Balafirên şer ên Tirk êrîş birin ser Xakurkê û Avaşîn
Balafirên şer ên Tirk bombe li quntara Şekîf a Xakurkê û qada Adilbeg a Avaşînê barandin.
Balafirên şer ên Tirk bombe li quntara Şekîf a Xakurkê û qada Adilbeg a Avaşînê barandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, balafirên şer ên Tirk duh (27'ê Kanûnê) saet navbera 16:00 û 16:30 bombe li quntara çiyayê Şekîf ê Xakurkê barandin.
Heman demê, qada Adilbeg a Avaşînê bombe kirin. Balafirên şer ên Tirk saet 20:40'î bombe li dora gundê Arisfaris ê Avaşînê barandin.