Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal di Stêrk TV de, tevlî bernameyekê bû ku Mem Şêrwan amade kiribû û pêşkeş kir û geşedanên rojevê nirxand. Erdal diyar kir ku li Kurdistanê şerekî mezin heye, li gel gotinên AKP’ê ku digotin wê PKK’ê biqedînin jî bi çalakiya Amedê gerîla ketiye kuna mêtingeriyê û bi vê çalakiya xwe şer hatiye qonaxeke dî. Erdal têkildarî referandûma 16’ê Nîsanê jî nirxandinên girîng kirin û got, ‘’Modêlên ku Teyîb Erdogan di referandûmê de ji xwe re mînak digire mînakên Sedam Hisên û Hisnî Miberek in’’ û got, Kurd li dijî mêtingeriyê divê dîsa bi hev re tevbigerin.
‘HEVAL KETIN KUNA WAN Û BI WAN DE TEQANDIN’
Nirxandinên ku ji axaftinên Bahoz Erdal derketin pêş wiha ne:
Çalakiya Amedê ji hêla yekîneyeke me ya gerîla ve pêk hat. Çalakiyeke wiha bû ku rêxistiniya wê baş hatibû kirin û plansaziya wê xurt bû. Çalakiyeke wiha ya bersivdanê bû li djî êrîş û propagandayên dewleta Tirk. Li gorî agahiyên ku bi dest me ketin, 19 miriyên wan hebû û ji 34 çaran jî birîndarên wan hebûn. Li gorî texmînên me miriyên wan zêdetir bûn. Dema çalakiyê di cih de bû û serkeftî bû.
Heval ji bin erdê ve tûnel kolane, heta bi binê bînahiya emniyetê ve çûne, ji 2 tonan zêdetir teqemenî bi cih kirine û di wextekî rast de teqandine. Ji hêla yekîneya me ve mîqdara teqemeniyê ji bo ku bînahî û mirovên sivîl ziyanê nebînin hatiye eyarkirin. Bêgûman ev şêwazeke nû ya çalakiyê ye. AKP û berdevkê dewletê pêşî xwestin ser çalakiyê bigirin. Xwestin weke ku qeza be nîşan bidin. Lê çalakiyeke wiha nikare were veşartin. Çalakî li ber çavê gelê Amedê pêk hat. Gelê Amedê bi çavê xwe dît ku bi sedan ambûlan çûne cihê çalakiyê. Di şêwaza çalakiyê de nûbûnek hebû. Çalakiyeke wiha bû gotinên AKP’ê û rayedarên dewletê ku digotin sîstema ewlehiyê ya qereqol û saziyên dewletê xurt kirine, êdî rê nadin ku çalakî pêk werin, pûç kir. Ji ber ku taktîka gerîla weke kişikê ye. Di lîstika kişikê de 16 kevir hene lê bi van keviran bi hezaran pêngav dikarin werin pêkanîn. Bi heman rengî 8 notayên muzîkê hene lê bi wan bi hezaran melodî dikarin werin danîn. Şêwaza çalakiyê ya gerîla wiha ye. Çi qas tevdîran bigirin jî teqez wê rêyekê bibînin û derba xwe lêbixin, çalakiyê bikin. Mesaja vê çalakiyê ev bû. Ev demek e ku Erdogan dibêje, ‘’em ê têkevin kuna wan, wan biqedînin’’ lê hevalê me ketin kuna wan û di helîna wa de li wan xistin.
‘ŞER LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ YE’
Niha li herêmê şerekî giran heye lê li welatê me jî şerekî giran heye. Dewleta Tirk a mêtinger bi hemû hêza xwe, bi hemû derfetên xwe yên dewltê bi ser gelê me de terorê dike. Ango li Kurdistanê şerekî giran heye. Dewleta Tirk ji hêla xwe ve vî şerî weke şerê man û nemanê dibîne. Şerekî ev çend gira e, bêguman wê berdêlên wê hebin. Wezîrê karê hundir ê Tirk dibêje di 10 rojan de ji 300’î zêdetir operasyon hatine kirin. Ev şer û êrîşa ku dikin nîşan dide. Şerek heye, ev şer ji bo mêtingeriye şerê man û nemanê ye. Ji bo gelê me jî wiha ye. Ji ber vê jî di vî şerî de hevalên me şehîd bûn, şehîd dibin, bi lehengî li ber xwe didin. Ji vî alî ve mixabin ku windahiyên şer çêdibin.
