Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li gundên Qendîlê barandin

Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li herêma Qendîl barandin. Ji ber vê bomberdûmanê, ceyrana gelek gundan qut bû.

Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li qada Kortek a Qendîlê barandin. Ev herêm di sala 2011'an de jî ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin. Ji ber bomberdûmana duh êvarê, bîrdariya Şehîd Solîn ku di bomberdûmana 2011'an de jiyana xwe ji dest da bû û derdora vê herêmê, zerar dîtin.

Bomberdûman piştî keşfeke demdirêj a balafirên keşfê pêk hat. Vê bomberdûmanê zerar da rê û xetên elektrîkê yên Kortekê. Ji ber vê yekê, ceyrana gelek gundan qut bû.