Balafirên koalîsyonê li kozikên DAÎŞ'ê dan

Balafirên Koalîsyona Navdewletî, li herêma Sergeran û derdorê Mexmûrê, Qereçoxa Başûrê Kurdistanê li kozikên DAÎŞ'ê dan. Liv û tevgera hewayî hê jî didome.

Îro ber destê sibê saet 02:00'an balafirên Koalîsyona Navdewletî, li Başûrê Kurdistan û Iraqê li hemberî DAÎŞ'ê ketin nava liv û tevgerê. 

Li gorî çavkaniyên herêmî ev demek e ku tevgera DAÎŞ'ê ya li hin deverê Başûrê Kurdistan û Iraqê zêde bûye. Li ser vê yekê hem hêzên artêşa Iraqê hem jî yên peşmergeyan di nava lêgerînan de ne ku operasyoneke hevpar bimeşînin. Lê belê li gorî agahiyan hêj lihevkirineke giştî li ser vê pêk nehatiye.

Balafirên şer ên koalîsyona navdewletî li herêmên, sergeran, derdorê mexmûrê û Qereçoxa başûrê kurdistanê, operasyona hewayî dan destpêkirin.
 
Heta van kêliyan jî balafirên koalîsyonê hê jî di nav liv û tevgerê de ne, kozikên DAÎŞ’ê bombebaran dikin.

Li dû bomberdûmana balafirên şer, car caran dengê doçka û şer jî ji herêmê hat. Lê li ser encama bomberdûmanê û şer agahiyeke zelal bi dest neket.