Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Çomanê barand
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên navçeya Çoman a Hewlêrê barandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên navçeya Çoman a Hewlêrê barandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îro navbera saet 13:00 û 14:00’an de bombe li gundên Brayetyan û Pîromer ên navçeya Çoman a Hewlêrê barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidest xistin, di êrîşa hewayî de zirar gihişte xetên avê yên du gundan.
Piştî bombebarana balafirên şer li herêmê tevgera balafirên keşfê didome.