li ser gelê me dikin. Niha ew êrişên ku li Mexmûr, Şengal, li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin êrişeke wiha ye. Lazim e her kes zanibe ku wê li pişt vê êrişê êrişên din bikin. Ew zemînê wê hazir dike. Lazim e li her cihî gelê me şiyar be. Xebatkar lazim e şiyar bin. Armanca wan çi ye? Dixwazin îradeyê bişikînin, ku karibin armancên xwe pêk bînin. Ev êriş divê ji bo me bibe sedem ku em îradeya xwe xurtir bikin. Em têkoşîna xwe xurtir bikin ku zanibin ti carî nikare îradeya tevgerê, gel, xebatkaran bişikînin. Ji ber ku têkoşîna ku me bi salan kir li ser vê xetê ye. Li ser vê xetê mirov daîm xwe nû bike, ji nû ve ava bike, wê demê him mirov van êrişan fêhm dikin hem jî li dijî van êrişan wezîfeya me çi ye, em dikarin wan pêk bînin. Li vir ez dixwazim balê her kesî bikişînim. Bi balafiran li Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê dan, lê dengê kesî dernakeve. Ne yê hikumeta başûr, ne hikumeta Iraqê, ne Neteweyên Yekbûyî, ne Amerîka, ne Ewropa kes li dijî van êrişan dengê xwe dernaxe. Bêguman maneya vê heye. Ji ber ku diyar e ku ev hemû li vê êrişê de agahiyên xwe hene. Dibe ku hinekan ji bo ev êriş çêbibe alîkariya Tirkiyeyê kirine, destûr dane Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê re gotine 'em li pişt te ne, tu dikare bike'. Eger ne bi vî rengî be, hêzeke Tirkiyeyê welê nîne ku van deveran bi balafiran bi saetan lê bide. Ev ne pêkane.

Bi taybetî Mexmûr di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye...

Ji xwe Mexmûr hem di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye hem jî kontrola qada hewayê di destê Amerîkayê de ye û di destê Iraqê de ye. Eger ew destûrê nedin Tirkiyeyê gelo Tirkiye dikare bêyî wan bi saetan bi dehan balafiran êrişî Mexmûrê, Şengalê, Herêmên Parastinê yên Medyayê bike? Ev nepêkane. Ji ber vê yekê li van êrişan hem hikumeta başûr hem hikumeta Iraqê hem Neteweyên Yekbûyî, hem Amerîka bi taybetî berpirsyar in. Lazim e gelê me van berpirsyar bibînin. Lazim e vana, van êrişan qebûl dike yan nake, alîkariya van êrişan kiriye yan nekirine, destûr dane Tirkiyeyê yan nedane, lazime rayeya xwe diyar bikin. Ev mafê gelê me ye, mafê me ye. Lazime em bi vê zanibin. Eger daxuyaniya xwe diyar nekin, wê demê şirîkê dewletê Tirkiyeyê ne, destûr dane Tirkiyeyê, Tirkiyeyê bi destûra wan ew êriş kiriye. Gelê me wê wer bizanibe. Heta ku daxuyaniya wan bi erênî jî bin wekî din jî be, lazim e gelê me li wan vê bixwaze. Ev mafê gelê me ye, lazim e ew jî bersivê bidin. Eger nedin em ê wan berpirsyar bibînin. Di vir de dixwazim tiştekî din bêjim. Lazime hemû gelê me, çi li beşê Kurdistan dibe çi li derveyî Kurdistanê dibin vê êrişê baş fêm bikin. Vê êrişê wer ne tenê li dijî Mexmûr, Şengal, hinek qadên medyayê yên parastinê ye. Di şexsê wan de bi temamî li dijî gelê Kurd e. Dixwazin gelê Kurd qir bikin. Ji bo wê ev êriş çêdibin. Ji bo wê jî lazime gelê me li dijî vê êrişê raweste. Li gel PKK'ê li dijî êrişan bisekinin. Ji ber ku PKK îro keremetê Kurd, nasnameya Kurd, hebûna Kurd, azadiya Kurd temsîl dike. Yê ku li dijî dagirkeriyê, qirkeriyê, faşîzmê disekine PKK ye. Ji ber wê divê her kes li gel PKK'ê cih bigire, li dijî qirkirinê bisekine. A rast ew e, wezîfeya her kesî ew e.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bi êrişeke hewayî şehîd bû. Li çar aliyên cîhanê gelê Kurd û dostên wan hêrsa xwe anîn ziman. Xwedî li Kasim Engîn derketin. Destpêkê hûn dixwazin ji bo rêveber û fermandarê tevgera we Kasim Engîn çi bêjin?

