Batûfa Çekdar: Jina Kurd bi biryardarî di çeperan de li ber xwe dide

Ji Biryargeha Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir jina Kurd li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaniyeke dîrokî dike û got artêşa Tirk nikare li dijî gerîla şer bike, çeteyên ku ji Sûriyê anîne li dijî gerîla didin şerkirin.

Ji Biryargeha Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar bal kişande ser berxwedaniya dijî dagirkeriya Tirk a bi pêşengiya YJA Starê û got, ‘‘Jina Kurd di çeperan de û di nav çiyayan de berxwedaneke dîrokî birêve dibe. Ev berxwedaniya ku em li Bakur-Başur birêve dibin, bi pêşengiya YJA Starê de pêk tê. Hêza jinê, nasnameya YJA Starê, di her çepera berxwedanê de heye. Ev berxwedaniya ku li hember dagirkerî, li hember faşîzmê çêdibe, bi jina Kurd ya welatparêz û berxwedêr we birêve diçe. Bi rastî ev tenê gotin nîne, ji ber ku berxwedaniya jina Kurd di sala bihorî de li Heftanîn hate dîtin. Dîsa ev çend meh in li Zap, Metina û Avaşin jin bi biryar li hember qirkirin û dagirkirinê disekîne.''

'DOZA WAN BERXWEDAN Û RÛMETA KURDISTANÊ BÛ'

Fermandara YJA Starê Batûfa Çekdar di axaftina xwe de bi berdewamî bal kişande ser 14'ê Tîrmehê, Berxwedana Zindana Amedê û got, ''Em di meha Tîrmehê de ne, destpêkê di şexsên şehîdên berxwedana zindanê û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û em bejna xwe li beramberê ked û fedakariyên wan ditewînin. Em dibêjin; wê rihê 14’ê Tîrmehê di nav têkoşîna me de bê jiyîn û niha di her kêliyê de jî tê jiyîn. Bi rasti rihekî wisa bû ku di Kurdistanê de bû bingehê şoreşa vejînê. Ew şoreşa vejînê di her qadê de û di jiyana gelê Kurd de û di berxwedana têkoşîna azadiyê de zindî dimîne û mezin bû. Di roja me ya îro de jî, rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê, li her kolanekî, li her bajarekî, li her qadekî û di her çeperekî berxwedana gerîla de di dilê şervan û welatparêzekî Kurd de û ew kesên ku dibêjin; dilê me ji bo azadiyê, lê dide, têkoşîna her kesî ye û li her cihekî tê jiyîn û wê ev têkoşîn her mezin bibe. Rihê 14’ê Tîrmehê her tim di têkoşîna me de zindî ye, wê her daîm zindî bimîne. Ji bo vê wan şehidên mezin yên rûmetê bibîrtînim.''
'HIŞMENDIYA XWE YA QIRKIRINÊ DOMAND'

Nirxandina Fermandara YJA Starê Batûfa Çekdar wiha ye:

''Di rastiyê de faşîzma îro ya li ser gelan û ya li hember tevgera azadiya me didome, ji pêvajoya zindana Amedê ne cuda ye. Dibe ku şekil guhertiye, di cewher de ew dagirkerî ye, ew faşîzm e û ew hişmendî ye. Bi taybet ew hişmendiya qirker ya li ser gelê Kurd e. Heke mirov bibêje; dewleta Tirk di wê rojê de heta roja me ya îro çi guhertin çêkiriye? Ti guhertin çênekiriye, dewleta dagirker li hember têkoşîna gelê Kurd û li hember tevgera me ya azadiyê, di qonaxa xwe ya tengav û lewaz jiyan dike. Ev dewlet di merheleya êrîşkariyê de ye, ji ber ku sedemên vê hene. Ji berxwedana 14’ê Tîrmehê heta niha 39 sal derbas dibin, têkoşîna beriya wê û heta vê kêliyê jî berdewam kir. Disa her ku wext derbas bû, faşîzm li beramberî vê têkoşînê tengav bû. Dest ji hişmendiya xwe ya qirker jî berneda. Li Tirkiyê tiştek bi navê reseniyê nemaye. Mesela pir teoriya yerlî û millî dikin, lê di rastiyê de ne wisa ye. Tiştekî ku pala xwe bidin hêza xwe ya cewherî nema ye. Wexta qirkirina li ser Kurdan dibe mijara niqaşê, gelek derdor bê deng dimînin. Ev bê dengî pergala AKP-MHP rewa dike.

'DEWLETA TIRK HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE'

Bi zext, êrîş û operasyonên li ser gelê Kurd û tevgera azadiyê dixwazin, wexta mijar dibe Kurd her kes bê deng dimine, çavên xwe digre. Ew kesên ku pêşengiya vê hişmendiyê dikin, cesaret digrin. Bi wî rêbazê didomînin. Ew bi xwe baş dizanin ku sedema van êrîşan eve. Hem operasyonên li ser qadên li Bakur-Başur hem jî li ser gelê Kurd û li ser girtîgehan, van zextan bisekinîn, wek dewlet û wek hiquq û qanunên xwe tevbigerin, wê bi rastiya xwe ya hundir re rû bi rû werin. Ji bo van deng û bertekan qut bike, şerê li hember gel û gerîla di rojevê de dihêle. Di vê pêvajoyê de êrîşên li ser qada demokratik û êrîşên li ser gelê Bakurê Kurdistanê, êrîşên li ser gelê Tirkiyê, asta xwe û dozaja xwe li gor berê derbas kiriye. Bi kurtasi dewleta Tirk hiquqa xwe binpê dike.’

