Balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên esmanî yên artêşa Tirk a dagirker a 5,6,7 û 9’ê Kanûnê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Artêşa TC’ê ya dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk bi weşanên xwe yên medyaya şerê taybet, radigihînin ku gerîla şehîd bûne. Daxuyanî û nûçeyên tên dayîn nerastin. Di van êrîşan de tu gerîlayeke me şehîd nebûye.

Êrîşên bûne wiha ne:

5’ê Kanûnê saet 13:30’î balafirên şer Geliyê Ga yê devera Meyrokê ya Herêma Garê bombe kiriye.

5’ê Kanûnê saet 13:15 û 17:30’î balafirên şer Zendûra a herêma Metînayê bobme barandiye.

6’ê Kanûnê saet 13:30’î balafirên şer derdorî Gundê Bêbadê ya herêma Gareyê bombe kiriye.

6’ê Kanûnê saet 21:15’ê derdorî Gundê Banikê ya herêma Heftanînê bombe kirin.

7’ê Kanûnê saet derdorî 13:30-14:30’î balafirên şer bombe li derdorî gundê Beşîrî û devera Tepê Herkî yê herêma Metîna barandin.

7’ê Kanûnê saet 14:00’an balafirên şer bombe li derdorî gundê Sîtê ya devera Kurojahro ya Herêma Zapê barandin.

9’ê Kanûnê saet 23:30’î balafirên şer bombe li qontarên Çiyayê Reş barandin.

9’ê Kanûnê saet 13:10’ê devera Kunîşka a Herêma Zapê û saet 14:15’ê jî devera Sîda balafiriran bomberdûman kirin.”