Di serî de ez sersaxiyê ji bo malbata heval Kasim dixwazim. Dîsa ji bo gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Hevalê Kasim kedeke xwe mezin heye hem ji bo partiyê hem jî ji bo gelê Kurdistanê. Hevalekî ku li Mereşê çûye Ewropayê, li Ewropayê tevlî tevgerê bûye. Li wir jî nesekine berê xwe daye hatiye Kurdistanê. Maneyeke wê heye. Hevalê Kasim Rêber Apo bi kûranî fêhmkirin ji bo xwe esas wergirtibû. Timî di xeta Rêber Apo de xwe ji nû ve ava dikir, di xwe de hêza wê xetê çêdikir. Ku xetê baş temsîl bike, ku paradîgmaya Rêber Apo baş fêhm bike û bide fêhmkirin. Ji bo wê her ku xeta Rêber Apo, paradîgma Rêber Apo fêhm dikir li ser wî esasî bêhtir kar dikir. Temamiya jiyana xwe xistibû xizmeta partiyê, xizmeta xeta Rêber Apo, xizmeta hevaltiyê û gelê Kurd. Jiyaneke şexsî ji bo xwe nedijiya, ew jiyan ji xwe re heram kiribû. Fedayîtiya ku Rêber Apo li Kurdistanê kir ji bo xwe esas werdigirt, di jiyanê de ew pêk dianî. Rêber Apo gotibû 'divê mirov 24 saetan gerîlatiyê bike'. Hevalê Kasim jî 24 saetan gerîlatî dikir. Yanî fedayiyê vî gelî bû. Jiyana xwe bi temamî xistibû xizmeta paşeroja vî gelî, azadiya gelê Kurdistanê. Wesfa ku werdigirt bi coş pêk dianî. Bi tempoyeke pir bilind pêk dianî. Tempoya ku Rêber Apo, rêbaz, uslûba Rêber Apo, şêwazê Rêber Apo ji bo xwe kiribû esas. Ji ber wê kesayetekî gelekî alî bû, ne tenê ji bo aliyekî xwe hazir kiribû. Ne tenê ji bo hinek wezîfeyan xwe hazir kiribû. Wek Rêber Apo xwe ji bo hemû wezîfeyan amade kiribû. Ji xwe dema ku mirov jiyana hevalê Kasim baş lêkolîn bike mirov dikare vê bibîne. Di gerîlatiyê de şervanî kiriye, fermandarî kiriye û di qadê civakî de cih girtiye, di qadê îdeolojîk de cih girtiye, li qada perwerdeyê cih girtiye. Yanî li hemû qadan wezîfeya partiyê pêk aniye. Kesayetekî welê gelek alî ye. Kesayetiya bi vî rengî li Kurdistanê pir kêm derdikevin. Yê ku di xeta Rêber Apo de xwe timî ji nû ve ava bike dikare kesayetek bi vî rengî di xwe de çêbike. Yanî mirov dikare bêje ku hevalê Kasim hevalektiya rast bi Rêber Apo re kir. Ji ber ku zanîbû hevaltiyeke wiha dibe bersiv. Gelê Kurd ji mirinê rizgar dike, dide jiyankirin, ji bo gelê Kurd azadiyê çêdike. Li derveyî kesayetiyeke wiha nabe bersiv. Ew baş fêhmkiribû, di jiyana xwe de jî ew baş pêk dianî. Hevalê Kasim ew xeta ku Besê, Nûcan, Erdal, Engîn, Şêxo û Atakan afirand temsîl dikir. Ev xet xeta Rêber Apo ye. Bi taybetî jî hevalê Kasim dixwest ku li mintiqeya Mereş, Meletiye, Elazig, Dersim ew siyaseta ku dewleta faşîst ê qirker ê dagirker pêk anî pûç bike. Ji ber ku wê dewletê bi navê Şark Islahat planê, planek çêkir. Ew destpêkê li herêma Mereşê heta Dersimê pêk dianî. Dixwest ku li vir Kurdîtiyê bi temamî bikuje, ku karibe gav bi gav li Kurdistanê bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê rake. Ku karibe welatê Kurdan Kurdistanê bike welatê xwe. Siyaseteke welê dimeşand. Ew siyaset jî li wê herêmê dest pê kiribû û gelek encam jî wergirtibû. Hevalê Kasim li dijî vê kîneke mezin jiyan dikir. Ji ber wê tevlî tevgerê bû, ji ber wê ji Elmanyayê berê xwe da Kurdistanê, ji ber wê li Kurdistanê li her qadê cih girt, têkoşîneke mezin kir. Eger bi mirovan re kîneke mezin nebe ti carî mirov li Kurdistanê 24 saetan li dijî dijmin têkoşîneke welê nikarin bikin. Ji ber ku bi hevalê Kasim re li dijî dijminê faşîst qirker, dagirker kîn mezin bû, hêrs mezin bû, ji ber wê li dijî wê siyasetê di her şertî de sekinî. Çima kîn, hêrs mezin dibe bi mirovekî re? Eger dîtina dîrokî xurt be, ku di dîrokê de kûr be, di kesayetiya wî de jî kîn hêrs pir mezin çêdibe. Yê ku kîn, hêrs mezin bijî jî di zanebûnê de, di rêxistinê de, di têkoşînê de mezin kar dike. Eger ku hevalê Kasim mezin kar dikir, ji ber wê kar dikir. Ji ber ku Rêber Apo ji bo xwe esas wergirtibû, aliyê Rêber Apo yê xurt çi bû? Dîrok bû, di dîrokê de xwe baş perwerde kiribû. Ji ber wê dijmin baş fêhm kiribû, gel baş fêhm kiribû. Li dijî wî dijminî têkoşîneke çawa ku pêş ket dikare encamê werbigire ew baş fêhm kiribû. Li ser wî esasî têkoşiya. Hevalê Kasim jî ji ber ku Rêber Apo esas wergirt di dîrokê de xwe mezin çêkir, ji ber wê li dijî dagirkerê qirkerê Tirk kîna xwe hêrsa xwe wer mezin bû. Ji ber wê him gelê Kurd, him jinên Kurd, him ciwanên Kurd lazim e hevalê Kasim ji bo wê baş lêkolîn bike, baş fêhm bike. Ji ber ku him ji bo gelê Kurd hem ji bo jin û ciwanên Kurd kedeke xwe ya mezin heye, hevaltiyeke xwe ya mezin heye. Ji ber wê jî eger ew rastiya hevalê Kasim bi kûranî fêhm bikin wê demê dikarin wezîfeya xwe jî baş fêhm bikin. Hem ji bo xwe, hem ji bo gelê xwe, hem ji bo însaniyetê wê çawa kar bikin, wê çawa li dijî dijmin bisekinin, wê demê dikarin hem di zîhniyetê de hem di kesayetiyê de, zîhniyet, kesayetiyeke pir xurt di xwe de ava bikin. Niha şehadeta hevalê Kasim ji bo me talîmateke. Em lazim e wê talîmatê pêk bînin. Di dîrokê de ji xwe timî her şehadetek ji bo me talîmateke. Em hevalên şehîdan in. Em armancên wan, hêviyên wan, daxwazên wan pêk tînin. Em ê armanc û daxwaz û hêviya hevalê Kasim jî pêk bînin. Gelê me dikare ji vê bawer bike, em vê soza didin gelê xwe, em ê vê şehadetê bikin hemleyek. Ev wezîfeya her mirovekî me ye. Li her beşekê, li derveyî welat, her mirovekî me vê şehadeta lazime bike hemleyeke. Eger wer nêzîk bibe, hemleyeke wer pêş bixe ji bo şehîdê me yê mezin dikarin wezîfeyên xwe pêk bînin, deynên xwe dikarin pêk bînin. Bi taybetî jî ciwanên, jinên herêma Mereşê, Semsûr, Dîlok, Meletiye, Elazig, Dersimê lazime ew têkoşîna ku hevalê Kasim kir ji bo xwe bikin esas. Ji ber ku dixwest li wê herêmê Kurdîtî ji nû ve zindî bibe rabe ser piyan, bigihêje rastiya xwe, bigihêje koka xwe. Ji bo wê têdikoşiya. Ji ber vê jî jin û ciwanên wê herêmê jî divê vê yekê ji bo xwe bikin esas.

Birêz Kasim Engîn kedeke xwe ya mezin li ser ragihandinê jî heye. Em jî wî bi rêzdarî bibîr tînin. Rêveberiya we gelek caran di daxuyaniyên xwe de gotibû ku agahî ji erdê diçin. Di şehadeta birêz Kasim Engîn de jî rewşeke wisa heye. Li dijî vê yekê divê bi taybetî gelê Başûr û hêzên demokrasiyê çi bikin?

