Bajarokê  Îbre Sexîr yê Telaferê hat rizgarkirin

Yekem bajarokê Telaferê yê binavê Îbre Sexîre ji aliye hêzên Iraqê ve hat rizgarkirin.

Operasyona Rizgarkirina Telaferê îro ji aliyê hêzên Iraqê ve destpê kir, li gor daxuyaniya Fermandariya Polîsên Federal yekem bajarokê girêdayî navçeya Telaferê ya binavê Îbre Sexîre  (Îbra Biçûk) hate rizgarkirin. 

Îbre Sexîre dikeve rojavayê navçeya Telafer, li ser rêya Şengal û Telafer e. Her wiha Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê hêzên Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku operasyona kontrolkirina Telaferê  ji çeteyên DAIŞ’ê dest pê kiriye. Navçeya Telefer ji 2014’an ve di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye.