Balafirên şer ên Tirk gundê Perexê yê Derkarê bombe dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundek Perexê yê ser bi Zaxo bombe dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyan dispêre çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Perexê yê ser bi bajaroka Derkarê ya girêdayî Zaxo bomberdûman dikin.

Bomberdûman di van kêliyan de ku hê jî didome, têkildarî zerar û ziyana rû daye agahiyeke zelal nehatiye stendin.

Di bomberdûmana berî niha ya li ser gundê Sîda ya Şêladizê de 2 gundiyên ji eşîra Rêkan û 2 jî ji eşîra Oremar bi giştî 4 kes şehîd bûbûn. Navê wan wiha ne: Deman Omar, Newzet Mistefa Îslam, Azad Mehdî û Mûxlis Adem.

Her wiha di bomberdûmana li gundê Golka ya Metîna de jî ciwanê Kurd ê bi navê Emîn Salah Hesen jî şehîd bûbû.