Niha axaftineke Kurdan heye. Dibêje 'Eger kurmê darê ne ji darê be ew dar nakeve'. Divê mirov li dîroka gelê Kurd jî binere, mirov baş lêkolîn bikin. Kurd gelek caran rabûye, şer kiriye, zor û zehmetî dane pêş xwe, şehadet dane pêş xwe. Di wir de pirsgirêka Kurdan nîne. Lê belê timî derb xwariye. Dibe ku hinek sedemên din jî hebin. Lê belê sedema esasî xiyaneta li nava Kurdan e. Timî dewleta ku li ser Kurdan qirkirinê, dagirkeriyê dimeşîne di nava Kurdan de parçebûnê çêdikin. Di nava Kurdan de xiyanetê pêş dixînin, nokeriyê pêş dixînin, ajantiyê pêş dixin, sîxuriyê pêş dixin. Li ser van daîmî derbê li tevgerên Kurd dixin. Niha gelê me yê Başûr jî bi salan têkoşiya, welatparêzî xurt e. Gelekî êş kişandine, gelek berdêl dan. Di encamê de hinek destketî bi dest xistin. Bi têkoşîna PKK'ê ew destketî parastin. Eger têkoşîna PKK'ê nebûya nikarîbû ew destketî bidomanda, nikarîbûn biparastina. Ev rastiyeke. Niha li Başûr eger dewleta faşîst ê qirker dagirker ê Tirk ku sîxuriyê, hevkarê xwe pêş dixe, ajanan pêş dixe ku bi van jî gerîla di komkujiyê re derbas dike, ev ne wer karekî MÎT'ê ye. Rast e MÎT vî karî dimeşîne, lê belê li Başûr hinek rêxistinên îstîxbaratê hene. Ew alîkariya MÎT'ê dikin, MÎT bi alîkariya wan van komkujiyan li gerîla dikin. Eger ew alîkariyê nekin, eger sîxuriyê nekin, hevkariyê bi Tirkiyeyê re nekin û wê demê MÎT nikare wer li Başûr bigere, sîxuriyê û casûsiyê bi rêxistin bike û bi rêya wan jî derbê li gerîla bixe. Eger hevalên me tên şehîdkirin sedema wê li Başûr hinek saziyên parastin heye, zanyarî heye. Di nava wan de alîkariya MÎT'ê dikin. MÎT bi alîkariya wan digihêje agahiyan, wer derbê li gerîla dixe. Niha di vir de dibe ku hinek kadroyên PDK, YNK, yan jî partiyên din hene, hinek girêdayî partiya xwe ne, girêdayî rêxistinên xwe ne. Rêxistinên wan ji wan hinekî malûmatan dixwazin li ser gerîla. Ew jî ji bo rastiya wan malûmatan dixwazin didin. Nizanin ku ew malûmatan diçin MÎT'ê. Ew ji bo rêxistinên xwe wer fêhm dikin ku karekî dikin. Halbûkî ji bo rêxistina xwe kar nakin. Ji bo MÎT'ê kar dikin. Bi nezanî vê dikin. Malûmatan li ser gerîla, li ser nuqteyê wan, li ser tevgera wan kom dikin didin rêxistinên xwe, ew rêxistinên wan jî didin MÎT'ê. MÎT bi wan malûmatan derbê li gerîla dixe. Lazim e gelê me yê Başûr bi vê zanibe. Ew ne layiqî gelê Başûr in. Gelê Başûr ji ber ku xebateke xwe heye, dîrokek xwe heye. Êşên mezin, berdêlên mezin dane. Gerîla ji bo wan hêzeke parastinê ye. Eger destketiyên li Başûr bi dest xistine di vir de rola gerîla heye. Lewma kes lazime di kuştina gerîla de cih negire, malûmatan nedin. Ev xiyaneteke mezin e, ne tenê li PKK'ê li Başûr jî li xwe jî xiyaneteke mezin e. Kurd lazim e ti carî ji xwe re esas wernegire. Di nava xwe de jî gelê me yê Başûr sîxuran, MÎT'an, ajanan lazime qebûl neke, li dijî wan bisekine. Ku li gund be ji gundê xwe derxîne, li bajêr be ji bajêr derxîne. Divê di nava xwe de van nedin jiyankirin. Di vir de dixwazim her kes bi vê zanibe. Me heta niha sebir kir. Me xwest ku rêxistinên Başûr tedbîrê wê werbigirin. Lê belê diyar dibe ku ti tedbîrê wê wernagirin. Di vir de em kê tespît bikin, em diçin ser wan. Paşê van rêxistinan, van partiyana nebêjin PKK însanê me dikuje, nebêje PKK li dijî me siyaseteke pêş dixe. Eger naxwazin însanê wan bên kuştin, wê demê lazim e li însanê xwe xwedî derkevin. Bila nehêlin ku xerabiyê bikin. Bila nehêlin ku xiyanetê bikin, nehêlin ku têkevin xwîna gerîla. Kî têkeve xwîna gerîla ew dibe hedefa me. Ji ber ku PKK li ser esasekî çêbûye. Yek ji wan esasan çi ye? Rabûna li ber xiyanetê ye, hesabpirsîna ji xiyanetê ye. Ji ber ku gelê Kurd çi kişandibe ji ber xiyanetê kişandiye. Em nikarin xiyanetê di nava xwe de bidin jiyankirin. Em nikarin çavê xwe ji bo wan bigirin. Niha mesela hinek ku ketine xwîna gerîla heye, tên girtin. Tu dinere hema lê xwedî derdikevin, rêxistin lê xwedî derdikevin yan jî hinek sazî lê xwedî derdikevin. Dibêjin, 'Ev însanê me ne, berdin'. Dibêjin 'PKK mirovên me digire. Ev ji bo me dijminî ye. PKK ji bo me dijminiyê dike'. Bi vî rengî xwedî li xayinan derdikeve. Lazim kes xwedî li xayinan dernekeve. Ku em van digirin yan jî dikin hedef ji ber ku ew ketine xwîna gerîla, dikevin xwîna gelê me yê Başûr, gelê me yê Başûr jî gemarî dikin, ji ber wê em digirin yan jî em dikin hedef. Ne ku ew endamê yan jî dostê hinek rêxistinane em diçin ser. Tiştekî wer nîne. Ji ber wê lazim e her kes vê bizanibe. Kes lazime xwe nefiroşe. Dibe ku Tirkiye çend quriş pere dide, hinek dolaran dide, şerefê xwe, kesayetiya xwe, namûsa xwe her tiştên xwe difiroşin bi pereyan. Lazim e kes vê neke. Gelê me yê Başûr dîsa saziyên li Başûr, yên xwedî şeref, keremet, yên ku dibêje ez Kurd im welatparêz im di nava xwe de lazim e sîxuran, nokeran, ajanan, MÎT'an nedin jiyankirin. Banga min li ser wî esasî ye.

Li cîhanê û Amerîkayê li dijî nijadperestiyê niha nerazîbûneke mezin heye, têkoşînek heye. Di rojên ku li Amerîkayê li dijî nijadperestiyê ev nerazîbûn derketin ji hunermendên wan heta sporvanên wan gelek kes bi civakê re li ber nijadperestiyê rabûn. Wan rojan li Tirkiyeyê jî ciwanek bi navê Bariş Çakan ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kir hate kuştin. Lê dibêjin li Tirkiyeyê nijadperestî tune. Hûn çi dibêjin?

