Baydemîr: AKP li Kurdistanê têk çû

Di roja 5’an a çalakiya ‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ de ku HDP’ê li Parka Ekîn Ceren a Amedê dabû destpêkitin berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî.

Baydemîr diyar kir ku AKP li Kurdistanê têk çûye got, “Fermo, ka van bendên xwe rakin, em binerin bê ka gel çi dike. Were em sendoqê deynin. Bila gelê Amedê biçe ser sendoqê. Bila qeyûmê te jî û hevserokên me jî bibin namzet.”

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li Parka Ekîn Ceren a Amedê di roja 5’an a çalakiya ‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ de axivî.

Osman Baydemîr bal kişand ser Dayikên Şemiyê û got, “Wijdan heq e, dadmendî pêkhatina heqiyê ye. Em Dayika Berfo bi bîr tînin. Bila baş were zanîn ku destê dayika Berfo di qirika faşîstan de ye. Nobeta Wijdan û Edaletê destê wijdana Dayika Berfo ye.”

 ‘JI BER KU JI HEQÎQETÊ DITIRSIN’

Baydemîr bal kişande ser girtina Hevserokê Giştî yê Partiya wan Selahattîn Demîrtaş û got ji ber ku ji heqîqetê ditirsin Demîrtaş girtiye.

Baydemîr wiha got: “Ji raya giştî weye ku Demîrtaş ji dosyaya ku pê hatiye girtin tê darizandin. Na, Demîrtaş ji dosyaya ku hatiye girtin tenê rehîne ye. Nêzî 60 dosyayên ku jê tê darizandin ji wan ti ceza nexwariye. Ditirsin ku heqîqet derkeve holê. Ev dem û dewran wê wiha neçe.”

JI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN RE: HÛN ÇIMA EŞKERE NAKIN?

Em bangî Dadgeha Destûra Bingehîn dikin. Îctîhadeke we hebû diyar dikir ku parlementerek dema were darizandin nabe ku girtî be. Vê biryara we ya 8 meh û 25 rojan tu têkiliya xwe bi edalet û wijdanê heye? Hûn çima biryara xwe eşkere nakin? Xwedî li îctîhad û hiqûqa xwe derkevin. Nebin wesîle ku wijdanê civakê zêdetir birîndar bibe.”

‘LI SER VÊ AXÊ HÛN TÊK ÇÛN’

Baydemîr qala qeyûman jî kir û diyar kir ku ev êrîşeke mezin e û got “Di sala 2004’an Erdogan got ‘Ez şaredariya Amedê dixwazim’ lê bi ser neket, di sala 2009’an de dîsa bi ser neket. Min gotibû ‘Amed keleha vî gelî ye’. Me bi ji sedî 66 bi dest xist.”

‘GEL ÇI BIKE, EM QEBÛL DIKIN!’

Baydemîr got ku, “Polîs nahêlin gel were parkê. Ka bariyeran rakin em bibînin bê gel çi dike. Gel çi bike, cihê wê li ser serê me heye. Yên ku îradeya vî gelî nas nakin, para xwe ji azadiyê negirtine.”