Bi heman rengî windahiyê wan jî çêdibin. Ango heke em bidin ber dema bihurî, li gorî dema bihurî 3-4 caran zêdetir windahiyê wan hene. Ji ber ku şerekî giran heye. Em Kurd divê ji vê re hazir bin. Ango ji bo me ev azmûna an azadî an îmhayê ye. Em, vî şerî bi zanebûn dikin û em pê dizanin ku giran e. Çima? Ji ber ku derfetên serfiraziyê hene, Kurd li herêmê azadiyê bi dest ve tînin. Ji ber vê jî mêtingerî ji bo pêşî li vê bigire bi hemû derfetên xwe êrîş dike. Ev aliyê meselê ye. Ango li vî welatî şer heye, hem jî şerekî giran.
‘HÊZA ME Û ZÎREKTIYA ME YA ŞER ZÊDETIR BÛYE’
Li hêla dî rayedarên hikûmeta Tirk têkildarî encamên şer gelek daxuyaniyan didin. Beriya bi demeke kin Erdogan got, ‘’di nav çend mehan de me 10 hezar endamên PKK’ê bêbandor kirin’’ û digotin em ê heta Nîsanê wan biqedînin. Ev ne rast e. Her roj daxuyanî didin û dibêjin ev çend windahiyê wan hene. Heke ev hemû rast bin, heta niha diviya gerîla xilas bibûna. Ango ev rastiyê vedişêrin, gotinên wan ne rast in. Niha her kes dibîne ku her roj balafirên şer ên Tirk radibin. Ev çend çekên giran di şerê di navbera du dewletan de têne bikaranîn. Balafirên şer, helîkoptêrên kobra, tank û hwd. çekên giran bi kar tînin. Wekî ku PKK weke ku ew dibêjin ev çend qels bûye û xilas bûye çima ev qas balafirên şer radibin. Yek roj nîn e ku balafirên wan ên şer ranabin. Ev nîşan dide ku PKK xur e. Berevajî gotinên wan, hêza me meztir bûye, zîrektiya xwe zêdetir kiriye.
‘ARTÊŞA TIRK NIKARE ŞER BIKE’
Xala dî jî ew e xuya dibe ku artêşa Tirk di bejahiyê de bêhêz e. Artêş nikarel li bejahiyê şer bike. Niha tenê bi hawanan êrîş tînin. Li dijî vê jî şêwaza çalakiyê ya gerîla û tevgera wê vezîloktir e û her roj dikare xwe nû bike û taktîka xwe biguherîne. Daxuyaniyên rayedarên Tirk ên têkildarî windahiyê me ne tenê werimand in her wiha ti têkiliya xwe bi heqîqetê re jî nîn in. Em li gorî derfetên xwe agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên ku şehîd dibin û bîlançoyê par ve diikn. Ango em rastiya şer û encamên wê bi gelê xwe re û raya giştî re par ve dikin. Ên ku windahiyan vedişêrin ew in. Mînaka vê ya herî dawî çalakiya Amedê ye. Bi sedan ambûlans çûne ser bûyerê lê tenê 3 windahiyan didin.
‘GERÎLA WÊ JI MÊTINGERAN RE BIBE ŞEVREŞK’
Dewleta Tirk zivistana bihurî ji bo xwe fersend dit, belkî jî ji hemû zivistanan bêhtir operasyon kirin. Li bakur operasyon û li başûr jî êrîşên hewayî pêk anîn. Li gel vê jî hemû hêzên me li her qadê xwe li gorî bernameyê hazir kirin û niha bihar hat, haziriyên gerîla xurt in. Çalakiya Amedê nîşaneya hazirî û plansaziya gerîla ye. Em vê dikarin bi rehetî ji gelê xwe re bibêjin; beriya her tiştî em ji rayedarên dewleta Tirk re dibêjin, ku her roj dibêjin ‘em ê biqedînin’’, heta ku li Kurdistanê siyaseta îmha û înkarê hebe, heta ku terora dewletê hebe, gerilayên Kurdistanê wê bibe şevreşk ji wan re. PKK wê ji xewna wan re bibe xof û şevreşk. PKK berevajî ya ku tê gotin qels nabe, her ku diçe ji her hêlê ve geş dibe, xurt dibe.
