Barzanî ferman da 20 pêşmergeyên Dêrîn hatin destgîrkirin

Gelek pêşmergeyên ku niha li ser kar in jî tê de, nêzî 20 pêşmerge bi fermana Mistefa Barzanî yê ku kurê Mesût Barzanî ye, hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, 20 pêşmergeyên Dêrîn ku pêşmergeyên niha li ser wezîfe jî di nava wan de ne, bi fermana Mistefa Barzanî yê ku kurê Mesût Barzanî ye, hatin destgîrkirin. Li Sirê, Dêralokê û Şêladizê pêşmerge hatine destgîrkirin. 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin heya beriya niha çend rojan jî agahî ji pêşmergeyan nedihate girtin, lê beriya niha çend rojan malbatên wan hatine agahdarkirin û hatiye diyarkirin pêşmerge hatine destgîrkirin.

Li gorî heman çavkaniyan ji dema xwepêşandan û raperîna Şêladizê ve zextên PDK’ê li ser welatiyên ji eşîra Rêkaniyan a li herêma Amediyê zêde bûne û asayîşa herêmê zextan li wan dikin.

Berî niha bi demekê di bernameya televîzyoneke PDK’ê de hakaret li eşîra Rêkaniyan hatibû kirin û ji wan gotibûn, ‘Hûn çete ne’ Li ser vê yekê Rêkaniyan jî bi ser televîzyonê de girtibûn û nerazîbûn nîşan dabûn.