'WÊ GERÎLA GAV BAŞ VE NEAVÊJE'

Bêguman armanca wan ew e ku pêşiya çalakiyên gerîla yên bi bandor bigrin. Em dizanin ku di van pêvajoyên derbasbûyî de ruxmê ku ewqas operasyon û teknîka di destên xwe de bikartînin, hemû alikarî û piştevanî, ji cerdevaniyê, kontrayên ku li derdora xwe birêxistin kirine, lê cardin gerîla di berxwedaniya xwe de gavek paşve nehavêt. Di her qadê de çalakiyên gerîla yên li qada Bakur pêşketin.  Gerîla li Dersim, Botan û Serhedê çalakiyên mezin li darxistin. Wê gerîla di qadên Bakurê Kurdistanê de pêşengiya vê berxwedanê bike.’

'XWESTIN BAŞÛR DAGIR BIKIN'

Di êrîşên 23’ê Nisanê de diyar bû ku xwestin sistema gerîla belav bikin û qadên gerîla teng bikin. Em dizanin ku ev operasyon bi dijwarî berdewam dike. Ruxmê ku ev operasyon sê meh in didome, pêvajoyên berê û bilançoyên du mehan, ji aliyê Navenda Parastina Gel ve hat aşkere kirin. Berxwedana ku li van qadan çêdibe, rastiya Dewleta Tirk radixe ber çavan. Di salên bihorî de jî li ser Qadên Parastina Medya gelek operasyon hatibûn çêkirin. Di sala 2019-2020’an de li herema Heftaninê ev operasyon çêbûn. Ev cihên ku gerîla li berxwe dide, ev cihên ku Artêşa Tirk operasyonan li dardixîne armanca dewletê çiye zelal kir. Di vê operasyonê de armanca sereke ewe ku axa Başur dagir bikin, di armanca duyemîn de tê fêm kirin ku dixwazin sîstema gerîla, qadên ku gerîla bi salane xwe tê de rêxistin kiriye, di wan qadan de pisporî qezenç kiriye, dixwazin derbe lê bidin. Her çiqas pişta xwe bidin hêzên komploger yên li ser Kurdistanê, disa dibêjin; em hêza NATO'yê ya bi hêz in, di van heremên şer de û di van heremên ku gerîla tê de berxwedaniyê dike, pir baş aşkere ye ku hêza vê artêşê nîne ku bikaribe li hember gerîla tiştek bi dest bixe. Ev artêş nikare li hember vîna gerîla bisekine, ewên li beramberê me şer dikin, çeteyên li Surîyê, çeteyên ku di bin navê penabertiyê de anîne li gel xwe û li hember gerîla didin şer kirin. Artêşa Tirk hem bi van çeteyan hem jî kontra û cerdevanên li Bakurê Kurdistanê anîne, li beramberî me dide şer kirin. Mirovên ku ji bo pereyan şer dikin, helbet nikarin, li hember şervanên APOYÎ şer bikin. Qadên berxwedanê, di diroka şerê me de pêvajoyekî nû da destpêkirin. Li Metîna, li Zap, li Avaşîn û li Zagrosan tenê şerê tunêlan nayên kirin. Ev şerê tunêlan tenê aliyekî wê ye. Di dîroka şerê me de cara yekemîne ku ewqas berxwedaniyekî demdirêj, ewqas pisporî û xwulixkariyekî mezin heye.  

'DIVÊ HEWESTEKÎ NETEWÎ HEBE'

Hinek mijarên ku mirov rexne bike, lê divê li hember vê dagirkeriyê helwestek bê dayîn. Ji bo qirkirina li ser xwezaya Kurdistanê, helwestek welatparêziyê lazim e. Em vê ji bo gelê me yên Başurê Kurdistanê dibêjin. Heremên ku tê de şer dewam dike, ji Heftanîn heta Xakurkê, ev heremên çiyayî nin, ji wextên ku dagirkeriya Seddam ve û bi dehan caran ev gund hatine wêran kirin. Di pêvajoyên berê de jî êrîşên Dewleta Tirk li ser van hereman çêbûne. Axa Başurê Kurdistanê di roja me ya iro de bi rastiyekî dijwartir re rû bi rû ye. Bi dehan eşîrên vê axê ku hebûna wan di vê axê de ye, xwe sipartin van çiyayan û hîna di van çiyayan de hene. Em dizanin ku çanda wan eşîran, çanda welatparêziyekî kûr e. Xwediyê çanda eşireta kurdîtîyê ne ku çand û kerameta xwe diparêzin. Niha xeta li Zaxo, Metina, Qaşura, quntarên Zendura, eşira Sindîyan, Guliyan, Berwariyan, disa li xeta Xakurkê, eşirên ku Zap û derdorên wî, eşirên, Zêbarî û Rêkaniyan welatparêz in. Ew xwediyê welatparezî û kerametekî kûr in.’’