‘MODÊLA KU ERDOGAN JI XWE RE DIGIRE MODÊLA SEDAM Û MIBAREK E’
Referandûma 16’ê Nîsanê hem ji bo Kurdistanê û hem ji bo Tirkiyê xwedî girngiyeke mezin e. Destûra 12’ê Îlonê ya berdest destûreke şowen, faşîst, dûrî naveroka demokratîk e. Destûra ku niha AKP dixwaze di referandûmê de bide dengdan ji destûra berdest hê barabatir e. Heke ev destûr were dengdan ev tê wê maneyê ku Tirkiye demeke dirêj wê bikeve tûneleke tarî. Niha dibêjine ev modêla bi Tirk e. Bi Xwedê gelê Tirk dixapînin. Ev destûr, pakêt 18 xalî ya ku anîn di rastiya xwe de modêla rejîma Baas e. Modêla Sedam Hisên e. Bila biçin li modêla Sedam Hisê bineri, naxwe ev modêla kê ye. Dibêjin ji bo istîkrarê ev modêl hewce ye. Li dinyayê mînaka vê nîn e. Sedam Hisên jî 24 salan bi partiya Baas desthilatdar bû, di hêla siyasî de îstîkarar wê hebû. Tenê partiyek li desthilatdariyê bû. Sedam Hisên Serokkomar bû, serokwezîr bû, her tiş bû. Baş e, dawiya wî çawa bû? Li Misrê Hisnî Mibarek bi partiya xwe 30 salan li ser deshilatdariyê bû. Baş e, encamên wê çawa bûn? Tayîp Erdogan di referandûmê de modêla Seddam Hisên û Hisnî Mibarek ji xwe re mînak digire. Wê çi sûda vê li gelê Tirk bibe?
‘’LI DIJÎ AKP’Ê HELWEST PEYWIRA WELATPARÊZÎ YE’
Ji bo gelê me jî ev referandûm xwedî wateyeke dî ye. Divê her Kurd biçe ser sendoqê û bibêje, NA. Niha dibe ku hin mirovên me bibêjin; sîstema heyî barabat e, ya ku wê were jî barabat e, cehnema herduyan jî. Lê hêleke dî ya meselê heye. Li dijî terora ku Erdogan û AKP li Kurdistanê dikin divê gelê me bibe xwedî helwest. Divê helwesteke xurt hebe. Divê bibêjin, em vê qebûl nakin. Ji bo vê jî divê biçin ser sendoqê û bi rengekî vekirî helwesta xwe nîşan bidin, ev her mirovê me peywireke welatparêziyê ye.
‘AKP JI HELWESTA KURDAN DITIRSE’
Erdogan demekê xwest ku gelê me bixapîne. Xwedêgiravî wê ji bo çareseriya pirsa Kurd gav biavêta, digot, li pêş wî asteng hene, Ergenekonî hene, nizanim kî asteng in. Di rewşa berdest de her tişt zelal bû. Li hemû devera Kurdistanê komkujiyan dike, her kesî digire dixe zindanan, bi bêperwatî li Kurdistanê vekirî terorê dike, hê jî ji helwesta Kurdan ditirse. Hê jî hewl dide ku Kurdan bixapîne. Helbet di vê mijarê de em dixwazin ji Kurdên ku ji hêla AKP’ê ve hatine xapandin, ên ku hêviya xwe bi AKP’ê û Erdogan ve girêdane em dixwazin wiha bibêjin; niha hin jê dibêjin, ‘’pêvajoyeke çareseriyê û dîyalogê hebû lê PKK ev baş bi kar neanî, ev xerc kir. PKK bû sebeb, xendek û hwd.’’ Ev derewa mezin a AKP’ê ye.
