Balafirên şer bombe li Gare û Avaşînê barandin

HPG’ê ragihand ku balafirên şer 24 û 25 Mijdarê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine. HPG’ê got di êrîşan de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyanyek nivîskî weşand.

HPG’ê got; “ Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;

Roja 24’ê Mijdarê danê nîvor balafirên şer bombe li Tepê Sor û herêma Karker ya herêma Avaşînê barandin.

Roja 25’ê Mijdarê balafirên şer navbera saet 11:00 û 16:00’an de jî derdora bajarokê Çemankê yê herêma Gare barandin.”

HPG’ê ragihand ku di van êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.