 Li kîjan welatî dibe bila bibe li dijî nijadperestiyê, faşîzmê, zilmê kî derkeve em wê rast dibînin, mafdar dibînin. Ew wezîfeya her însanekî ye, yê ku dibêje ez mirov im, ez girêdayî nirxê mirovahiyê me lazim e li dijî zilmê faşîzmê, nijadperestiyê bisekine, dagirkeriyê bisekine. Li kî derê kî bisekine em li gel wan in, em wê têkoşînê rast dibînin, mafdar dibînin. Niha rast e, Tirkiye li ser gelê Kurd nijadperestiyê dimeşînin, lê belê wer dide diyarkirin ku li dijî nijadperestiyê ye. Li Amerîkayê li dijî nijadperestiyê têkoşînek pêş ket, destpêkê li wê xwedî derketin. Weke ku dewleta Tirkiyeyê li dijî nijadperestiyê ye, li dijî zilmê ye, li dijî neheqiyê ye. Xwest ku xwe wer bide diyarkirin, xwest ku her kesî bixapîne. Çima? Ji ber ku li ser Kurdan siyaseta nijadperestiyê dimeşîne ku kes bi vê nizanibe, fêhm neke, ku kes ji ber vê li dijî Tirkiyeyê nesekine. Ku Tirkiye bi hêsanî karibe Kurdan qir bike. Dinya alem jî zane ku ew dewleta Tirkiyeyê li ser Ermenan, li ser Çerkezan, li ser Pontûsan, li ser Asûr Suryaniyan, li ser Kurdan, li ser Elewiyan, li ser Êzidiyan qirkirin kiriye. Asîmîlasyon, jenosîd kiriye. Îro jî li ser Kurdan wê dewam dike. Ji bo ku li ser vê bigirin, ku kes hesab ji Tirkiyeyê nexwaze, xwe wer dide diyarkirin. Lê belê dinya alem bi rastiya Tirkiyeyê zane. Çiqas xwest ku li ser rastiya xwe bigire, lê belê nikarîbû. Dawiyê neçar ma vê carê li dijî têkoşîna li dijî nijadperestiyê tê kirin sekinî. Çima? Xwest ku vê carê dewletê Amerîkayê bikişîne nava siyaseta xwe ku karibe li ser Kurdan qirkirinê bike. Hem li Rojava, hem li Bakur, hem li Başûr. Ji ber ku di armanca xwe de qirkirin heye, wê dimeşîne. Hêza xwe têrê nake, xwest ku bi vî rengî hêza Amerîka wergire gel xwe ku karibe vê qirkirinê bike. Niha li ser Kurdan îro vê qirkirinê nameşîne, nijadperestiyê nameşîne, bi salane vê dimeşîne. Li ser gelên din ew kir, li ser ol mezhebên din, çandên din ew kir. Tenê Kurd maye, Kurd li dijî wê têdikoşin heta Kurd bi wê têkoşînê ew gelê Kurd di qirkirinê re derbas kirin, ku kêm maye radike ser piya, ruh dide wan, mezheb olan dîsa ruh dide wan nahêle ku bi temamî ji holê rabe. Dewleta Tirkiyeyê bi taybetî jî niha desthilatdariya AKP-MHP'ê vê dibîne, bi hemû hêza xwe tê ser Kurdan. Dixwaze ji aliyekî ve jî tolê ji Kurdan hilîne. Çima? Ji ber ku dibêje ew gelê ku me ji holê rakir, olê ku min ji holê rakir, tu zindî dike. Ji bo wê lazim e ez te ji holê rake. Ji ber vê yekê ji aliyekî ve jî tolê hiltîne. Dewleta Tirkiyeyê çi dibêje? Yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat, timî vê dubare dike. Bi taybetî jî Erdogan, Bahçelî vê dubare dike. Ev siyaseta nijadperestiyê, qirkirinê, dagirkirinê ji dema Osmaniyan ve dimeşînin, niha AKP-MHP ew siyaseta gihande asteke bilind. Ji bo qirkirinên ku  heta niha kirin bigihînin encamê ku karibin dewleteke Tirk, miletekî Tirk, çandeke Tirk, zimanekî Tirk temamî serdest bikin lazim e Kurdan ji holê rabikin. Niha li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê tê meşandin. Dixwaze ji vê jî sûdê werbigirin. Ji ber ku sîstema li dinyayê jî di nava pirsgirêkan de ye, êdî nabe bersiv. Saziyên vê sîstemê yên ku di şerê duyemîn ê cîhanê de çêbûn êdî bi kêrî tiştekî nayên. Van dibînin, dibêje ev firsend e, ez dikarim vê firsendê feydeyê bibînim, qirkirina Kurd pêk bînim, vê astengiyê ji pêşiya xwe rakim. Ku min ev astengî rakir ez dikarim li herêmê jî xwe bikim hêzeke mezin. Li ser vî esasî tê ser gelê Kurdan. Kî bi Kurdî biaxive digire dikuje. Kî li muzîka Kurdî guhdarî dike digire dikuje. Kî siyaseta Kurd dike digire yan jî dikuje. Yê ku ji bo Kurdan têkoşiya, şehîd ket goristanên wan ji holê radike. Qeyûman ferz dike, ji bo Kurdan ê siyasetê dikin, rêxistinên wan belav dike, digire dixe zindanê. Qeyûm bi çi dest pê kirin? Bi navê Kurd çi hebe hemû dest pê kir rakirin. Heta berê hinek deverên Kurdan hebûn, hinek pirtûkxane hebûn ew hemû ji holê rakirin. Weke cihê Ehmedê Xanî, li Cizîrê mesela. Ev hemû rakirin. Yanî bi navê Kurd û Kurdistanê tiştekî nahêlin. Yanî dixwazin koka Kurdan ji holê rabikin. Çawa ku li Spanyayê dema ku ga şalê sor dibînin hema dibezinê. Niha Erdogan civaka Tirkiyeyê li ser vî esasî bi pêş dixîne. Berê ew siyaseta dewlet dimeşand. AKP-MHP him siyaseta dewletê dimeşîne, hem jî ew siyaset li nava civaka Tirkiyeyê jî belav kir. Rêxistina wê jî çêkirin. Yanî nijadperestî xistin nava civakê jî. Ji ber vê yekê civaka Tirkiyeyê jî niha li gel dewletê li dijî tevgera Kurd dixin nava liv û tevgerê. Ji ber wê yekê li ku derê Kurdan dibîne êriş dikin, lînç dikin, dikujin, digirin. Yanî bi navê Kurd lazim e tu strana nebêje, muzîka Kurdî guhdarî neke, bi Kurdî neaxive, tu navê Kurd li xwe neke. Mesela hinek jî ji ber ku navê Kurd li xwe kirine dibêje, te çima ew nav wergirtiye? Lazim e tu navê xwe biguhere. Yên ku ji bo Kurdistanê têkoşîn kir, şehîd kete diçe goristanên wan ji holê radike, xera dikin. Bi cenazeyên wan dilîzin, heqaretê li Kurdan dikin. Nijadperestiya ku li ser Kurdan tê meşandin dibe ku li dinyayê zêde kesî nemeşandiye. Hinekan hinek aliyan ve meşandiye. Lê belê kesî weke dewleta Tirk nijadperestî nemeşandiye. Li ser Kurdan bi salane nijadperestî tê meşandin û pir xurt e. Li dijî vê jî gelê me li ber xwe dide, her roj êşê dibîne, berdêlan dide û dibêjin hûn nikarin koka me ji holê rakin. Em vê qebûl nakin, em ê heta dawiyê li dij bisekinin. A rast jî ew e, gelê me li dijî vê êş çiqas dibe bila bibe, berdêl çiqasî giran dibe bila bibe li dijî siyaseta qirkirinê, nijadperestiyê lazim e bisekine, ku bisekine wê gelê me bi ser bikeve.