Em careke dî bi bîr bixin; Rêber Apo û PKK bi qasî ku şans dane AKP’ê nedane kesekî. Çend caran agirbest hate ragihandin? Herî dawî 2013’an hate ragihandin. Lê bersiva wan bû çi? Newroza 2013’an Rêber Apo banga dîrokî nekir? Baş e piştre çi bû? Ma ne hikûmeta AKP’ê ya niha bû ku li Kurdistanê bi sedan qereqol û kalekolên nû ava kir? Bi sedan baregehên nû danîn. Bendavên ewlekariyê ava kirin. Ma ne ev Erdogan bû ku digot, ‘’Ez mitebeqata Dolmabahçeyê nas nakim’’ Hem jî ev vekirî got. Herî dawî Nîsana 2015’an hevdîtina bi Rêber Apo re asteg kirin. 24’ê Temûza 2015’an bi balafirên şer 300 carî li qadên Parastina Medya xistin. Wan bi xwe li Serêkaniyê du polîs kuştin, ev kirin sedem û bi sedan balafirên şer li qadên Parastina Medya xistin. Ma wê demê xendek hebûn? Tişta teqez ew e ku wan bi xwe ew polîs dane kuştin
‘KURDÊN KU DI REFERANDÛMÊ DE HÊVIYA XWE BI AKP’Ê VE GIRÊDAYE DIVÊ XWEDÎ HELWESTEKE RAST BE’
Li vir AKP hin Kurdên ku fêhm nakin dîsa dixapîne, weke ku niyeta wan a pêşxistina pêvajoya çareseriyê hebû, PKK’ê ev xira kiribe, dest bi vê kiribûn, lê PKK qîmetê wê nizanîbû. Ev dereweke mezin e. Berevajî vê, AKP’ê dixwest tişta li Tamîlê bûyî, bike. Li Tamîlê çi bû? Hevdîtinan dest pê kir, gerîlayê Tamîlê kete xefletê, ji wan re gund ava kirin, piştre Hikûmeta Srî Lankayê bi carekê re êrîş bire ser wan, bi balafirên şer û operasyoneke mezin operasyon li wan kir û ew tasfîye kirin. Ti têkiliya êrîşa 24’ê Temûzê ya AKP’ê ya bi 300 balafirî bi xendekan nebû. Wê demê xendek nebûn. Dixwazin gerîla bi xefî zevt bikin, derbeke giran li gerîla bixin, li bakur êrîş bînin ser gerîla, pêvajoya tasfiyeyeyê pêk bînin. Kurdên ku hêviya xwe bi AKP’ê ve girêdane divê vê rastiye bibînin û di vê referandûmê de werin ser rêya rast û bibin xwedî helwesteke rast. Bi taybetî banga me li vê derdorê ye, belkî demekê bawer kirin ku Tayîp Erdogan gavan bavêje, lê rastiya rûyê Erdogan diyar bûye.
‘ERDOGAN Û DAIŞ BI HEMAN HIŞMENDIYÊ NE’
Niha tişta ku Erdogan li Kurdistanê dike û DAIŞ dike weke hev in. Ez du mînakan bidime we. Di ti baweriya dînî de nîn e ku goristana xira bikin, ziyanê bidin goran. Di vê demê de tenê du hêzan ev kir. Yek jê DAIŞ goristanan xira dike, bi cenazeyan dilîze û AKP vê dike. Li Qendîl û li her devera Kurdistanê gelek goristanên ku hevalên me yên şehîd lê ne xira kirin, hilweşandin, bi cenazeyan lîstin. Ya dî, bajar xira kirin. DAIŞ’ê li Kobanê çi kiribe, Erdogan jî li Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê eynî tişt kir. Ango tişta ku niha Erdogan li Kurdistanê dike, DAIŞ jî dike. Hişmendiya herduyan weke hev e. Ji bo vê jî em bang li Kurdên nêzî AKP’ê dikin dibêjin, êdî bes e.
