Balafirên şer bombe li gundê Pîruzana yê Amediyê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Pîruzana yê navçeya Amedî ya Dihokê barandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet 12:20’an, 6 caran gundê Pîruzana yê navçeya Amedî ya Dihokê bombebaran kir.

Piştî saetekê dîsan balafirên şer heman gund kir hedef û vê carê derdora gund bombeberan kirin.

Piştî bombeberanê li herêmê şewat derket, ji ber dombeberana li herêmê didome mudaxeleyî şewatê nayê kirin.

Nehate zanîn bê ka di bombebaranê de windahiyên canî hene yan ne, lê balkêşe ku ev demeke dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî jîngehên sivîlan zêde kiriye.