Başûr ji bo yekîtiya neteweyî dicive
Li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya sazî û dezgehên Başûr û nûnerên çar parçeyên Kurdistanê Komcivîna Yekîtiya Neteweyî sibe pêk tê, mijareke taybet Efrîn e.
Li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya sazî û dezgehên Başûr û nûnerên çar parçeyên Kurdistanê Komcivîna Yekîtiya Neteweyî sibe pêk tê, mijareke taybet Efrîn e.
"Şêwra yekîtiya netewî ya Başûrê Kurdistanê" ku ev demek dirêj e ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve amadekariyên wê tên kirin, wê sibe pêk were.
Komcivîn wê li Otêla Highcrest a bajarê Silêmaniyê saet 10.00'an dest pê bike û wê du rojan dom bike.
BI 250 DELEGEYÎ KOMCIVÎN WÊ BIBE
Li gorî agahiyên ku Endamê Komîteya Amadekar a KNK'ê Ferhat Doskî, ji bo komcivînê hemû partî û rêxistinên siyasî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, ruspiyên herêmên Başûrê Kurdistanê hatine vexwendin.
Doskî ji Rojnewsê re axivî û got heta niha ti bersiveke neyênî ji bo komcivînê nehatiye, vê carê komcivîn wê berfirehtir be, ji Raperîn, Germiyan, Pencewîn, Behdînan, Soran, Şengal, Hewlêr û Mexmûrê jî nûner hazir bin, her wiha rêxistinên jinên Başûr jî wê hazir bin û komcivîn wê bi tevlêbûna 250 delegeyî pêk were.
Her wiha di nav beşdarên civînê de ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî wê nûner hazir bin.
EFRÎN MIJAREKE TAYBET E
Doskî her wiha diyar kir ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de di komcivînê de mijareke taybet e û were gotûbêjkirin.