Bahoz Erdal: Divê em xwe ji şerekî mezin re amade bikin

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal got, "Divê gelê me di nava bendewariya aştiyê de nebe. Ji ber ku herêma Rojhilata Navîn bi temamî di nava şer de ye û her mirovên li vê herêmê di nava vî şerî de cihê xwe digirin."

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal ji Stêrk TV re, têkilî geşedanên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiye, li ser têkiliyên Başûr û rejîma AKP’ê axivî û diyar kir baregehên leşkeri yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û xebatên îstîxbarî yên ku îstîxbarata PDK’ê dijî wan dike agahiyên girîng da û hişyarî da derdorên têkildar.

Li ser pêvajoya nû jî Dr. Bahoz Erdal got, "Divê gelê me di nava bendewariya aştiyê de nebe. Ji ber ku hemû herêma Rojhilata Navîn di nava vî şerî de ne û her mirovên li vê herêmê dijîn  jî di nava vî şerî de cihê xwe digirin. Lewma divê di her warî de em xwe ji berxwedanî û şerekî xurt re amade bikin. Divê em jî vî şerî û ji vê berxwedaniyê netirsin. Çi berdêl ji bo vî şerî pewîst be em neçarin ku bidin. An em ê weke gelekî bi rûmet û kerameta xwe bijîn, an jî xwe mehkûmê koletiya hezar salên dinê bikin. Heta niha gelê me bi biryar e û dudiliyan najî."

Hevpeyvîna ku bi Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal re hatî kirin wiha ye:

GEL LI SER XETA BERXWEDANÊ YE, GERÎLA SENGERÊN XWE DIPARÊZIN

- Rewşa Bakurê Kurdistanê û pêşketinên dawî yên li Tirkiyê çawa dinirxînin?

Ji sala 2015’an û vir ve deshilata AKP-MHP’ê li Kurdistanê dest bi şerekî nû kirine. Ji gelek eniyan ve li ser gelê me û tevgera me gelek êrîş pêş xistin. Li gor konsepta ku plan kiribûn, divê niha bigihîşta armancên xwe. Di nava vê konseptê de êrîş ji hemû eniyan ve pêk dihat. Em ketine sala 2019’an. Eger em şerê van çar salên dawî binirxînin, gel û tevgera me li hemberî êrîşên hovane û siyaseta dewleta Tirk berxwedaniyek pir mezin dane meşandin. Bêguman di vê pêvajoyê de me gelek zehmetî kişandin, gelê me ji ber vî şerî gelek êş kişand, gelek berdêlên hêja hatin dayîn, gundên me, bajarên me hatin ruxandin û şewitandin. Lê belê ew berxwedanî berxwedaniyek dîrokî bû. Di encama vê yekê de em dikarin bibêjin ku, konsepta Erdogan-Bahçelî bi ser neket. Di warê leşkerî de bi ser neketin, gerîlayên azadiya Kurdistanê him li Bakurê Kurdistanê, him jî li Başûrê Kurdistanê sengerên xwe diparêzin. Hêza gerîlayên Kurdistanê ji ya berê zêdetir e û di cihên pêwîst de berxwedaniyeke hêja û bi biryar dide meşandin. Wana digotin, “em ê di warê leşkerî de gerîla tine û lewaz bikin.” Lê belê ew bi ser neketin. Di warê leşkerî de jî binketin  ku şerê vê biharê jî ispata vê yekê ye; di warê siyasi de jî binketin. Gelê me li ser gotina xwe ye, li ser xeta berxwedanî û azadiyê ye, li ser xeta Rêber Apo ye. Encamên hilbijartinên şaredariyan jî bû nîşaneya vê yekê. Gelê me bi vê peyamê got, “ey Erdoganê faşîst, ey Bahçeliyê xwînxwar hûn dewletin, hûn dikarin me bigirin, lê hûn çiqas bi terorîzm û qirkirinê bêne li ser me jî em ji xeta berxwedaniyê dernakevin.” Ji vî aliyê ve jî hêza siyasî ya gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê bi wesîleya vê hilbijartinê derket holê. Yên ku binketin deshiladariya faşîst bû. Ji warê leşkerî û siyasî ve ew têk çûn. Ev hilbijartinên dawî ji bo deshildariya AKP-MHP’ê têkçûnek gelek xurt bû. Ji wir û şûnde rewatiya desthildariya AKP-MHP’ê neket nîqaşê. Dixwestin bi vê hilbijartinê hêza siyasî ya gelê Kurd bişkînin û bi vî şeklî xwestin xwe ji milê siyasî ve xelaskerên Tirkiyê bidin nîşan û hêza Kurdan lewaz bikin. Armanca wana ew bû ku, emrê deshilata xwe bi vî awayî dirêj bikin. Lê belê ew bi xwe ji milê siyasî ve têk çûn. A herî girîng jî ew bû ku, ji milê aborî ve jî ew têk çûn.

