Bav Er: Em bêdeng namînin

Bavê Îpek Er a ku piştî rastî tecawûza Çawûşê Pispor Mûsa Orhan hatî dawî li jiyana xwe aniyî  Fuat Er got: “Em ji pey vê dozê naberdîn. Ger ku îro bê girtin sibe bê berdan, wê demê em bêdeng nabin.”

Malbata Îpek Er bi vîdeoyek nerazîbûn nîşanî berdana Çawûşê Pispor Mûsa Orhan da û got heta niha em bêdeng mabûn lê ji niha û şûnde em ê bêdeng nemînin.

Bav Fuat Er di vîdeoya parvekirî de wiha got: “Malbat hetanî niha bêdeng bû lê malbat şkest. Hevsera min piştî nûçeya berdanê bê hişbû û ket. Her wekî roja bûyerê em matmayî ne. Êşa me wekî roja yekem nû ye. Ez bang li dozger dikim, wijdana wî rehete ew keça wî ba wê serbest berdaba û bêdeng biriba, wê biba temaşevan?”

Er pirsa ku kîne li pişt biryara berdanê û got: “Êdî ez nizanim çi bibêjim. Ez bang li parêzerê wî jî dikim. Ez naxwazim navê wî jî bibêjim. Ma ew qas ketiye ku parêzeriya wî diki. Dîsa ez bang li edaletê dikim. Kî li pişta wî qatîlî be bila bibe, ez dixwazim edalet cihê xwe bigre. Em malbat giştî perîşan bûne. Hêvî dikim ku wê cezayê pêwîst were dayîn.”

Bav Er ê ku bal kişand li ser piştevaniya dibîne jî ev anîn ziman: “Em ji pey vê dozê naberdîn. Ger ku îro bê girtin sibe bê berdan, wê demê em bêdeng nabin. Ez jî weke welatiyek ê Tirkiye bang li dewlet, Serokkomar û Wezîrê Karên Hundir dikim. Bila edalet cihê xwe bibîne. Bi dehan caran telefona min dikin. Bi milyonan peyam tên ji bo piştevaniya ku edalet cihê xwe bibîne. Tenê em dixwazin ku edalet cihê xwe bibîne.”