Bajarê çalakî, rewşenbîr, hunerî û welatparêzî: Silêmaniye

Silêmanî yek ji nûtirîn bajarê Kurdistanê ye. Her wiha bajarekî ku bi enerjî, çalakî, rewşenbîrî, welatparêzî û aliyê xwe yê hunerî ve tê nasîn e.

Bajarê Silêmanî yek ji nûtirîn bajarê Kurdistanê ye. bajarê Silmêmanî di14’ê Mijdara 1784’an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin, her çiqasî avabûna wê xwe nespêre dîrokekî pir kevnar, lê ew bajare di warê welatparêzî, çalakiyên hunerî, rewşenbîrî û rojnamegeriyê de pir zû pêşket.

Kolana Salim, kolaneke bi nav û deng a vî bajarî ye ku dikeve naverasta bajarê Silêmanî. Beşek ji wê kolanê re tê gotin Seholeke ku li her çar demsalan bi şev û roj welatî lê hatin û çûnê dikin. Kêm caran çêdibe ku mirov ji Seholeke derbas bibe û rastê çalakiyekî siyasî yan jî hunerî neyê.

Niha jî bi hatina demsala payîzê re ciwanên bajêr qada Seholeke bi hunera mûzîka Kurdî ve xemilandine, rêviyên derbas dibin jî li kêleka vexwarina çay yan jî qehweya kezvanan guhdarê berhemên hunerî dikin û derûniya wan aram dibe. Mûzîka kolanî ji niha ve yek ji dîmenên diyar ên wê kolanê ye ku bi şev weke çalakiyên cûr be cûr ên hunerî û mûzîk bi rêve diçe.

Yek ji wan hunermendên ku li Seholeke mûzîkjenî dike Mîrşad Mihemed e. Mihemed dibêje: “Armanca me ew e ku mûzîka Kurdî tenê di çarçoveya salonan de nehêlîn, berku welatiyan û yên li kolanan derbasdibin jî ji dengê mûzîka resen a Kurdî bêpar nehêlîn.”

Mihemed her wiha behsa êrîşên çandî yên li ser hunera gel kir û got: “Li hemberî wê êrîşa çandî ya ku li ser hunera gelê me heye, em jî hê bêhtir hunera xwe bi civakê re didin nasîn."