Niha li Tirkiye qeyranek kûr a aborî heye. Hindek kes li ser vê mijarê nîqaş dikin, lê belê nîqaşên wana şaş in. Erdogan  bi rêka medya û ragîhandina xwe ve dixwaze vê yekê rûpêç bike û li gel vê şaş bide nîşan. Lê belê diyar e ku komkujiyên di nava çar salan de dayî meşandin û berxwedaniya gerîlayan ew kişandin nava qeyranek kûr a aborî. Sedema qeyrana aborî ya li Tirkiyê, ev şerê çar salan ê ku Erdogan dide meşandin e. Vê yekê ji gelê Tirkiyê vedişêrin. Divê hemû hêz û kesên demokratîk vê rastiyê ji gelên Tirkiyê re jî bibêjin. Îro gelên Tirkiyê xizan e û nikarin debara jiyana xwe bikin. Sedema xwe jî ji şerê Erdogan û Bahçelî dide meşandin e. Polîtîkayên wan ên şerê li Kurdistanê didin meşandin, îro Tirkiye xist vê rewşê. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin, di şerê çar salan de dagirkeriya Tirk û tifaqa AKP-MHP’ê hem di warê leşkerî de binketin, hem di warê aborî de têkçûn hem jî rewatiya wana ya desthilatê nema. Gelê me li ser xeta berxwedaniyê ye, gerîlayên azadiyê sengerên xwe diparêzin. Em dikarin bibêjin, ji berê bi biryartir û xurtir e.

‘GEL DIVÊ XWE JI ŞEREKÎ XURT Û DOMDIRÊJ RE HAZIR BIKE’

- Di pêvajoya pêş  de amadekariyên gerîla çi ne?

Deshilata AKP’ê li ser siyaseta şer û komkujiyê bi israr e. Tenê ev rê mane ku ji bo deshilata xwe li ser lingan bigire. Ji gelên Tirkiyê re dibêjin, “Kurd wê Tirkiyê xira bikin” bi fobiya Kurd û Kurdistanê dixwazin çavê gelên Tirkiyê bitirsînin. Xwe jî weke parazwanê Tirkiyê dide nîşan. Tenê ev rêbaz di destê Erdogan de maye. Weke din jî Rojhilata Navîn di nava şerekê de ye. Li Rojhilata Navîn yek welat nîne ku şer lê naqewime. Diyar e ku, ev şer di demekî kurt de bi dawî nabe. Ji ber vê yekê gerîlayên azadiya Kurdistanê xwe li gor şerekî demdirêj û berfireh amade dikin. Stratejî û taktîkên xwe li gor vê yekê amade dikin. Jinûve avabûna xwe, rêbazên xwe yên şer, perwerdeyên xwe li gor şerekî demdirêj û berfireh amade dikin û jixwe ev yek jî pêwîst e. Ji ber ku hemû herêm û Kurdistan di nava şerekî mezin de ye. Yên ku pêşiya xwe nebînin û li gor vê yekê xwe amade nekin, ne gengaz e ku li ser lingan bisekinin. Ji ber vê yekê gerîlayên azadiya Kurdistanê demkurt nafikirin. Ji bo têkçûna hemû siyasetên dagirkeriyê ev sê sal in hem ji milekê şer kir, hem xwe jinûve ava kir.

