Bawermendên li Mîdyadê: Bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Li Mêrdînê kesên ji civakên cihê li dijî tecrîdê di girêva birçîbûnê de ne.Ên ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijî mirovahiyê dibînin dixwazin ku ev tecrîd demildest were rakirin.

Li Mêrdînê kesên ji bawerî û gelên cihê diyar kirin ku bi rabûna tecrîdê wê aştî û azadî were ji hemû gelên Rojhilata Navîn re.

Ên ku li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ketine girêvê ji ANF’ê re axivîn.

‘HEKE RÊBER APO NEBE KRÎZ ÇARESER NABIN’

Pitşî çalakiyên li Ewropayê ya bi mebesta rabûna tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Behram Ayaz ê 52 salî ku hatî Mîdyadê û dest bi girêva birçîbûnê kirî wiha got:

‘’Piştî Ewropayê ez hatim Tirkiyê û Kurdistanê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û rêyên diyalogê vebin min dest bi girêva birçîbûnê kir. Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê ji bo pêşî li vê tecrîdê bigire divê demildest bi rêberên gelan Abdullah Ocalan re bikeve têkiliyê. Ji bo ku ji rewşa Rêberê me ez ketim gumanê min dest bi vê girevê kir û heta ku encam jê were standin em ê dev ji çalakiyên xwe neqerin. Bêyî Rêber Apo krîzên li vî welatî çareser nabin. Qedera hemû gelên Rojhilata Navîn bi vê ve girêdayiye. Di serî de gelê Kurd û gelên dî yên ku bi vê dizanin wê çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin.’’

'BIRÊZ ABDULLAH OCALAN VÎNA BI MILYONAN E'

Serokê Federasyona Komeleyên Sûriyanî yên Tirkiyê (SÛDEF) Evgîl Turker diyar kir ku bi rabûna tecrîda li ser Ocalan, ku vîna bi milyonan e wê aştî û demokrasî were wiha domand: ‘’Ez li ser navê saziya me û xwe di girêva birçîbûnê de me. Birêz Rêber Apdullah Ocalan vîna bi milyonan kes e. Nayê qebûlkirin ku li ser vîneke wiha tecrîdeke giran were danîn, nayê qebûlkirin destûra hevdîtina bi kesî re neyê dayin. Ev rewşe ev salek û nîv e didome. Em gelê Sûryanî vê weke talokeyekê dibînin û rast nabînin. Divê demidlest malbat, parêzer an jî Şandeya Îmraliyê biçe Îmraliyê û bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê bikin.’’

Ez bawer dikim ku hevdîtna ku were kirin wê gelek tiştan biguherîne. Ev ne tenê çareserîya demokratîk a Tirkiyê her wiha li Sûriyê, li Rojava, Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî dikare gelek tiştan biguherîne. Ez ji dil ji vê bawer dikim. Ji ber ku bi milyonan mirov meraq dikin bê ka Birêz Abdullah Ocalan çi difikire, wê çi peyamane bide û wê çareseriyeke çawa deyne holê. Daxwaza me gelan ew e ku ev girêvên birçîbûnê û çalakiyên dî yên demokratîk erênî bi encam bibin û pêşî li hevdîtinê vebe. Hem li welat û hem li derveyî welat daxwaza raya giştî ev e. Bendariya gelên çar parçeyên Kurdistanê ev e. Bendewariya me gelê Sûryanî jî ev e. Demildest divê tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin bibin. Ez bawer dikim ku bandora wê ya pêşî wê bike aramî çêbibe.’’

'HETA KU TECRÎD NEŞIKE EM DEV JI ÇALAKIYÊN XWE NAQERIN'

Turker diyar kir ku Sûryanî jî li vê cografyayê dijîn û weke gelê Kurd gelek êş dîtine û wiha domand: ‘’

‘’Têkoşîna li Rojhilata Navîn hemû gelan vedihewîne. Mînaka vê ya herîm ezin Rojava ye. Di nav hêzên demokratîk de welatiyên Sûryanî jî hene û saziyên wan jî. Li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên dî yên terorîst em têdikoşin. Li Dêra Zorê beriya bi demeke nêz şervanekî Sûryanî şehîd bû. Ji bo vê jî perspektîfeke ji Birêz Ocalan hatî, çareseriyek wê welatiyên Sûryanî jî vehewîne nav xwe.

Em mirovên vê xakê ne û li vir dijîn. Ji bo vê daxwaza me gelê Sûryanî ew e ku di demeke nêz de derbarê tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan de agahî werin standin û peyre jî rêya çareseriyê ye. Em bawer dikin ku daxuyaniyeke Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn wê bandora aştî, çareserî û demokrasiyê bike. Ji bo vê jî demildest divê tecrîd were rakirin, rêyên diyalogê werin vekirin û ji pêvajoya çareseriyê ya beriya 3 salan wêdetir divê zemîneke jidil, rastî, bê derew û me nexapînin dest pê bike. Heta ku ev daxwazên me pêk neyên em ê jî heta ku tecrîdê bişkînin dev ji çalakiyan neqerin.’’

'DIVÊ CPT Û WEZARETA DADMENDIYÊ BERSIVÊ BIDIN'

Abdulkadîr Kalkan jî xwest ku bi lezgînî Wezareta Dadmendiyê û CPT ji bo ku tecrîd rabe bikevin nav hewldanan û wiha got: ‘’Ez neferekî vî gelî ketim vê girêvê. Daxwaza me ew e ku Wezareta Dadmendiyê û CPT erênî bersivê bide vê daxwazê.

Bi taybetî CPT divê demildest were ji bo ku ev tecrîda dijî mirovî ya li ser Rêber Apo rabe kêferatan bike. Divê ev welat û dinya bizanibe ku ji bo Rêberê xwe em ê dev ji çalakiyên demokratîk neqerin. Divê tecrîda ku hilweşandinê tîne vî welatî bi dawî bibe. Gelek mirin çêdibin. Ji bo ku mirin bi dawî bibn û aştî, demokrasî were vî welatî divê tecrîd were rakirin û rêyên diyalogê bi Rêbertî re werin vekirin. Li vir bang li hemû gelan û hêzên demokratîk dikim ku li dijî vê tecrîda dijî mirovahiyê bêdeng nemînin û destekê bidine çalakiyên me yên bi vê kampanyayê.’’