‘HEKE QANÛNÊN AKP’Ê HEBIN QANÛNÊN GEL JÎ HENE’
Beriya bi çend salan dema ku me ji hin qoriciyan re got ku berê qorîcitî kirin, me got hûn çima bûne qorîcî, gotin wan şaşîtî kiriye. Dema ku me gote wan çima we şaşîtî kir, gotin, ‘’Di navbera we û dewletê de şerek hebû. Dewletê dixwest ku em alîgirê wan bin. Me jî got PKK qels e, herî pir du salan dikare li ber xwe bide. Heke em aliyê PKK’ê bigirin em ê di agirê wê de biqijilin, dewlet xurt e, dewlet wê bi ser bikeve û ji bo wê jî em biçin aliyê dewletê wê baştir bibe. Lê sal derbas bûn ku em şaş difikirin. PKK neqediya, PKK bû gel û şoreş pêk anî.’’ Ji bo ve jî Kurdên nêzî AKP’ê ku bibêjin, ‘’AKP xurt e, em pişta xwe bidin gel, em li berjewendiyên malbatî bifikirin, em hinekî berjewendiya madî bi dest bixin’’ şaş in. Zilam ji Firewn re nemaye. Ma Erdogan wê karekî jê bibîne. Niha tiştên ku AKP û Erdogan li Kurdistanê dikin ne ji xurtbûna wan e.Heke îro her kesî digire û dixe zindanan ev ne ji xurtiya wê ye. Beravajî ji tirs û qelsbûna wan e. Ji bo vê jî em bang li Kurdên nav AKP’ê dikin êdî bes bibin şîrikê vê komkujiyê û terorê. AKP partiyeke faşîst e. Destê wê ketiye nav xwîna gelê me. Vê partiyê bajarên me xira kiriye, ev partî dijminê gelê me ye. Ev partî li Kurdistanê ne meşrû ye. Ji bo vê jî her Kurdê ku bi AKP’ê re tevdigere, dibe hevkarê sûcê wê. Heke qanûnên AKP’ê hebin, qanûnên gel û şoreşê jî hene, edalata gel jî heye. Ji bo vê jî em dibêjin bila nebin amûrê mêtingeriyê.
‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO SÛRIYÊ MODÊL E’
Gelê me yê Rojava şoreşek kir û modêleke xweşik danîn. Berê gotin wê di navbera Kurd û Ereban de nakokî û şer derkeve. Lê di vê modêlê de Kurd û Ereb bi hev re, bi yekîtî tevdigerin. Serkeftî ne jî. Hinan 6 meh temen li şoreşa Rojava birîbûn. Niha tişta ku li Rojava nayê fêhmkirin helwesta hin Kurdên wê derê ye. Rêxistina ENKS’ê heye, zêde ne xurt e. Ew jî di nav xwe de bûne du şiq. Beşêk jê çûne dewletên biyanî, li wir bûne sîxûrên dewletên biyanî, hinek jê hişkere ji MÎT’ê re dixebitin, meaşên xwe ji wir distînin. Derdê wan tenê dijminatiya li şoreşa Rojava ye. Em dibêjin Xwedê van pak bike, tiştekî dî jî em nabêjin.
‘KURD NEÇAR IN KU BI HEV RE TEVBIGERIN’
Li hundir beşek heye, xwedî hîsên welatparêz û Kurdayatiyê ne lê fêhm nakin. Ev Kurdên endamên ENKS’ê ne. Divê li Xweserî û Federasyona Bakurê Sûriyê xwedî derbikevin. Ev ne mijara partiyekê ye, mijara gelê me yê Rojava ye. Rexneyên te li PYD’ê hebin bike, lê ev bi federasyonê pêk tê, bi azadî, bi muxtariyeta siyasî. Hebûna Kurdan tê qebûlkirin. Ev ne tenê serkeftinên PYD’ê ne, yên Kurdan in. Ango dib ku endamên ENKS’ê bin û rexneyan li PYD’ê bigirin, ev di rewşeke demokratîk dikarin pêk werin. Ti ferqa endamên ENKS’ê yên li Stenbolê û yên di nav AKP’ê de nîn in. Herdu alî jî ji bo dewleta Tirk dixebitin. Herdu alî jî bi hişmendiya Tirkan diaxivin. Heke wiha bidomin wê xilas bibin. Ji bo Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî ye. Derfet çêbûne. Her ferdê li Rojava, raman xwe ya siyasî her çi jî be divê li van îmkanan xwedî derkeve. Ev ne peywira partiyekê ye. Peywira her kesî ye. Di nav xwe de çi dibêjin bila bibêji lê li vir statûyek ji bo Kurdan çêdibe. Li vir divê bi hev re tevger çêbibe. Ev ji bo her kesî derbasdar e. Û her kes wê ji vê statûyê sûd werbigire. Heke wiha bidomînin wê biqedin. ENKS li gorî beriya 2 salan pir qels bûye. Heke wiha bidomin di demeke kurt de wê biqedin.
