Balafirên keşfê li esmanên Mexmûrê difirin

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên bê mirov li esmanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê difirin.

Ji 17’ê Tîrmehê û vir ve bi destê PDK’ê ambargoyeke her diçe dişide li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê tê pêkanîn. Ji wê rojê û vir ve hema bêje roj nîne balafirên keşfê û şer li esmanên Mexmûrê kêm nabin.

Di van kêliyan de balafirên keşfê li esmanên Mexmûr difirin, nayê zanîn bê ka ev balafir ên Iraqê ya girêdayî koalîsyonê ne yan jî yên Tirkan in.

19’ê Tîrmehê balafirên şer Mexmûr bombe kirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûbûn.

Her wiha nexweş, xwendekar û karker jî di nav de rê nayê dayîn ku welatî bikevin Hewlêrê. Heta niha ji ber ku PDK'ê rê neda pitikên du dayikên ducanî bûn rehmet kirin.