Em dikarin amadekariyên gerîla pênase bikin. Berxwedaniya vê biharê jî diyarkir ku gerîla xwe nû dike. Gerîla dema rêbazên xwe baş bi kar bîne, dikare teknolojiya di destê dagirkeriyê de vala derbixe, dikare derbeyên giran lê bixe û dikare wî bikşîne nava qeyranê. Gelê Bakurê Kurdistanê jî divê xwe ji şerekî, berxwedaniyekî xurt û demdirêj re amade bike. Divê gelê me di nava bendewariya aştiyê de nebe. Ji ber ku hemû herêma Rojhilata Navîn di nava vî şerî de ne û her mirovên li vê herêmê jiyan dikin jî di nava vî şerî de cihê xwe digirin. Lewma divê di her warî de em xwe ji berxwedanî û şerekî xurt re amade bikin. Divê em jî vî şerî û ji vê berxwedaniyê netirsin. Çi berdêl ji bo vî şerî pewîst be em neçarin ku bidin. An em ê weke gelekê bi rûmet û kerameta xwe bijîn, an jî xwe mehkûmê koletiya hezar salên dinê bikin. Heta niha gelê me bi biryar e û dudiliyan najî. Dema ku her kesên xwe bi xurtahî ji şer û berxwedaniya li hemberî faşîzm û polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê re amade kirin, hêza xwe ya çalakiyê nîşan dan, ket di nava berxwedaniyê de, wê demê ev dagirker wê fêm bikin ku siyaseta wana bi sernakevin. Ew siyaset zirar e, wê li wana bide windakirin. Wê demê wê maf û azadiya gelê me bipejirînin. Ger azadiya gelê me pejirandin ji xwe aştî jî wê demê pêk te. Aştiyekî bê azadî ne gengaz e. Ji bo her çar parçeyê Kurdistanê ev yek pewîst e.

 ‘HEBÛNA KURDAN, MAFÊ KURDAN, AZADIYA KURDAN LI TI CIHÎ NAPEJIRÎNIN’

-Wekî hûn jî dizanin, Mevlut Çavuşoglu serdana Bexda û Başûrê Kurdistanê kir. Ji milekî ve li Bakurê Kurdistanê komkujiyan pêk tînin, ji aliyê din ve jî xwe wekî dostên Başûrê Kurdistanê nîşan didin. Nêrînên we li ser vê mijarê çi ne?

Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi vê rewşê nexweşhal û aciz in. Çavuşoglu û hikumeta wî li Bakurê Kurdistanê destgîr dikin, digirin, êşkence li dayîkên heftê salî dikin, her roj mirovan dikujin. Lê dema ku têne Başûrê Kurdistanê jî weke qralan têne pêşwazîkirin. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi vê yekê diêşe, dişkê û ji vê yekê aciz e. Ez bawer im, gelê Başûrê Kurdistanê jî ji vê yekê nexweşhal e. Hikumeta AKP’ê ya ku li Bakurê Kurdistanê Kurdan qir dike, destgîr dike û rê nade çalakiyek herî piçûk, li Başûrê Kurdistanê ji Kurdan re bibe dost û heval. Ev yek ne gengaz e. Rastiya Erdogan eşkere bû. Mirovê ku piçekî agahiya xwe ji herêmê hebe, wê bizanibe tiştek bi vî awayî ne gengaz e. Van du-sê salên xwe yê dawî tişteke xwe yê baş heye ev jî; rastiya Erdogan eşkere bû. Heta çend sal berê jî hindek kesan digot; “Erdogan dixwaze ji bo kêşeya Kurd hindek gavan biavêje.” Lê dixwestin PKK’ê tawanbar bikin. PKK’ê jî Serok Apo jî li beramber gaveke wan, ji bo aşitiyê du gav avetin. Eşkere bû ku, di meseleya pejirandina Kurdan de Erdogan derewîn e. Eşkere bû ku Erdogan dijminê Kurdan e. Hebûna Kurdan ranake. Em bawer in ku kesên gumanên wana hebûn jî, di vê mijarê de zelal bûn. Ev dewleta Tirk ne dijminê Kurdên Bakur û PKK’ê tenê ye. Weke hindek kesên derewan dikin û dibêjin; “erê em ji Kurdan hezdikin, lê belê PKK xirab e.” PKK kî ye? PKK mafê Kurdan diparêz e.

