Başûrê Kurdistan ji bo Rojava li ser piya bû-NÛ BÛ

Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan piştevaniya xwe ya ji bo Rojava nîşan da û banga baykotkirina malên Tirkî kir.

Di 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de li gelek navendên Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan û piştevaniya Berxwedana Rûmetê ya Rojava kirin.

SILÊMANÎ

Xwepêşandana li Silêmaniyê ya li ser Rêya Salim bi meşekê destpê kir, li Baxê Giştî didome. Bi sedan hunermend, rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar, rojnameger, nûnerên partiyan û welatiyên Silêmaniyê beşdarî xwepêşandana Roja Rojava ya Cîhanê û Piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê bûne.

Di xwepêşandanê de ku dirûşmên "Rojava ne bi tenê ye, Kurdistan piştevane", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Faşîst Erdogan" berz dikin, baykota malên Tirkî ya her diçe berfireh dibe mohra xwe li xwepêşandanê xist.

Welatî bi dengekî bilind dirûşmên boykotkirina malên Tirkî qîr dikin.

HEWLÊR

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a diagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Li ber Parka Şanedar a li Hewlêrê ji bo piştgiriya Berxwedana Rumetê ya Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn, daxuyanî ji aliyê yek ji endamên komîta amadekar a çalakiyê Birwa Star ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de behsa xebat û şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate gotin; “Di heşt salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de 11 hezar şehîd hatin dayîn. Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi êrîşên hovane û komkujiyan dixwaze destkeftiyên bi xwîna van şehîdan li Bakur Rojhilatê Suriye hatine bidestxistin ji holê rake.”

ŞENGAL

Li navçeya Sinunê ya Şengalê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê û Piştgiriya li Berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek hat lidarxistin.

Meşa ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate organîzekirin li ber Meclîsa Gel a Sinunê destpê kir. Di meşê de dirûşmên, “Şengal û Rojava yek in, bijî berxwedana Rojava ” hatin berzkirin. Her wiha alên YBŞ, YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Meş heta ber avahiya Şaredariya Sinunê berdewam kir.

Meşa ku li vir veguherî mîtingê li ser nave Serokeşîrên Êzidiyan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li şervanên QSD’ê yên li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin hat pîrozkirin. Her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku di zûtirîn demê de rê li ber kiryarên Erdogan ên li ser gelê Bakur û Rojhilat Sûriyeyê, bigirin.

Piştgriya gelê Şengalê ya bi Rojavayê Kurdistanê re jî carek din hat dubarekirin.

LI XANEQÎN JI BO ROJAVA KAMPANYAYEKE YA ALÎKARIYÊ DESTPÊ KIR

Aktîvîstên sivîl, rewşenbîr û hunermendên li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyalayê kom bûn, ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê kampanyayek komkirina alîkariyê dan destpêkirin.

Karzan Murad ê yek ji kesên di rêxistinkirina kampanyayê de cih digire têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî.

Murad anî ziman ku li Rojavayê Kurdistan ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rewşeke xerab rû dide û got: “Weke wezîfeyeke neteweyî em îro kom bûn. Me biryar da ku kampanyayeke hevkariyê ya bi Rojavayê Kurdistanê re bidin destpêkirin.”

Murad têkildarî kampanyayê ev bang kir: “Ji bo pêdiviyên girîng ên ji bo zarokan, her wiha xurek, dermanan em bang li welatiyan dikin ku beşdarî kampanyaya me bibin.”

MEXMÛR

Ji bo Roja Rojava ya Cîhanî û piştgiriya bi Berxwedana Rumetê ya Rojavayê Kurdistanê re li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî meşek girseyî hate lidarxistin. Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Mexmûr û Meclîsa Îştar ve hate organîzekirin.

Meş ji ber derê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber derê avahiya Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, KJK, YPG-YPJ, HPG-YJA STAR, PJAK û pankartên li ser nivîsên weke: “Rojava Rojava berxwedane lê ava, Bê serok jiyan nabe û tecrîdê bişkêne faşizmê hilweşîne Kurdistanê azad bike.”

Li ber derê avahiya NY girse kombûn. Ji beriya daxyanî were xwendin deqeyek rêzgiritin ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê hate girtin. Piştre daxuyaniyek ji aliyê Xwendekar Veger Benek ve hat xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Şoreşa Rojava û projeya çareseriya Rêbertî û tevgera me ya ji bo Surî û Rojhilata Navîn weke alternatîfa sereke îro di alîgirên çareseriya de hêviya ji bo pêşerojê zêdetir kiriye.”

Meş bi dirûşêmeyên “Bimre Komploya 9’ê Cotmehê”, “Bimre Dagirkerî”, “Bijî serok Apo”, “Bijî PKK”û “Bijî berxwedan Rojava” bi dawî bû.

RANYA

Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de welatiyan daxwaz kir ku pêwîst e di vê demê de ji bo baregehên sîxurî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin werin zext bên pêşxistin.

KELAR

Her wiha li Kelar a girêdayî herêma Germiyan jî danê êvarî bi dirûşma, “Germiyan piştevanê Rojava ye” li Parka Leyla Qasim a navçeyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ji aliyê Eniya Niştimanî ya li dijî Dagirkeriyê de hat lidarxistin daxuyaniyek hat dayin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gîrîngiya piştevaniya navxweyî û navneteweyî ya ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê. Her wiha gîrîngiya boykotkirina malên Tirkî hat destnîşankirin.

ÇEMÇEMAL

Bi bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi tevlîbûna gelek welatiyan li parka navçeyê pêk hat.

Di çalakiyê de dirûşmên piştevaniya bi Rojava û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Welatiyan diyar kirin divê hemû Kurd û azadîxwaz li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê derkevin, ji ber metirsiya li ser Rojava metirsiya li ser hemû Kurdistanê ye.