Baydemîr: Wê faşîzim têk biçe, edalet were

Parlemeterên li Amedê di çalakiya nobedê de cih digirin, çalakiya deng derxistinê pêk anîn.

Li Amedê çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku di pêşengtiya HDP’ê de destpê kirî di roja 3’emîn de dewam dike. Parlemeterên ku di çalakiya nobedê de cih digirin, di saet 21:00’an de çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Çalakgerên ku bi saetan bi kefçî û berdaqan çalakiya deng derxistin, dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” qîr kirin û çalakiya deng derxistinê bi dawî kirin.

‘DENGÊ KU ME DERXISTÎ BILA BIGIHÊJE HEVALÊN ME YÊN GIRTÎ’

Piştî çalakiya deng derxistinê û şûnde yek ji berxwedêrê çalakiya nobedê ku daxuyanî da Parlemeterê HDP’ê Osman Baydemîr diyar kir ku bi dengê di çalakiya nobeda wijdan û edaletê derxistin de bi deng, gotin û cesareta Hevserokê Giştî Salahattîn Demîrtaş ê ku gotibû “Cesaret belav dibe” gihişt hev. Baydemîr got: “Bi çalakiya deng derxistinê ku dengê derketî bila bigihêje dengê Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag û parlementerên me yên din ên girtî.” Baydemî destnîşan kir ku bi çalakiya deng derxistinê ya di nobeta wijdan û edaletê de hat diyarkirin ku Nûriye û Semîh ne bi tenê ne û edalet heye.

 ‘WÊ FAŞÎZIM TÊK BIÇE’

Baydemîr bi dengê derxistî hêvî kir ku bibe ronahiya rojnamevan Ahemt Şik, Înan Kizlkaya û rojnamevanên di girtîgehan de bi pênûsa xwe ronahî dayî heqîqetê ye. Baydemî ê ku diyar kir ku bi dengekî bi hêz qîr dikin û got: “Faşîzm ne çare ye, faşîzm têkçûn bi xwe ye, ji bo ji faşîzmê rizgar bibî yekan rê bi cesaretekî mezin ‘NA’ qîr bikî ye. Baydemî diyar kir ku faşîzm paşverûtiyê bi xwe re tîne, bi paşverûtiyê re pêşiya siyaseta legal vedike û wê bedenên ciwan di darbestan de vegerin ji malbatan re. Baydemîr daxwaz kir ku ev dengê ji Amedê bilind dibe pêl bi pêl belavî hemû welat bibe û destnîşan kir ku wê faşîzm têk biçe, wê edalet û aştî li ser vê xakê pêk were.