Çend mînakên dîrokî em bibêjin:Dewleta Tirk di sala 1936’an de, hîna Sûriye di bin mêtîngeriya Fransayê de bû, li Şamê çend xortên Kurd komek a futbolê avakirin. Navê wê kirin qulûba Kurdistan. Wê demê heyeta Tirkan li gel Fransayê got, “em napejirînin.” Di sala 1949’an de li Sûriyê derbeya leşkerî pêkhat, deshilat jî Hisnî Zaîm bû û kesekî Kurd bû. Serokwezîr Mûhsîn Berazî bû; ew jî Kurd bû. Ev kesên henê Xwedî li mafên Kurdan jî dernediketin. Dema ku li wê derê derbe pêk hat, dewleta Tirk got, “wana bin bixin, heta hûn bikaribin wana bikujin, em ê alîkariya we bikin.” Ranekir ku kesek Kurd, ku xwedî li Kurdîniya xwe dernediket jî bibe deshilat. Di sala 1959’an de Cemal Ebdulnasir li Misrê destûr da ku ji bo çend seatan weşana Kurdî bê kirin. Heyeta Tirkiyê got, “em napejirînin radyoya Misrê bi Kurdî weşan bike.” Di sala 1956’an de li Swîsre ciwanekî Kurd ê bi navê Nuredîn Zaza yê ku xwendewanê zaningehê bû, ji ber komaleyek ji xwendewanên Kurd avakiribû, Tirkiye gef li Swîsre xwar û got; “divê hûn vî kesî li der sînor bikin.”Heta li Başûrê Kurdistanê, peymana 11’ê Adara 1970’an dema Sedam Huseyîn hukma zatî pejirand ji bo Başûrê Kurdistanê, yek ji wan tiştên ku bûyî sedem ne ketî merîyetê dewleta Tirk gef li Sedam Huseyîn dixwar û got; “ez napejirînim tu hikma zatî bidî Kurdan, eger tu hikma zatî bidî Kurdên Iraqê, ew ê Kurdên vê derê jî ji wana hêz bigirin û wê ji bo min serêşî avabikin.

Tirk asteng bûne. Van rojên dawiyê li Japanê, zaningehek li Tokyo yê biryar daye ku waneya Kurdî bide. Çavuşoglu yê ku li Hewlêrê wekî melîka hat pêşwazîkirin dibêje,“ez napejirînim ku li Tokyo perwerdeya Kurdî bidin.” Ev yek dide diyarkirin ka dewleta Tirk çiqas dost û dijminê gelê Kurd e. Meseleya dewleta Tirk û meseleya zîhniyeta deshilata li Tirkiyê, ne meseleya bakur tenê ye; ne tenê meseleta PKK’ê ye. Hebûna Kurd, mafê Kurd, azadiya Kurd, li tu cihê napejirînin. Heta destûr nade zimanê Kurd li Japanê bê pejirandin. Kesên di nava siyaseta Başûrê Kurdistanê de eger ev heqîqet fêmnekiribin, divê ji vir û şûnde fêm bikin. Ne gengaz e ku siyaseta dewleta Tirk a klasik ji bo berjewendiya gelê Kurd be. Ne gengaz e ku ji gelê Başûrê Kurdistanê re dost û heval, ne gengaz e ku xêr û dahatûya gelê Başûrê Kurdistanê bifikire. Ew jî baş dizanin di referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de jî bi DAÎŞ’ê êrîş birin li ser.

‘TÊKILIYA BAŞÛR Û PARÇEYÊN DIN TÊKILIYEKE DÎYALEKTÎK E’

- Helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê hûn çawa dinirxînin?