Beriya 34 salan Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hate kuştin. Ev xistin stuyê Kurdan, PKK'ê. Bi vî rengî xwestin li Ewropayê pêşiya gelê Kurd û PKK'ê bigirin. Tişta ku Rêber Abdullah Ocalan 34 salan got ku 'ne em in, bila were lêkolînkirin' niha derket holê ku rast e. Yanî qebûl kirin. Hûn ji bo vê dixwazin çi bêjin, taybetî têkildarî kuştina Olof Palme.

Olof Palme mirovekî demokrat bû. Li dijî nijadperestiyê disekinî li Efrîkaya Başûr. Her wiha li dijî bombardûmana ku Amerîka li gelê Vîetnamê dikir disekinî. Li dijî kevneperestiyê disekinî, li dijî faşîzmê disekinî. Zilm qebûl nedikir, bêeadetî qebûl nedikir. Li kî derê gelê bindest ji bo azadiya xwe têdikoşiya bi wan re dostanî dikir. Heta mesela bi Kubayê re jî dostanî kir. Yanî di nava sosyal demokratan de di wê demê de yê ku sosyal demokrasî di asta bilind de dijiya Birêz Olof Palme bû. Olof Palme dostaniya Kurdan jî dikir. Dostaniya PKK'ê jî dikir. Eger ku Olof Palme hate kuştin ji ber wê hate kuştin. Ew cînayeteke siyasî ye bi temamî. Ne ku dibêjin li Swêd yek hebû wî kuşt, ew jî mir, lewma mesele xilas bû. Mesele bi vî rengî xilas nabe. Yanî ew cînayeteke siyasî ye. Cînayeteke siyasî kes nikare wer ser bigire. Ji ber wê kê kuşt, çima kuşt, lazim e ew derkeve holê. Va wezîfeya dewleta Swêd e. Va ji bo Swêd pêwîste beriya her kesî. Eger vê cînayeta bi her alî ve dernexin holê, kê kiriye çima kiriye, hedefa xwe çi ye, kes bi wê dewletê bawer nake. Însanê Swêd bi rehetî nikare bijî. Çawa wê bi wî dewletê bawer bikin ku wê wan biparêze. Ew cînayeta ji bo Tirkiyeyê hate pêşxistin. Ji ber ku Tirkiye dewleteke NATO ye. Hem jî di nava NATO'yê de qereqola li herî pêş e. PKK li dijî Tirkiyeyê têkoşîn pêş xistibû, hemleya 15'ê Tebaxê bi pêş xistibû. Vê pêngavê bandoreke mezin li Kurdan kiribû. Ne tenê li ser Kurdan, li ser gelên bindest, li ser demokratan, li ser sosyalîstan jî tesîrek çêkiribû. Bi taybetî piştî 15'ê Tebaxê li Ewropayê PKK bi lez bi pêş diket. Her kesî ev didît. Û ji bo PKK ji bo Kurdan jî di nava gelê Ewropayê de hezkirinek çêdibû, dostaniyek çêdibû. Olof Palme pêşeniya wê dikir. Bi eşkere bi PKK'ê re bi Kurdan re dostanî dikir. Heta berî ku bê qetilkirin Olof Palme hinek daxuyaniyên xwe hene. Rêber Apo jî ew anî ziman. Olof Palme digot, 'Çi ji min dixwazin, çima dixwazin ez li dijî PKK'ê bisekinim?' Piştî wê hate kuştin. Yanî kuştina Olof Palme ji bo ku biavêje ser PKK'ê, ji bo ku biavêjin ser Kurdan kuştin. Ji bo ku alîkariya Tirkiyeyê bikin kuştin. Bi wê qetlîamê Kurd krîmînalîze kirin. Bi wê kuştinê re zemîna ku PKK'ê bixin lîsteya 'terorê' çêkirin. Li ser wê qetlîamê ji xwe Kurd li Ewropayê reş kirin. Dîsa PKK reş kirin. Yanî bi her kesî vaya dan fêhmkirin; 'binerin Olof Palme mirovekî demokrat, paqij e, lê PKK'ê ew jî kuşt. Yanî PKK welê li dijî mirovên paqij e, li dijî nirxê însaniyetê ye'. Ji ber ku Olof Palme nirxekî însaniyetê bû, însaniyet temsîl dikir. Yanî xwestin ku nîşan bidin PKK li dijî nirxê însaniyetê disekine. Welê xetere hate nîşandan. Xwestin nîşan bidin ku 'PKK mirovên paqij, yên dostaniya gelan dike, dike hedef'. Bi vî rengî xwestin ku gelê Ewropayê dûrî PKK'ê bixin, PKK tecrîd bikin ku têkoşîna PKK'ê li Kurdistanê bimîne ku karibin bi rehetî tasfiye bikin. Ew ji bo wê bû. Bi vê wesîleyê banga min heye. Lazim e Swêd hem ji Kurdan hem jî ji PKK'ê lêborîna xwe bixwaze. Û PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne. Û dewleta Ewropa jî ew neheqiya, zilma ku li PKK'ê kirin, bêexlaqiya ku kirin jî lazim e rakin. PKK ji lîsteya terorê derxînin, lazim e gunehê xwe bi vî rengî paqij bikin. Yek jî li Swêd hinek siyasemetdaran, parlamenteran daxuyanî dan. Gotin 'Neheqiyeke mezin li PKK'ê li Kurdan çêbûye, lazim e mirov ji wan lêborîna xwe bixwazin û lazim e ew reşkirina PKK'ê bê rakirin'. Ez spasiya wan dikim. Bi rastî ew li Olof Palme xwedî derdikevin. Lazim e vê têkoşîna xwe li Swêd xurtir bikin. Ne tenê li Swêd divê li Ewropayê jî xurt bikin. Dibêjin 'Bila PKK, Kurd ji bo ku ew neheqî çêbûye, zilma çêbûye bê rakirin kar bikin'. Rast e lazim e PKK û gelê Kurd kar bike, lê belê ji her kesî zêdetir jî ew siyasetmedar û parlamenterên Swêd, hiqûqnasên wan ê ku ji bo mafên mirovan kar dikin, ji bo hiqûqê kar dikin lazim e ew esas vî karî bimeşînin. Ya ku ji wan tê xwestin ew e. Yanî ew cînayeta derket holê ku ti eleqeya wê bi PKK'ê, bi Kurdan re nîne. Û bi zanebûn ew cînayet kirine, cînayeteke siyasî ye û bi zanebûn avêtine ser PKK'ê Kurdan ku pêşiya PKK'ê bê girtin ku karibin PKK'ê tasfiye bikin û bikaribe NATO qereqola xwe ya pêş Tirkiyeyê biparêze. Ew derketiye holê.

