BI DÎMEN

Balafirên şer êrîşî gundên Qendîlê kirin

Balafirên şer ên Tirk duh êvarî saet 19.00-20.00’an bejahiya gundên li qada Qendîlê bomberdûman kirin.

 

Balafirên şer ên Tirk duh êvarî saet di navbera 19.00 û 21.00’an de dora gundên Bewan, Lewce, Bukrîska û jora gundê Zergelê bombe kirin.

Di êrîşê de parçeyên bombeyan li nav gundan belav bûn, lig undan jî şibakeyên gelek malan şikestin.

Şêniyên gund ji ANF’ê re axivîn, êrîş protesto kirin.