Balafirên Tirk bombe li Amêdiyê barandin

Balafirên şer ên Tirk bombe li gelek deverên herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Dêreşe û bajarokê Kanê yê dikeve navbera Herêma Dêralok-Amêdiyê barandin.

Hate ragihandin bi dijwarî dever tê bombekirin, lê agahiyê zêdetir nehatin girtin.

Şeva Çarşemê balafiran bombe li derdorî gundê Birîfka û Çerqela yên herêma Berweriyan a girêdayî Amêdiyê barandibû.

Heman rojê devera Kortek a Qendîlê jî hatibû bombekirin û li herêmê şewat derketibû.

Bomberdûmana artêşa Tirk a li ser jîngehên sivîl ên Başûrê Kurdistanê bi sîstematîk tên kirin.