Baroya Amedê ji bo Tahir Elçî çalaki pêk anî: Sebra me nema!

Baroya Amedê, ji bo Tahir Elçî yê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin, çalaki pêk anî.

Baroya Amedê ji bo kujerên Tahir Elçî ku li Surê hatibû qetilkirin û bi daxwaza lêpirsîna dozê bi bandor birêve biçe li ser Dadgeha Edliyeyê çalakiya xwe ya 67'an lidarxist. Parezerên ku bi cubbeyên xwe tevlî çalakiyê bûbûn pankartên bi Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa 'Em te ji bî rnakin' hatin rakirin.Serokê Baroyê Ehmet Ozmen diyarkir ku ji bo daxwazên wan pêk were çalakiya bêdeng lidarxistine. Ozmen wiha got; "Soz û sebra me nemaye, ti wateya gotinê nemaye. Bi vê sedemê bi bêdengî em çalakiya xwe ya protestokirinê lidardixîn."Ozmen di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de wiha got; "Li ser qetlîama Tahir Elçî re 16 meh derbas bûn. Gelek caran me daxwazên xwe anîn ziman di wê demê de. Me bi berpirsan re hevdîtîn pêk anî. Lê belê hemû jî bê encam man. Em di cihekê de ne ku ti wateya gotinê nemaye. Li gel ku li cihekî diyar ku Tahir Elçî hate qetilkirin jî di dosyayê de ti pêşketin çênebûye. Bi lez divê dosyaya wî were ronîkirin. Li Tirkiyeyê li gorî qanûnan encam nayê girtin."