Baydemîr: Eger hûn bibin Hîtler, em ê jî bibin Mazlûm Dogan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em nesekinin, bisekinînin, faşîzmê bisekinînin" li Parka Ekîn Ceren civîna koma partiyê kir.

Di civîna koma partiyê de, uk polîsên Tirk nehişt gel tevlî bibe, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî.

Baydemîr diyar kir, di nava 2 salên dawî de bi destê hikumetê demokrasî û azadî ji holê hatine rakirin û got, "Di vê germa mîna Kerbela de em çima li vê meydanê ne? Dixwazin axa mirî bavêjin ser vî gelî. Dixwazin hebûna gelekî tine bikin û bi zordarî, zext û tecrîdê bi rê ve bibin. Ji bo em vê axa mirî ji ser xwe bavêjin, ji bo em li ber zilmê rabin û careke din daxwaza azadî, wekhevî û aştiyeke bi rûmet bînin ziman, em li qadan e."

'EM BI BIRYAR IN KU BIBIN MAZLÛM DOGAN'

Baydemîr nerazîbûn nîşan da ku polîsan nehiştin gel bikeve parkê û wiha dewam kir: "Ev dorpêçiya îro li vê parkê hatiey kirin, rewşa heyî ya Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Ev der cihekî li welatiyan vekirî ye. Ev park, dema ku li Amedê wezîfedar bûm hate çêkirin. Darên li vir bi xwêdana eniya gel hatin avdan û şîn bûn. Lê belê îro partiyeke siyasî ya ku 70 ji sedî deng li vî bajarî girtiye nikare li vir civîna koma xwe bike. Nahêlin rêveberên me yên bajar û navçeyan bikevin nava parkê. Gelê me nikare bikeve nava parkê. Kerbela li ser HDP'ê tê ferzkirin. Eger hûn ji bo bibin Yezîd bi israr in, soz û peyman e em jî bi biryar in ku bibin Hz. Huseyîn. Eger hûn bi biryar in bibin Franco, bibin Hîtler, soz û peyman e em ê jî bibin Qazî Mihemmed, Şêx Seîd û Mazlûm Dogan."

Baydemîr bibîr xist, ku wekîlên HDP'ê, hevşaredarên wan hê girtî ne û got, "Dawiya zilmê nîne. Kes bi zilmê bi ser neketiye, dilrehet nebûye. Ti rejîmê bi zilmê encamek bi dest nexistiye. Vê erdnîgariyê talana Mogolan dît, lê belê vî gelî reh berdaye kûrahiyê, ku ti rejîma zilm û zordariyê qebûl nake."

Baydemîr di dewama axaftina xwe de hilbijartiyên hatine girtin silav kir û destnîşan kir, ku heta hilbijartiyên girtî azad nebin, ew ê xwe azad nebînin.

'EM AŞTIYEKE BI RÛMET DIPARÊZIN'

Baydemîr işaret bi amadekariyên êrîşa li dijî gelê Rojava kir û ev nirxandin kir: "Faşîzm û zordariyê li ser me ferz dikin. Li dijî faşîzmê em wekhevî, azadî, biratî û aştiyeke bi rûmet diparêzin. Li hundir dijminatiyê li Kurdan dikin, li derve jî heman dijminatiyê dikin. Pêvajoya çareseriyê, ji bo bi tena serê xwe bibin desthilatdar, têk birin. Li ser xwînê û rondikên çavan bûn desthilatdar. Û niha jî dixwazin desthilatdariya xwe bi rêya dijminatiya li Rojava bidomînin. Ev sekna me ya nobeda azadiyê di heman demê de ji bo gelê me yê Rojava ye. Ev banga me ya wekhevî û azadiyê di heman demê de li dijî hêzên gefê li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê dixwe ye. Em careke din bi awayekî zelal dibêjin û ji vir bang li wijdanê 80 mîlyon mirovan dikin. Heta ku Hevserokên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me û hevşaredarên me girtî bin, nobeda me ya edalet û wijdanê wê dewam bike."

'HETA UK TECRÎD BÊ RAKIRIN, WÊ TÊKOŞÎN BIDOME'

Baydemîr di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê û got, "Amûreke me ya şîdetê nîne. Şîdetê li me bikin jî, em ê li Amedê, li Sûrê, li wijdanê xwe serî li ber wan netewînin. Heta ku em dirûşma 'rawestandina faşîzmê' bineqişînin, em ê vê sekna xwe bidomînin. Çima ji gelekî aştî, edalet û wekheviyê dixwaze ditirsin? Ji ber ku ji aştiyê ditirsin."

Baydemîr ragihand, ku heta rawestandina faşîzmê, heta darizandina sûcdarên li Cizîr, Şirnex, Gever û Sûrê, heta bicihhatina edaletê ew ê nesekinin û got, "Hilweşandina li Sûrê tê kirin, êrîşek li dijî mîrateya me ya çandî ye. Em ê bi sekneke însanî û wijdanî, heta rawestandina hilweşandinê têbikoşin. Astengiya herî mezin a li pêşiya jiyana bi hev re, astengiya li pêşiya aştiyê, tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Heta ku tecrîd were rakirin wê daxwaza me ya edalet û aştiyeke bi rûmet dewam bike."

Di dawiya axaftina xwe de Baydemîr careke din Hevserokên xwe yên girtî, parlamenter û hevşardarên girtî silav kir.