Baroya Şirnexê li ser birîn û talana daran rapor amade kir

Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talana daran a ku li Şirnexê didome rapor amade kir.

Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talan daran a ku li Şirnexê didome raporek amade kir. Komîsyonê bi daxuyaniyekê rapor ji raya giştî re aşkara kir. Daxuyanî li Parka Birca Belek hat dayîn. Hevserokê Şaxê Şirnexê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî Ûmût Çîmen, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz got li Şirnexê birînda daran roj bi roj zêde dibe û wiha axivî: “Birîna daran ne qanûnî ye. Rojê 10-15 kamyon dar tên birîn. Bi sedan darên pîroz ên li ber tunebûnê ne bê pîr û pergal tên birîn. Me ji bo haydarbûyîna ji mijarê serî li Walîtiya Şirnexê da, lê walîtiyê tu bersiv neda me. Gilîkirina me ya Çileyê 2022’yan bi ne şopandinê hat biencamkirin û îtîraza me li biryarê jî demildest hat redkirin. Vê gavê wek Baroya Şirnexê, em dibêjin ku em ê bi erka ya hiqûqî û civakî rabin û bi wijdanî tevbigerin, em ê bidin ser şopa vê rewşa nehiqûqî, di serî de serpereştiya giştî, em ê serî li hemû saziyên eleqedar û rayedar bixin.“

RAPORA BAROYÊ

Piştî daxuyaniyê rapor hat ragihandin. Rapora ji aliyê Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê ve hatiye amadekirin wiha ye:

 “Li gor tespîtên Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê:

*Ev salek e darên dehl û daristanan pir tên bîrin.

*Bi piranî li cihên bilind ên navenda Şirnexê û li herêmên asê yên Şirnex-Sêrtê dar pir tên birîn.

*Parek ji dehl û daristanên Hezex û Mîdyadê hatiye birîn,

 *Kesên îhaleyan digirin diyar in, îhale bi yasayî nayê kirin,

*Darên ku dibirin bi kamyonên 20-25 ton hildigirin di ser Cizîrê re dibin, li derên wek Kayserî, Dîlok û Osmaniyeyê bi erzanî difiroşin. Em pêveka dîtbar a li ser vê yekê pêşkêş dikin.

*Mehên havînê jêkirin û texrîbata dehl û daristanan pir zêde dibe, rojê bi sedan darên dîrokî û li ber tunebûnê tên birîn.

Ji bo rakirina ji holê ya fikarên xelkê herêmê û parastina dehl û daristanan;

*Saziyên têkildar divê demildest zend û bendan badin û jêkirina daran bisekinînin,

*Ji bo kirina lêkolîn û vekolînê ya saziyên taybet û komeleyan a bi saziyên fermî re divê ewlehî hebe û da ku raporên pêwist bên amadekirin. 

*Ji bo başkirina herêmên dar lê tên jêkirin û xeranebûna cihê jiyanê yê herêmê divê dar bên danîn.

* Ji 6’ê Tîrmeha 2022’yan ve dar bênavbir û ji berê hêj zêdetir tên birîn û hêj Walîtiya Şirnexê bersiva serlêdana me ya ji bo bidestxistina agahiyan li ser mijarê nedaye. Hemû sazî û destgeh bi wijdanî ji parastina xwezaya bajarê me Şirnexê berpirs in.“