Balafirên şer li esmanên Mexmûrê difirin

Di van kêliyan de balafirên şer li ser esmanên Mexmûrê difirin.

Li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê balafirên şer li esmanan difirin.

Di nava vê hefeyê de hem balafirên keşfê û hem jî balafirên şer li esmanên Mexmûr zêde digerin. Di van kêliyan de tevgera balafiran ya li Mexmûr pir zêde bûye.

Nehate zanîn bê ka ev balafirê girêdayî koalîsyona navneteweyî yan jî yên dewleta Tirk a dagirker e.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî bûyera li Restoranta Hoqaqaz a 17’ê Tîrmehê ku têde endam û rêveberê MÎT’a Tirk Osman Kose hatibû kuştin û şûnde 18’ê Tîrmehê rêveberiya PDK’ê embargo danî ser Mexmûrê ji wê rojê heta niha ev bû 96 roj in Mexmûr di doprêçê de ye.

Her wiha piştre jî 19’ê Tîrmehê balafirên şer ên Tirk bombe li Mexmûrê barnadibû û di encama bomberdûmanê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûbûn.