Başaran: Qedera zarokên Kurd ne ‘qeza’ ye!

Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî birîndarkirina Veysel Toplû yê ji aliyê wesayîta zirxî ve da û wiha got; “Wesayîtên zirxî ku veguherînê wesayîtên mirinê dibe sedama birîndarbûna sedan kesî û mirina bi dehan mirovan.”

Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî birîndarbûna Veysel Toplû yê ji aliyê wesayîta zirxî ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin roja Çarşemê Veysel Toplû yê 10 salî dema ku li pêşiya mala xwe dileyze, bi guleya ji wesayîta zirxî hatî avêtin bi giranî birîndar dibe, wiha hate gotin; “Mirovên ku nerazîbûn nîşanî bûyerê dan, çek li wan hate rakirin û gaza îsotê li dijî wan hate bikaranîn.”

‘WESAYÎTÊN MIRINÊ Û NE DAYÎNA CEZAYAN....’

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parve kirin;

“3 kesên ku zarokê 10 salî birîndar kiribûn ji wezifeyê hate girtin, Walitiyê weke her car got ‘qeza’ û paşguh xist. Beriya çend hefteyekê Suphiye Yakût ê ku li ber deriyê malê bi cîranên xwe re gotûbêj dikir wesayîta zirxî pêlê kir. Rewşa Yakût hê jî xeter e. Dîsan wek tê zanîn ti berpirsyarekê îstifa nekir, ji wezîfeyê nehate xistin û nehate girtin.

Em ji hemû berpirsên dewletê dipirsin; ‘Gelo Kurd ma neçarin li pêşiya mala xwe yan jî li hundir bi qezayan bimirin?’

Wesayîtên zirxî ku veguherîne wesayîtên mirinê dibin sedema birîndarbûna sedan kesî û mirina bi dehan mirovan, berpirsên dewletê ku nedayîna cezayan kirine polîtikayeke ya dewletê. Polîtikaya ceza nedayînê didome.

Qedexeya derketina derve ya ji bo ‘ewlehiya’ hemwelatiyan we îlankirî em li bendê ne ku hûn demildest ji bo wesayîtên zirxî jî îlan bikin.

Em bang li hemû rayedarên dewletê dikin ku li dijî wesayîtên zirxî ku dibe sedemên mirinnan helwesteke cidî nîşan bidin. Em ê ji bo Veysel û dayika Sûphiye û sedam hemwelatiyên Kurd ku mafê wan yê jiyanê ji nedîte tê û binpê dikin, ji bo derxistina van kesan li pêşberî darazê bixebitin û bibin şopdarê vê pêvajoyê.”