Êrişên li ser gelan, bi taybetî li ser jin û zarokan vê dema dawî gelekî zêde bûne. Tirkiye jî bûye weke navendeke êrişê. Li hemberî vê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê divê çi bê kirin. Eger têkoşîn be, têkoşîneke çawa bê kirin?

Niha li Tirkiyeyê faşîzm xwe bi cih dike. Hemleyê dawî dike. Her kes dibêje 'pir zeîf e, ji ber wê van hemleyan, van êrişan, van girtinan, van kuştinan dike'. Hem li derve hem jî li hundir şer dike. Rast e ji ber ku lawaz e vê dike, lê belê ne tenê lawaz e vê dike. Her wiha dixwaze wê armanca ku daniye pêşiya xwe bi temamî pêk bîne. Yanî rejîmeke faşîst bi temamî li Tirkiyeyê bide rûniştandin. Yê ku xizmetê ji AKP-MHP'ê re nake hemû dijmin dibîne. Hemû xayin dibîne. Wer jî diçe ser. Yanî dibêje hûn ê li dijî min nesekine. Hûn ê min rexne neke. Hûn ê her tiştên min qebûl bike, hûn ê têkevin xizmeta min. Vê dixwaze. Yanî ku li welatekî hikumekî faşîst hebe, dîsa desthilatdariyeke qirkirinê hebe, demokrasî azadiyê ji holê rabike, li dijî desthialtdariyeke welê mirov çi bike mafê mirovan e, meşrû ye. Ev wezîfeye jî. Li dijî rejîmeke welê bi daxuyaniyan, bi hinek bo ragihandinê daxuyanî dayin têkoşîn nabe. Dîsa li Tirkiyeyê weke demokrasî heye tu dikare jê feydeyê bibîne, tu dikare mûxalefetê bike, tiştekî wer jî nîne. Yanî wer zemînê ku tu mûxalefetê bike nemaye. Zemînê ku tu di aliyê demokratîkbûnê de têbikoşe zêde nemaye. Ji ber ku îmkanê nade wan tiştan. Ji ber wê ciwanên Kurd, jinên Kurd, gelê Kurd, demokratê, sosyalîstê Tirkiyeyê yê ku li faşîzmê qirkirinê nerehet in, yê ku li dijî wê sîstemê, wê rejîmê disekinin hemû lazim e yekîtiya xwe ava bikin. Xwe bi rêxistin bikin. Li dijî vê rejîmê çi ji destê wan tê pêk bînin. A rast ew e. Lazime dakevin kolanan, dakevin bajaran, nahiyan, li wan deveran li kolanan, li taxan têkoşînê bikin. Li dijî rejîmê bisekinin. Wer netirsin, li girtinê li kuştinê eger bitirsin wê kuştinê xerabtir bi serê wan ve bê. Ji ber ku ji bo wan Tirkiyeyê dikin zindan. Yanî ji kuştina fîzîkî xerabtir dikin. AKP'iyan berê çi gotibûn? Gotibûn 'berê digirtin dikuştin, yan jî di bîrên asîtê de dihelandin, winda dikirin. Em vê nakin, em digirin dixin zindanan'. Yanî 'em jiyana wan a siyasî bi dawî dikin, yanî em wan dikujin'. Mirina xerab a siyasî ye, ne ya fîzîkî ye. Niha AKP-MHP li fîzîkî zêdetir ya siyasî dike, mirina siyasî pêk tîne, bi her kesî dide kirin. Civakê bi temamî belav dike, bê ruh dike, ditirsîn, teslîm werdigire. Dibêje ku 'hûn xizmeta min nekin, heqê we yê jiyanê nîne. Ya hûnê ji Tirkiyeyê biçin ya jî hûn nikarin bijîn'. Vê venaşêrin. Li dijî rejîmeke wiha wer tu di avahiyê de ji bo ragihandinê daxuyaniyekê bide, yan jî tu li ber avahiyê daxuyaniyekê bide, ya jî tu di Twîtterê de twîttekê biavêje. Bi vî rengî têkoşîn nabe. Tu yê li kolanan, tu yê li berxwedanê, li serhildanê, tu yê hemû berdêlan, êşan bidin ber çavan. Wê demê tu dikare li dijî wê bisekine, dikarî encamê werbigire. Wê demê ew rejîm nikare berdewam bike. Dawiya wê rejîmê wer tê. Niha bi taybetî jin û ciwanên Kurdan berçavan e dewleta Tirkiyeyê ji bo Kurdan çi dikin. Heqê wan jî heye ku her tiştî bikin. Wer li benda talîmatê kes nesekine. Yê ku hevdu nas dike, yê ku baweriya xwe bi hev hebin dikarin xwe bi rêxistin bikin, çi dikarin bikin dikarin bikin. Çawa ew jiyana me ji holê radikin, çiyayê me bombe dikin, darên me dişewitînin, zeviyên me dişewitînin, dexlên me dişewitînin, li ser me qehrebê, avê qut dikin, goristanên me xera dikin, gundên me xera dikin, mirovên me birçî dihêlin, di nava gelê me de ajantiyê, fûhûşê pêş dixin, eroînê pêş dixin yanî ku koka Kurdan bînin çi lazim e wê pêk tînin. Hemû derfetên xwe yên hundir yên derve ji bo qirkirina Kurdan bi kar tînin. Her roj Mexmûr, Şengal bombardûman dike, her roj gerîla bombardûman dike. Her roj dibêjin nizanim me çiqas kuştine, em ê heta ku koka wan bînin jî em ê dewam bikin. Rojava dagir kirin, van hemû li ber çavan e. Yê ku dibêje ez Kurd im, ez însan im, ez welatparêz im, ez demokrat im, ez sosyalîst im nikare van qebûl bike. Wê li dijî van çi ji dest bê wê bike. Û lazim e li aliyê Tirkiyeyê jî yê ku ji xwe re dibêje em demokrat in, sosyalîst in, em li dijî faşîzmê ne, li dijî qirkirinê ne lazim e ew jî xwe bi rêxistin bikin, li dijî vê rejîmê têbikoşin. Û ittifaqê xwe çêbikin him di nava xwe de him jî bi Kurdan re. Wê demê ew hikum dikeve.

Li Tirkiyeyê kî qala azadî û demokrasiyê bike, bi alîkariya PKK'ê sûcdar dikin. Hûn ji bo vê çi dibêjin?