Partiya ku serkirdetiya Başûrê Kurdistanê dike di warê siyasî de nêrînan wana teng e li ser Kurd û Kurdistanê. Siyaseteke ku xwe kişandiye nava qalibên xwe. Bi vê siyasetê dibêje, karê min bi perçeyên dinê yên Kurdistanê nîne. Ev siyaset şaş e. Yek; ev siyaset ji bo Kurdistanê xeterî û zerarên xwe gelek in. Didu; feyde xwe ji bo Başûrê Kurdistanê jî nîne. Niha ez mînakekê bidim:Başûrê Kurdistanê statûyeke xwe heye. Hindek destkeftî avabûne. Ev ne sudfayekî di sala ‘90’an de çêbûye. Di salên 1970’an de jî gengaz bû ku tiştek bi vî awayî li Başûrê Kurdistanê pêk bê. Wê demê di navbera Îsraîlê û Ereban de şer hebû, herêm tevlihevbû û wê demê jî derfet hebûn statûyek bi vî awayî bê avakirin. Di salên 1980’an de şer di navbera Iraq û Îranê de hebû, wê demê jî dikarîn statûyê bidin Başûrê Kurdistanê. Çima ev yek wê demê nekirin? Ji ber ku li perçeyên dinê yên Kurdistanê tevgera Kurdan nebû,yan jî bêtesîr bû. Eger federasyona Başûrê Kurdistanê xwe li ser lingan girtiye, ev yek jî bi agirê şoreşê yê ku li Bakurê Kurdistanê bilind bûye ve ji nêz ve pêywendîdar e. Li Bakurê Kurdistanê piştî şoreş di pêşengtiya PKK’ê de pêşket, di salên 1990’an de xurt bû, serhildan çêbû, gerîla mezin bû û dewleta Tirk tengav kir;vê yekê rê neda ku weke berê dewleta Tirk pêşiya Başûrê Kurdistanê bigire. Vê yekê rê li ber vekir ku Başûrê Kurdistanê bibe xwedî statû û li ser lingan bimîne û heta roja me ya îro were. Di vî warî de peywendiyek diyalektîkî di navbera Başûr û perçeyên dinê yên Kurdistanê de heye. Eger em dest ji perçeyên dinê yên Kurdistanê berdin û tenê pêşeroja Başûrê Kurdistanê bifikirin, divê vê yekê bizanibin eger tevgera Bakurê Kurdistanê, berxwedana Bakurê Kurdistanê, li ser lingan be, ev der dikare xwe li ser lingan bigire û xurt bibe. Tu vê ji hev qut bikî, ango tu mezinbûna şoreşa Bakurê Kurdistanê ji bo xwe weke xeterî bibînî, wê demê tu berjewendiyê gelê Başûrê Kurdistanê nafikirî.

Berpirsyartiyên rêveberiya hikumeta Başûr ên Kurdistanî jî hene. Demekê ew di tengaviyê de bûn, baregehên wana li geliyê Oremarê bûn, li geliyê Qomata bûn, li Çelê bûn, li Şemzînan bûn, li Cûdî bûn, li Rojavayê Kurdistanê bûn; gelê Bakur alîkariya wana dikrin. Di demên Enfalê de gelê me yê Bakur xwarin ji devê zarokên xwe derxistin û xizmeta gelê me yê Başûr kir. Her dema ku êrîş li ser Başûrê Kurdistanê çêdibûn di serî de gelê Bakur û tevgera me her tim bûn xwedî helwest û bertek. Herî dawî jî dema DAÎŞ’ê êrîş bir li ser Başûrê Kurdistanê li eniyên Giwêr, Kêlek, li eniyên Mexmûr, Kerkûk, Şengal ên di sengeran de şer kirin ne leşkerên Tirk bûn, gerîlayên PKK’ê bûn. Heta ji destê me tê, em dixwazin berpirsyartiyên xwe yên Kurdistanî pêk bînin. Lê belê berpirsyartiyên wana jî hene. Erdogan dibêje ku, li Bakurê Kurdistanê tişteke bi navê Kurd nîne. Bi şeklekî eşkere dibêje “Kurd û Kurdistan nîne” û li gor wê nêzîk dibe. DAÎŞ’ê jî tiştek bi vî awayî nekiriye. Gelo helwesta siyasî ya rêveberiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî vê yekê çiye? Erdogan dibêje,Kurdistan nîne. Ji bo 30 milyon Kurdên Bakur vê yekê dibêje. Hûn dibêjin,“em birayê hevdû ne.” Başe; eger birayê hevdû ne, hûn ji bo vê helwesta Erdogan di derbarê gelê Bakur de çi difikirin? Yek gotin jî nekirin.Hatin Efrîn dagirkirin, yek gotin nekirin. Efrîn ne ya PYD’ê bû, ev mijareke netewî ye. Dema ku DAÎŞ’ê êrîş bir li ser Hewlêr, Kerkûk û Şengalê, me ne got ev a yêkitiya Kurdistanê ye, ev yêPartiya Demokrat e, em li ser meselên hizbî nefikirîn. Em bi Kurdistanî fikirîn. Me got xeterî li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê heye û em bi wana re ne.

