Balafirên şer ên Tirk Gare bomberdûman dike

Balafirên Şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Bînekûr, Babûle, Xarmîs, Gare û Kafiye yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji saet 14:30’an ve herêmên Bînekûr, Babûle, Xarmîs, Gare û Kafiye ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne bombe dike. Ji ber bomberanê agir bi daristanên herêmê ketine.

Li gor agahiyên ji herêmê hatin girtin, bombebaran van kêliyan jî didome û ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêmê şewata derketî hê jî didome.

Têkildarî encamên bombebaranê hê ti agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.

Hêjay gotinê ye ku şevê din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê Medya yê jî bombebaran kirin. Têkildarî encama bombebarana li vir jî ti agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.