Kî xizmeta AKP-MHP'ê neke wan xayin, ajan dibînin. Ajanê, sîxurê hinek dewletan dibînin. Kî ku dibêje li dijî me mûxalefetê bike, kî behsa demokrasî azadiyê bike, kî ji bo mafên xwe têkoşînê bike, gel dibe, ol dibe dibêje ew hemû xayin in, li dijî me ne, li dijî Tirkiyeyê ne. Yanî xwe kirine dewleta Tirkiyeyê. Kî dibêje li dijî me ye, li dijî dewleta Tirkiyeyê ye. Vana dixwazin Tirkiyeyê ji holê rabikin. Ji ber wê jî mûameleyê dijmin li wan dike, kî dibe bila bibe. Niha ji bo ku Kurd PKK li dijî siyaseta wan disekine, li dijî qirkirina wan disekine, têkoşîna demokrasî û azadiyê temsîl dike nahêle ku ew faşîzmê bidin rûniştandin, ji ber wê PKK, Kurd dikin hedef. Ji ber ku PKK, Kurd nebe çi astengî li pêşiya wan nîne. Bi rehetî wê armanca xwe pêk bînin. PKK, Kurd nahêle ku pêk bînin, ji ber wê PKK, Kurd dikin hedef. Yê ku li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê ji bo demokrasî û azadiyê disekinin jî dibêje hûn bi vê xizmeta PKK'ê dikin. Em dixwazin PKK, Kurd ji holê rabikin hûn behsa demokrasî û azadiyê dikin, hûn li dijî me disekinin, hûn nahêlin ku em qirkirina PKK'ê, Kurdan temam bikin. Hûn xizmetê ji wan re dikin, hûn şirîkê wan in. Kî bi wan re şirîkatiyê bike, dostaniyê bike ew jî dijminê me ne. Ji ber wê diçin ser. Mesela ev li ser gelê Tirkiyeyê jî li ser çepê Tirkiyeyê jî demokratê Tirkiyeyê jî, nivîskarên wan jî tesîr dike. Hinek dibêje em dûrî PKK, Kurdan bisekinin, ku em karibin xwe biparêzin, ku em nebin hedef, neyên kuştin neyên girtin. Ji ber ku dibînin kî li aliyê Tirkiyeyê dostaniyê Kurd û PKK'ê bike ya tê girtin ya jî tê kuştin. Ji bo Kurdan çawa jiyanê heram dikin, ji bo wan jî heram dikin. Ev stratejiya dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirkiyeyê ji bo ku Kurdan ji holê rabike, dixwaze civaka Tirkiyeyê li gel dewletê li dijî Kurdan be. Ku bikaribe Kurdan qir bike. Li aliyê Tirkiyeyê kî li qirkirina Kurdan li gel dewletê nesekine dibêje ew dostê Kurd e, ew li dijî dewletê ye. Vê stratejiyê dimeşîne. Ji ber ku PKK'ê, Kurdan ev stratejî hinekî têk bir, vê yekê ji bo xwe xetere dibîne. Yek jî tê ser PKK ku tê ser Kurdan ji ber wê tên. Sedem ew e. Kurd û PKK hem alîkarê demokratê, sosyalîstê Tirkiyeyê, civaka Tirkiyeyê dikin, wan xurt dike, nahêle ku ew bi temamî ji holê rabe. Yê ku dostaniyê bi Kurdan re jî dike ew jî alîkariya Kurd dike, hêzê dide Kurdan. Ev hevdu temam dike, ya rast jî ji xwe ew e. Kengî di navbera gelê Kurd û Tirkiyeyê de, di navbera siyaseta wan de demokrat sosyalîstê wan de hevparî çêbû, yekîtî çêbû, tifaq çêbû, wê demê ew hukmê faşîst nikare bijî.

Berê li Tirkiyeyê digotin, 'Bila her welatî îxbarê ji me re bike, giliyê dostê xwe, cîranên xwe bikin' yên ku ne li gorî wan bin. Piştre Erdogan li Qesra xwe her car keya kom kirin. Niha jî vê carê hêzeke bi navê bekçiyan berdide nava gel. Erka bikaranîna çekê jî bi rengekî qanûnî dan wan. Gelo vê ji bo çi dikin?

Ew bekçî rêxistina çekdarî ya AKP-MHP'ê ye. Ne tiştekî din e. AKP-MHP ji bo desthilatdariya xwe, ji bo xwe hêzeke çekdar amade dike. Polîs temamî di bin kontrola wan de ye. Lê belê ew têrê nake. Ji ber wê li gel polîs hêzeke din çêkirin, hemû jî yê AKP-MHP'î ne. Yên ku dibin bekçî, zilamê wan e. Zilamê xwe bi navê bekçîtiyê bi çek dikin. Hêza xwe ya çekdarî amade dikin. Bi vêya dixwazin gel di malan de heta kolanan temamî kontrol bikin. Ku kes li dijî wan mûxalefetê neke, ku kes têkoşîna demokrasî azadiyê li Tirkiyeyê neke. Kê xwest vê bike ku biçin ser. Ji xwe diçin ser jî. Di televîzyonan de jî mirov vê dibînin. Niha li Tirkiyeyê AKP-MHP bi tirs e, bi girtin, bi kuştin, bi nijadperestiyê dixwaze hikumê xwe bi temamî bi cih bike. Astengiyên heyî dixwaze ji holê rakin. Ev hêz ji bo wê amade dikin. Ji ber ku dizane ku bi vî rengî biçe hilbijartinê nikare qezenç bikin. Lê belê hilbijartinê jî neke ew jî ji bo wan metirsîdar e. Ji ber wê lazim e biçe hilbijartinê, bi şeklî jî be hilbijartinan qezenç bikin. Wê çawa qezenç bikin? Wê bi polîs bi bekçiyan. Li derveyî vê hin hêzên wan ên din jî hene, mîna SADAT û wekî din. Ulku Ocaklari, Osmanli Ocaklari ev hemû ji bo wê ne. Yanî bi temamî gel têxin bin kontrola xwe, bêdeng bikin, teslîm werbigirin. Eger hilbijartin jî bibe ku di sandoqan de bi ser bikevin.

Yên ku Bariş Çakan kuştin jî ew ciwanên wisa bûn...

Ew in. Yanî ku hilbijartinê bikin jî wê wer bikin. Wê bêjin; binerin li Tirkiyeyê demokrasî heye, hilbijartin çêbû, dîsa me qezenç kir. Yanî ew ji desthilatdariyê naçin. Ji ber wê tedbîrê wê digirin. Hêzên xwe amade dikin ku kî li dijî wan derkeve wê li dijî wan şer bikin, wê wan tasfiye bikin. Ji ber wê ew hêz afirandin.

HDP'ê ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi meşekê kir. Lê bi destpêkirina meşê re careke din dest bi êrişê kirin. Çima ji meşê, ji çalakiyên HDP'ê û ji HDP'ê bi xwe ewqasî ditirsin?