‘ERDOGAN JI KURDAN RE NABE DOST’
Ez dixwazim ji gelê Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên wir re vê bibêjim. AKP û Erdogan bi ti rengî ne dostê Kurdan in. Ne dostê Başûrê Kurdistanê ne jî. Heke bi rastî jî dostê Kurdan bûna wê beriya her tiştî hurmet bidana 25 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê û vîna wan nas bikirana. Beriya her tiştî wê dostanî bi Kurdên gel xwe re bikirana, bi wan re biratî bikirana. Niha Erdogan û AKP dijminatiyê bi 25 milyon Kurdên Bakurê Kurdistanê re dike, komkujiyan dike û bajarên wan xira dike, her roj gefan li Kurdên Rojava dixwe, hişmendiyeke ku ji bo statûyeke nedin Kurdan tişta ji dest tê texsîr nake çawa mirov dikare bibêje em bi Kurdên Başûrê Kurdistanê re bira ne? Erdogan yê ku dijminatiyê bi 25 milyon Kurdên Bakurê Kurdistanê re dike û dîsa dijminatiye bi destkefiyên Kurdên Rojava re dike ne pêkan e ku bi Kurdên Başûrê Kurdistanê re bibe dost.
Gelê Başûrê Kurdistanê û tevgerên siyasî divê vê bibînin. Heke AKP alîkariyê dide Başûrê Kurdistanê ev teqez e ne ji ber wê ye ku ji Kurdên vir hez dike. Divê were zanîn sedem ev e ku dixwaze hemû Kurdên li Kurdistanê bera hev bide. Ango ji bo ku li dijî me hêzeke nû çêkin vê dikin. Ez dixwazin ji du bûyerên dema nêz mînakan bidim. Mînak dema ku DAIŞ êrîş anî ser Başûrê Kurdistanê, dema xest êrîşî Hewlêr û Duhokê bike, gelo hikûmeta AKP’ê çi qasî alîkarî da gel û derdorên siyasî yên vir? Li Başûrê Kurdistanê 16 baregehên wan ên leşkerî hene, ev der navendên bi tangan û çekên giran tije ne. Li gel ku PDK alîkarî xwest alîkarî da van? Bi Xwedê Erdogan û hikûmeta AKP’ê dixwest DAIŞ têkeve Hewlêrê jî. Li vir dostanî û jidilbûna AKP’ê vekirî diyar bû. Ya dî jî meseleya alayê ya li Kerkûkê. Ew li Tirkiyê alaya Başûrê Kurdistanê hildidin, lê li dij wê ne ku gelê Başûrê Kurdistanê li bajarê xwe Kerkûkê alayê hildin. Li vir vê mesajê didin; em dikarin alaya we hildin lê hûn li bajarên xwe hûn nikarin alaya xwe hildin. Ev jî vekirî nîşan dide ku polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê çendî bi sixtekarî ye, çendî dirû ye. Em dizanin ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi vê rastiya AKP’ê dizane. Lê PDK jî divê vê rastiyê bizanibe.
‘HEMÛ KÊFERATA ERDOGAN EW E KU DI NAV KURDAN DE ŞEREKÎ DERXÎNE’
Divê were zanîn ku hemû kêferata Erdogan ew e ku dixwaze di nav Kurdan de şerekî derxîne. Heke di nav Kurdan de şerek derkeve wê çi sûda vê ji Kurdan re hebe? Bi rastî jî em dixwazin vê fêhm bikin. Mînak piştî şerê li Şengalê nûçegihanan ji wezîrê karê derve pirsa rewşê kirin. Wezîr jî hema di cih de dengê xwe li çapameniya Tirk kir û got hin planên wan li ser vir hene û divê nebe rojev. Ango çavê dewleta Tirk li Şengalê bû û alîgirê wê bû li vir şerekî mezin çêbibe. Ji bo ku zêdetir dagir bikin li bendê bûn. Heke li Şengalê provakasyonên mezintir çênebûbûn ev ji ber nêzîkatiya berpirs a tevgera me bû. Me fêhm kir ku ev lîstika hêza dagirker e û me jî weke tevger xwest ku vê lîstikê xira bikin. Em wiha jî nêz bûn.
