Balafirên şer bombe li Heftanîn, Garê û Zê barandin

Balafirên şer ên Tirk bombe li Heftanîn, Garê û Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehat, lê belê xisar li bax û bexçeyên gundiyan bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 6'ê Adarê saet 19'an derdora gundê Boselê yê herêma Heftanînê, 9'ê Sibatê saet navbera 09:00 û 09:30'î qada Deşta Kafya ya herêma Garê û qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşte hêzên me yên gerîla. Li herêma Heftanînê xisar li bax û bexçeyên gundiyan bû."