Ji ber ku di pêşketina HDP'ê de mirina xwe dibînin. HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Ne partiyeke Kurd e. Belkî hinek wer dide diyarkirin. Yanî weke partiyeke Kurd e lê dixwaze bibe partiyeke Tirkiyeyê. Tiştekî welê nîne. HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê dixwaze demokratîkbûnê pêk bîne, komareke demokratîk dixwaze pêk bîne. Ji ber wê li dijî faşîzmê disekine, li dijî qirkirina gelan, dagirkeriyê, zilmê, bêedaletiyê disekine. Têkoşîna wê dimeşîne. Li Tirkiyeyê AKP-MHP dixwaze sîstemeke faşîst bide rûniştandin. Di wê sîstemê de dixwaze AKP-MHP hebe, yek jî CHP xizmeta wan bike. Mûxalefetek nebe, xeteke din li Tirkiyeyê nebe. Xwestin ku tek du partî bimîne weke Amerîka. AKP-MHP yek jî CHP. Yên din jî eger li gel CHP'ê hebin. Yanî esas du partî. Lê belê HDP bû xeteke sêyemîn li Tirkiyeyê. Yanî sîstem dixwest du partî bimîne, ew vala derxist. Ne tenê ew vala derxist, bû krîz jî. Yanî bêyî HDP'ê li Tirkiyeyê kes nikare di siyasetê de encamê werbigire, li desthilatdariyê encamê werbigire.

Di hilbijartinên şaredariyan de jî hate dîtin ku HDP'ê berê xwe da kîjan alî ew bi ser ket...

Yanî ew derket holê. Ji ber vê yekê tiştên ku AKP-MHP'ê xwestin li Tirkiyeyê pêk bînin vala derketin. Bû hêzeke mezin. Bi taybetî îro li Tirkiyeyê mûxalefeta rast HDP temsîl dike. Ji ber ku ev em nabêjin. Yanî li Tirkiyeyê nivîskar, siyasetmedar, demokrat, sosyalîst, yên li dijî faşîzma AKP-MHP dibêjin mûxalefeta rast HDP ye. CHP ne mûxalefet e. CHP dibe çokê Erdogan-MHP. Di destê wan de çoyeke. Çi wextê AKP-MHP tengav bû CHP dikeve dewrê alîkariya wan dike, wan ji nava tengaviyê derdixîne. Vê her kes dibîne. Bingeha CHP ne wiha ye. Di bingeha CHP'ê de mirovên durust, welatparêz, sosyalîst, demokrat hene. Ew dixwazin bi HDP'ê re têkiliyê deynin. Lê belê rêveberiya CHP'ê ne wiha ye. Ji ber ku dewlet çêkiriye, partiyeke ku dewlet çêkiriye. Li dewletê xwedî derdikeve. Ji ber wê dema ku dibîne dewlet dikeve tengaviyê alîkariya AKP-MHP dike. AKP-MHP jî ji CHP'ê memnûn e. Ji ber ku mûxalefetekê nake. Eger li Tirkiyeyê AKP-MHP hinde gav avêtin, ku îro pirsgirêkên li Tirkiyeyê heye sedema wê CHP ye. Her kes vê dibîne. CHP Tirkiye anî îro. Ji ber wê yê demokrat, sosyalîst, welatparêz, yên li dijî faşîzmê HDP ji bo xwe hêvî dibînin. Lewma her kes berê xwe dide HDP'ê. Ji vê pir ditirsin. Ji ber wê yekê ewqasî diçin ser HDP'ê. Dixwazin xeta sêyemîn ji holê rakin, dixwazin ew têkoşîna ji bo komara demokratîk ji holê rakin. Tifaqa gelan ku çênebe. Ji ber ku di nava HDP'ê de tifaqa hemû gelan, olan, çandan çêdibe. Tirkiyeyê temsîl dike HDP. Dixwazin pêşiya vê bigirin, bi vî rengî dixwazin HDP bêdeng bikin. HDP bêdeng nabe, li dijî siyaseta wan disekine, ew dibêje çawa tu li dijî siyaseta me disekine, çawa tu qebûl nake, lazim e tu qebûl bike. HDP eger daxwaza wan qebûl bike, ew mirina HDP'ê ye, mirina hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku di HDP'ê de tifaqa gelan, olan, mezheban, çandan çêdibe. Ew hemû wê demê dimirin. HDP li wan hemûyan xwedî derdikeve, ji ber wê ew dibêjin, tu ji bo me, ji bo Tirkiyeyê tehlûke ye. Lewma diçin ser HDP'ê, HDP jî li dijî wê disekine, têkoşîna ku HDP dimeşîne ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû ol, mezheb û çandên Tirkiyeyê têkoşîneke rast e, têkoşîneke pîroz e. Di dawiyê de dixwazim tiştekî din bêjim. Dibe ku desthilatdariya AKP-MHP hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar tîne bêsînor û hemû qanûnên Tirkiyeyê û yên navneteweyî dane bin lingê xwe, dixwaze faşîzmê li Tirkiyeyê tam bi cih bike. Ji ber wê van tiştan dike, ji ber wê li derve şer dike. Ji ber ku bê şer nikare nijadperestiyê xurt bike, nikare civaka Tirkiyeyê bikişîne nava nijadperestiyê, nikare armancên xwe pêk bîne. Ji ber wê hemû zilmê dike, hemû neheqiyê bêedaletiyê dike, tirsê çêdike, hinek kuştinan çêdike. Mesajan dide, ku kî li hemberî me rabe em dikujin, em digirin, kesek bêyî me divê siyasetê neke. Vê mesajê dide her kesî. Lazim e kes netirse. Li dijî van bisekinin. Yek jî vana li korona vîrûsê feydeyê dibînin, dixwazin civakê bi temamî bêtesîr bikin. Heta dixwazin hiqûqa wê jî biafirînin. Lazim e gelê me bi taybetî yê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê vê qebûl neke. Binerin li Amerîkayê korona vîrûs ji her welatî bêhtir bi pêş ketibû, nexweş ji her welatî zêdetir bû, mirin zêdetir bû. Lê belê gel li wê derê derket kolanan. Him jî pir xurt derketin kolanan. Hîn jî dewam dike. Divê mirov ji vê yekê ji bo xwe encamê derxînin. Divê mirov ji korona vîrûs netirse. Ew qanûn, tedbîrên ku AKP-MHP li dijî civakê pêş dixe mirov divê qebûl neke. Gelek tişt çêdibin, her tiştek sedema wê yekê ye ku mirov rabin serhildanê. Ji ber wê bi taybetî gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd divê li dijî hemû neheqiyan, kuştinan bisekinin, rabin serhildanan, netirsinin. Ew ê pêşî li vê metirsiyê bigire. Eger wer nebe ji xwe wê faşîzmê bi cih bikin. Wê demê wê xerabtir bibe. Niha îmkan hene ku mirov pêşî lê bigirin, mirov têk bibin, mirov li Tirkiyeyê demokratîkbûnê bikin. Ji ber wê jin û ciwan pêşengiya vê lazime bike, li dijî tirsê lazime bisekine. Ruh bide civakê, pêşeniya wê bike. Eger wê bike ev rejîm nikare li ser piyan bisekine.