Balafirên şer bombe li Zap û Metînayê barandin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêmên Zap û Metînayê barandin. HPG’ê diyar kir ku di bombebaranê de zirar ne gihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 14’ê Kanûnê saet 15:20’an de bombe li herêma Şikefta Birîndra ya herêma Zap a Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.

HPG’ê ragihand ku roja 15’ê Kanûnê saet 11:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandine.

HPG’ê diyar kir ku di bombebaranê de tu zirarek ne gihiştiye hêzên wan.