Baydemîr: Em li vir in û tiştekî me ku em xwe jê vegirin nîne!

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, di roja 6. a nobeda "Wijdan û Edaletê" de axivî û got, "Bila gelê me baş zanibe; em li vir û tiştekî ku em xwe jê vegirin nîne."

Nobeda "Wijdan û Edaletê", ku Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Ekîn Ceren a li Amedê digirin, di roja 6. de ye. Hêzên dewleta Tirk ku çar aliyên bajêr dagir kirine, nahêlin gel biçe serdana parlamenterên HDP'ê. Lê belê tevî vê astengiyê jî çalakî û serdan dewam dikin.

Wekîlên çalakger, bi berdilka spî ya bi nivîsa "Wijdan û Edalet" tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya rojane ya li ser çalakiyê bûn. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li vir axivî û got, "Malbatên gelek ciwanên li Sûr û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hê nekarîne cenazeyên xwe rakin. Ji reng û nêrîna vî gelî ditirsin. Ji bilî tirsê tiştekî wan nema ye. Dereweke ku karibin bikin jî êdî nikarin peyda bikin. Ev nobed her wiha rabûna li ber tecrîdê ye."

Baydemîr, manşeta rojnameyeke AKP'ê ya li ser çalakiya wan nîşan da û got, "Ev çend roj in em li vir in. Me nûçegihanekî we li vir nedît. Em baş pê zanin, bê ev wêne ji ku hatiye kişandin, ji aliyê kê ve hatiye kişandin. Ditirsin ku derketin pêşberî rastiyê, derkevin pêşberî edaletê. Ji ber vê yekê, gelek rojnamevan hatin girtin, gelek rojname hatin girtin. Ev ji hemû mûxalîfên ku dengê me didin bihîstin ditirsin. Bila gelê me baş zanibe; em li vir in û tiştekî me ku em xwe jê vegirin, nîne."

Osman Baydemîr destnîşan kir, ku tevî vê yekê jî ew naxwazin ev rojname were girtin, lê belê ew ê rojnameyê navêjin û li gorî armanca xwe ew ê li erdê raxin û li ser wê xwarinê bixwin.

Baydemîr got, "Gelê ku hûn dibêjin pişta xwe daye we di Newrozê de bersiv da we" û diyar kir, ku cumbuşa ku Sirri Sureyya Onder di çalakiya nobedê de lêxistî ji rojeva Enqereyê nakeve. Baydemîr wiha dewam kir: "Ji duh ve Enqere bi ser hêzên ewlehiyê yên vir de hildibe. Ji cumbuşê jî ditirsin. Dibêjin, 'hêmana sûc e'. Hûn dizanin çima? Ji ber ku ji sazê ditirsin. Ji saza Selahattîn Demîrtaş ditirsin, bila bitirsin, ji ber ku em bi heq in. Ti kesekî nîn e ku em bispêrin axê. Teqez faşîzma vê serdemê jî wê bi paş ve biçe.

ÇALAKIYA ME WÊ NEQEDE

Ey Erdogan, ji gel û Demîrtaş lêborîna xwe bixwaze. Biner ev wê baş bibe. Di şer û kînê de ne rikdar be. Ji ber ku kesek ji vê ti sûdê wernagire. Tu yê jî bi ser nekevî. Dawiya vê tine.

Çalakiya me wê neqede. Em ê alayê bidin Stenbolê. Stenbol heta ku jê were wê dengê wijdanê gur bike, piştre dor were Wanê, Egeyê, Îzmîrê. Heta ku aştiyeke bi rûmet were, heta ku li Sûrê hilweşandin raweste ev têkoşîn wê dewam bike."

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Wekîl çalakiya xwe didomînin.