‘ŞEREKÎ NAV KURD HERAM E’
Ez dixwazim vê bibêjim. Ev ji mêj ve ye ku gerîlayên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ne. Ji Başûrê Kurdistanê bila kesek derkeve û bibêje ev ziyan dane min. Tiştekî wiha ne pêkan e. Hebûna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me yê Başûr ne tehdîtek e. Li dijî siyasiyên Başûr ne tehdîtek e. Her wiha ji bo yek partiyeke siyasî ya başûr ne tehdît e. Ên ku berevajî vê dibêjin bila li dîrokê binerin. Di demên dijwar de gerîlayên Kurdistanê bi hawra Başûrê Kurdistanê ve çûne, ne AKP. Dema ku DAIŞ êrîş bi ser xaka Başûr de anî AKP alîkarî nedaye Başûrê Kurdistanê. Ê ku çûyî Kerkûkê, Şengalê, Mexmûrê gerîlayên Kurdistanê bûn. Divê ev rastî baş were fêhmkirin. Heke li vir wê behsa tehdîdekê were kirin, ev baregehên leşkerî yên Tirk in ku li Başûrê Kurdistanê di rewşa dagirkeriyê de ne. Divê ev baş were fêhmkirin.
Ango divê mirov ji hikûmeta Tirk a di rewşa dagirker de bipirse; çi kar û barê we li vir heye? Ango heke li vir kêşeyek hebe divê ev di navbera Kurdan û hêzên Kurdan de bi rêyên diyalogê çareser bibin. Divê ji dîrokê ders werin girtin. Carinan Tirk gefê li me dixwin. Bila were zanîn ku PKK ne hêzeke wiha ye ku ji gefan bixwe. Ango ev 40 sal in ku em bi dewleta Tirk re di nav şerekî de ne, em wan baş nas dikin. Bila ne li bendê bin ku bi gefên wiha em bi paş ve gav bavêjin. Ti sûda kesî ji van gefan nîn e. Em vê zelal dibêjin; ji niha û pê de şerekî nav Kurd heram e. Ji ber ku ti kêşeyeke ku bi rêya diyalogê çareser nebe nîn e. Ango dostên Kurdan dîsa Kurd in. Divê hemû derdorên siyasî û civaka me vê baş bizanibe.
‘2008’AN GERÎLA ÊRÎŞA LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÛÇ KIR’
Ez vê jî bibêjim. Heke îro PKK mezin bûbe û xwe pêş xistibe bila kes ji vê netirse. Ji ber ku ev hêz di sûda Kurdan de ye. Ez vê jî bibêjim. Heke îro PKK ne li vir bûya, Erdogan û dewleta Tirk wê Başûrê Kurdistanê qebûl bikirana? Wê hurmeta bidana vîna vir? Wê alaya Başûrê Kurdistanê hildana? Teqez na. Me rûyê rast ê Erdogan 2008’an jî dît. Wê demê nexşereyên operasyonê hevalên me bi dest xistibûn. Hedef Duhok bû. Wê demê ev digotin, ‘’Em ê ti caran vê sîstema eşîrê qebûl nekin.’’ Wê demê gerîlayên Kurdistanê ev êrîş pûç kirin. Ango hişmendiya ku gerîla weke tehdît dibînin şaş in. Ji ber ku ev propagandaya dewleta Tirk e. Gerîla, kengî êrîşek bi ser gel û nirxên gel de dibe, peywira li ser xwe pêk aniye û wê pêk jî bîne.
‘’MÎT DIXWAZE LI BEHDÎNANÊ TEVLÎHEVIYAN BIKE’
Ez dixwazim agahiyeke dî bi we re par ve bikim. MÎT’ê wek ku ji Şengalê encam wernegirtiye dixwaze van demên dawî li Behdînanê tevlîheviyan bike. Li qiraxên rêyan tûnel kolane û hin kesên fitnê jî MÎT dana pişt xwe û dixwazin li ser PKK’ê bihêlin. Hûn ji kû dizanin ku PKK’ê ev kiriye? MÎT’ê ev ji we re got? Bila baş li van tûnelan bikolin, MÎT’ê yan jî hine girêdayî MÎT’ê ev tûnel kolane. Ji bo vê em dibêjin divê her kes şiyar be. Bi rastî jî ji bo gelê Kurdistanê fersendên dîrokî hene. Dibe ku ramanên siyasî cuda bin, lê siberoja gelê Kurdistanê divê li pêş her tiştî be. Êdî em tenê ji bo du parçeyên Kurdistanê nabêjin, azadiya tevahiya Kurdistanê nêz e. Ev ne xeyal e ne xewn. Ev rastiyek e. Ji bo vê jî divê em kêferatê bikin.
