Bang li Êzidiyên li kampan hate kirin: Li Şengalê vegerin

Di pîrozbahiya Cejna Çarşema Serê Salê de ku li Şengalê bi coşeke mezin pêk hat, bang li Êzidiyên li kampan û li Ewropayê hate kirin ku li Şengalê vegerin.

Li gel zext û êrişa hêzên çekdar ên hikumeta Kazimî, li Şengalê cejna Çarşema Serê Salê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin. Beşdarên cejnê ji ANF’ê re axivîn.

Sûzan Nasîr cejn li her kesî pîroz kir û got, “Hêvî dikim ku cejna şadî û kêfxweşiyê be. Cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikim.”

Ji beşdarên pîrozbahiyê Mazlûm Dûtar ku ji Ewropayê tevlî pîrozbahiyê bû wiha axivî; “Di vê roja pîroz de, di kesayeta Ş. Mervan Bedel de ez hemû şehîdên Êzidxanê û yên Kurdistanê bibîr tînim. Gelek rojek xweş e, pîroz e, taybet e. Li ser me jî pir bandor kir. Me jî xwe di nav civaka xwe de dît. Em pir kêfxweş bûn. Divê gelê me yê li derve vê civaka me tenê nehêle. Xwesteka şehîdên me bûn. Em divê civaka Êzidî tenê nehêlin. Divê Şengal tenê neyê hiştin, eger Şengal çû em tevahî Êzidî diçin. Em bi vê axa xwe hene. Ez li ser navê malbata Mam Beşîr cejna hemû Êzidiyan pîroz dikim.”

‘JI KAMPAN VEGERIN’

Serkan Emîn jî di serî de cejn li hemû civaka Êzidî pîroz kir û wiha pêde çû; “Hêvî û daxwazên me ew e ku em her daîm cejn û şahiyên xwe di aramiyê de derbas bikin. Em hêvî dikin miletê me jî ji kampan vegerin û em hemû bi hevre cejnên xwe pîroz bikin. Berî her tiştî Êzidiyên ku li derve dijîn jî ji wan dixwazim ku bila Êzdiyatiya xwe ji bîr nekin û rê û resman pêk bînin.”

Rebo Hesef jî di serî de cejn li hemû Êzidiyan pîroz kir û wiha got; “Em dixwazin ev cejn bibe ya xêrê. Em cejna hemû Êzidiyan pîroz dikin, yên li derve, li Ewropa jî dikin. Cejna hemû Êzidiyan pîroz be.”

Endamê Koordinasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa Cercûr Cemîl jî wiha axivî; “Em cejna Çarşemba Serê Nîsanê ji dil û can pîroz dikin. Em vê cejnê di şexsê şehîdên Şengalê Mam Zekî, Mam Beşîr, Fermandar Zerdeşt, Mervan Bedel, Saîd Hesen, Tolhildan, Şêx Xeyrî, Bêrîvan, Behiye de vê cejnê li hemû şehîdên 73 fermanan yên azadiyê pîroz dikin. Em wek komek ji Ewropa hatin me xwest em cejna civaka xwe li vir zindî bibînin, tevlî bibin. Ev şahî cejnên berêanî bîra me. Herkes jî dibîne. Bila miletê me yên li Ewropa jî werin, bi hevre pîroz bikin.”

‘PEYAMA EM ŞENGALÊ NATERIKÎNIN HATE DAYIN’

Cemîl bal kişand ser êrişên dawî yên li ser Şengalê û wiha pêde çû; “Piştî ew fermanan xelkê me hate wê astê ku birînên xwe bikewîne, saziyên xwe çêbike û hêdî hêdî ji nûve Şengal ava kirin. Meclîsa Xweseriya Şengalê sîwanê vî karî ye. Dijminên vê civakê cardin ketine lêgerînan û dixwazin Êzidî û Ereban bînin beramberî hev. Yên li pişt vê siyasetê PDK û xayînin.”

Cemîl bilêv kir ku ev cejn bi berxwedaneke bi wate ji aliyê civakê ve tê pîroz kirin û wiha got; “Tişta bala min kişand. Beriya 3 rojan êriş destpêkirin. Peyama milet eşkere ye, dibêje hûn tehdît bikin, êriş jî bikin, hûn çi bikin jî hûn nikarin me ji Şengala me derxin, qut bikin. Peyamek herî pîroz e. Em jî divê piştgiriya vê peyamê bikin. Peyameke rast e, exlaqî ye, wijdanî ye.  Divê em ji Şengalê bernedin. Banga me  ji bo saziyên li Ewropa jî ew jî divê berê xwe bidin vir.”