Baranê li Kurdistanê şidand

Li gelek herêmên Kurdistanê baraneke xurt dibare. Li gundên Qendîlê gelek xanî û pir hilweşiyan. Li Amedê kesek mir. Li Geverê du gund hatin valakirin.

Li Başûrê Kurdistanê barana ku şeva Pêncşemê dest pê kir xisareke mezin li gundên herêma Qendîlê kir.

Baranê bandor li dehan gundên navçeya Ranya ya Silêmanî û navçeya Soran a Hewlêrê kir. Ji ber baranê lehî rabû û pira li gundê Bireê xera bû. Rêyên gundên Suredê, Aşqulkê, Sergenelê, Sinemokê û Qirneqeyê bi saya vê pirê digihaşt rêya sereke. Piştî ku pir xera bû, bi dehan malbatên li gundê Suredê, Sergenel, Sinemokê û Qirneqeyê ne, li gund asê man.

Ji ber baran û lehiyê dîrekên elektrîkê jî qelibîn, lewma elektrîka gundan qut bû.

XANÎ XERA BÛN, ZEVÎ DI NAV AVÊ DE MAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li gundê Qirnedeyê 6, li gundê Biredê 3 û li gundê Sinemokê jî malek xera bûn. Agahî hîn ji gundên din nehatiye girtin. Tê gotin, hejmara xaniyên xera bûne dibe ku zêde be.

Zevî, dehl û rezên li gundên li herêmê di nav avê de man.

DU GUNDÊN GEVERÊ HATIN VALAKIRIN

Li gundên Alekanan û Kadyan ên bi 20 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê ne, sê roj in baran didê.

Ji ber barana xurt, lehî rabû. Li gundê Kadyanê gelek xanî û axur di nava avê de man û gund hate valakirin. Gundiyan bar kirin navenda Geverê.

Li gundê Alekananê jî Çemê Çemînê rabû û ji ber vê yekê gundiyên malên wan li qiraxa çem in, ji herêmê hatin derxistin. Lehiyê xisareke giran a madî li gund kir.

LI AMEDÊ KESEK MIR

Li Amedê ji ber baranê otobuseke rêwiyan qelibî. Di bûyerê de kesek mir, 29 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku sefera Çewlik-Amedê dikir, li herêma Yazilipinar a gundê Mermerê yê navçeya Sûrê ji ber rêya ku ji baranê şematokî bûbû qelibî. Der barê qezayê de lêpirsînê dest pê kir.

BARANÊ LI ŞIRNEX Û MÊRDÎNÊ ŞIDAND

Baran li Şirnex û Mêrdînê jî bi xurtî dibare. Ji ber baranê av li gelek malan qewimî û banê gelek malan bi hewa ketin. Her wiha gelek rê jî hatin girtin.

Rêya Şirnexê jî ji ber şemitîna erd li trafîkê hate girtin. Li navenda navçeya Elkê û gundên wê gelek dar û dîrekên elektrîkê qelibîn. Banê hin malan bi hewa ketin.