Baroya Amedê: Rewşa girtiyên li Xarpêtê krîtîk e

Baroya Amedê ragihand, rewşa girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ev 51 roj in di greva birçîbûnê de ne krîtîk e.

Baroya Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Xarpêtê, li avahiya Xizmeta Alîkariya Edlî civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Mafên Mirovan a Baroyê Onder Alçîçek metna daxuyaniyê xwend û ji Wezareta Edaletê û hemû rayedarên pêwendîdar xwest, bi erk û wezîfeya xwe rabin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li dijî ferzkirina nasnameyê û çaresernekirina pirsgirêkên li girtîgehan beşek ji girtî û hikumxwaran dest bi grav birçîbûnê ya dorveger kirin.

Alçîçek anî ziman ku greva birçîbûnê dewam dike û diyar kir ku greva birçîbûnê îro ketiye roja 51'ê û hejmara girtiyên tevlî grevê bûne bûye 10 kes.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtî û hikumxwaran cidî ye û hat gotin, eger greva birçîbûnê dewam bike û pêkanînên mafên mirovan neyên çareserkirin, dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde li girtî û hikumxwaran der bibin.

Alçîçek bi bîr xist ku parastina mafê jiyanê yê girtî û hikumxwaran di berpirsyariya Wezareta Edaletê de ye û ji wezaretê xwest ku di vî warî de gavên pêwîst derhal biavêje.