‘TEKANA HÊZA LI DIJ STATÛYA KURAN DEWLETA TIRK E’
Tevgera me gelek caran hewl da ku Kongra Netewî ya Kurd pêk were. Lê ji bo me ya girîng çiye? Divê hemû hêzên Kurd ji bo planên dagirkeran pûç bikin, kêferatê bikin. Jixwe qels ketiye. Niha tekane hêza li dij statûya Kurdan dewleta Tirk e. Ji bo vê jî divê pûçkirina ev siyaseta dewleta Tirk divê hedefa pêşî be. Ji bo vê jî divê bi lezgînî em werin gel hev û kêferateke hevpar bikin. Ji bo me ya lezgîn ev e.
‘ÇALAKIYA HEVALÊN LI ZINDANA MESAJA WÊ YE KU KURD NIKARIN RADEST WERIN GIRTIN’
Çalakiya hevrêyên me yên li zidanan pir nirxdar û rûmetdar e. Ez hemû hevrêyên me yên ku pêşengiya vê çalakiyê kirin slav dikim. Em jî weke hevrêyên wan ên gerîla ji bo ku bibin bersiv ji vê helwesta wan re em di nav hewldanan de ne. Çalakiyên hevalên li zidanan girîng e û watedar e. Mesaja ku li vir tê dayin girîng e. Mesaj pêşî ji bo dewleta Tirk e, ‘’Hûn bajarên me kavil bikin jî, mirovên me bikujin jî, zindanan tije bikin jî, tu dewletî , belkî dikarî vê terorê bikî, lê ti caran nikarî me radest bigirî, bi hilweşandin û hêzê nikarî Kurdan radest bigirî.’’ Di dema Çîller de 4000 gund hatin şewitandin. Bi hezaran mirov bi faîlî meçhûl hatin kuştin. Kurdan serê xwe netewand, radest nebûn. Niha wê radestî terora AKP’ê bibe? Xuya dibe ku AKP ne ew çend xur e. Mesaj ku hevalên me yên zindanan dibêjin ev e; ‘’Belkî we em kiribin zindanan lê hûn nikarin me radest bigirin, hûn nikarin vîna me radest bigirin. ‘’ Mesaja duyê ji bo me ye, ji bo gelê me ye.
‘DIVÊ CIWANÊN KURD JI FAŞÎZMA TIRK RE BIBIN BERSIV’
Heke hevalên me di şertên ew çend dijwar de helwesteke wiha dikarin nîşan bidin, berpirsyariya yên li derve girantir e. Bi taybetî jî ciwanên Kurd divê bibin bersiv. Niha ciwanên Kurd li dijî van kirinên AKP’ê û li pêş vê helwesta zindanan wê bêbersiv bimînin? Wê serê xwe bitewînin, radest bibin? Piştî têkoşîna mezin a 40 salan em ê bi paş ve gav neavêjin. Ew çend lehengî û fedakarî hene.
Bila kesek ne li benda vê be. Ez dixwazim bi taybetî bang li ciwanan bikim. Wezîrê karê hundir ê Tirk heye. Her roj ê ku diaxive elemanyê JÎTEM’ê ye. Dibêje tevlêbûna nav me pir kêm bûye. Ev derew e. Lê divê bersiveke ciwanên Kurd ji vê re hebe. Niha bihar hatiye. Li dijî vê zilma AKP’ê, van derewan û li dijî van êrîşan ciwanên Kurd wê bêbersiv nemîne. Û dizanin wê çi bersivê bidin van daxuyaniyên Soylu. Dîsa dixwazim ji hemû gelê me re vê bibêjim. Rast e ku Erdogan û mêtingeriya Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşê bi ser gelê me de tîne. Em di pêvajoyeke şer a giran re derbas dibin. Lê divê ev neyê jibîkirin, em Kurd û tevger ji her demê xurttir in. Ji bo Tirkan jî weke berê devereke ku xwe bispêrinê nemaye. Di nav xwe de kêşeyên mezin dijîn. Heke em jî bi semax, bi ragirî têkoşîna berxwedanê geş bikin weke wan ên din em ê Erdogan jî bişînin ser sergoya dîrokê. Û ev ê azadiya gelê Kurd jî û azadiya Rêber Apo jî bi xwe re bîne.’’