Balafirên şer bombe li Zapê barandin

Balafirên şer ên Tirk 7’ê Tebazê deverên Saca û Cîloyê Biçûk ên Herêma Zapê bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê li ser êrîşên esmanî ya Tirk ev agahî da:

“Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bomberdûmana xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin. Agahiyên li ser êrîşên hêzên dagirker wiha ne;

Balafirên şer 7’ê Tebaxê devera Saca û Çîloyê Biçûk ên Herêma Zapê bombe kirin.

Dîsa balafirên şer 1’ê Tebaxê devera Çiyayê Sîban û Begara ya dikeve Herêmên Dihokê bombe kirin. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatine, henek çapemenyên şerê taybet ên girêdayî dewleta TC’ê propagandayên ku windahiyên gerîla hene, dikin. Nûçe û daxuyaniyên ku dewleta Tirk serwîs dikin dikevin çarçoveya şerê taybet, ti eleqeya wan bi rastiyê re nîne.”