Bahoza tozê ya li herêma Mexmûr dijwar bû
Ev du roj in bahozeke mezin a tozê li herêma Mexmûr a ser bi bajarê Mûsil ê Iraqê bê navber dewam dike.
Ev du roj in bahozeke mezin a tozê li herêma Mexmûr a ser bi bajarê Mûsil ê Iraqê bê navber dewam dike.
Ev du roj in bahozeke mezin a tozê li herêma Mexmûr a bajarê Mûsilê radibe.
Ev bahoza tozê ya ku dem bi dem li herêmê radibe sedemê wê nayê zanîn û bandorekî pir neyînî li ser jiyana welatiyên herêmê dike.
Herêma ku toz mîna baranê lê dibare kampa Penaberam a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr ku welatiyên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a salên 90’î koçber bûn lê dijîn.