Balafirên şer ên Tirk bombe li Qendîl û Zapê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Qendîl û Zapê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehat.
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Qendîl û Zapê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehat.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "19'ê Çileyê saet navbera 18:00-19:00, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kalatuka û Girê Şehîd Savaş ên Qendîlê, gundê Mislokê yê Xakurkê û quntara Şikefta Birîndaran a Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihişt hêzên me."