‘DIVÊ SIYASETA KURDISTANÎ ESAS BIGIRIN’

Em bi meseleyê hizbî nefikirîn. Hikumeta Başûrê Kurdistanê eger bixwaze bihêz bibe divê bi bûuta Kurdistanî bifikire. Divê siyaseta Kurdistanî esas bigirin. Ne mecbur in ku weke berê di binê siya dewleta Tirk de bimeşin û di hundirê sînorên Tirkiyê diyarkirî de tevbigerin. Berê digotin “em mecbur in”, lê belê niha ne mecbur in; ji ber ku pir berdêl dan. Tevgera Kurd pir xurt e. Heta daxwaza me ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, yên Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê ew e ku vê mijarê nîqaş bikin, dîyalektîka navbera Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û perçeyên dinê nîqaş bikin. Ez çima bi taybetî dibêjim Bakurê Kurdistanê?Ji ber ku dewleta herî zêde dijminahiya gelê Kurd dike, yên ku tu mafên gelê Kurd napejirîne û ji bo her kesê asteng dewleta Tirk e. Ez ji bo vê yekê dibêjim Bakurê Kurdistanê. Lewma divê rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û her kes vê heqîqetê bibîne. Destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê xwedî têkiliyek diyalektîk e bi perçeyên dinê re. Divê ev yek bên dîtin, bên nîqaş kirin û bên fêmkirin. Û divê li gor vê yekê hişmendiyek, siyasetek Kurdistanî û netewî pêş bikeve. Bila careke dinê xweseriyek a Başûrê Kurdistanê hebe, em li hemberî vê yekê rêzdar in, em careke dinê şert û mercên Iraq û Başûrê Kurdistanê li ber çavan digirin. Lê belê em eger ji bûutê Kurdistanî qut bikin hem ji bo Kurdîstanê, hem jî ji bo bûutê Başûrê Kurdistanê xeter û zerar e.

‘BAREGEHÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛR ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA KOORDÎNE DIKE’

- Li ser Herêmên Parastinên Medyayê gelek êrîşên esmanî pêk tên.Ji milekê ve li ser rola leşkerên Tirk yên li baregehên li ser erdê Başûrê Kurdistanê guftigo çêdibin…

Em niha dixwazin hindek tiştan bi awayekî zelal ji gelê xwe re, ji gelê Başûrê Kurdistanê re parvebikin. Bi rastî jî ev demên henê ji bo şoreşa Kurdistanê pir guncaw in. Ev dem ne ew dem e ku tevgerên Kurdîstanî li dijî hevdû derbîkevin e. Berovajî divê têkilî û mecrayên wana bi hevdû re hebin. Eger heta îro me bi dengek bilind rexne nekiribin jî sedema xwe tenê ev bû. Divê em şertan ava bikin da hêzên Kurdistanî nêzî hev bibin, ne ku ji hevdû dûr bikevin. Em heta niha jî hewldanên vê tiştê didin. Ya yekemîn baregehên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne. Şerên li hemberî gerîla ên li Qadên Parastinên Medyayê ev baregeh kordîne dikin. Berê di navbera me û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê de tefahûm hebû. Ev bi vî awayî bû ku em li wana armanç negirin, lê divê PDK jî rê nede ku ew jî êrîş bibin li ser me. Xema me ew bû ku aramiya xaka Kurdistanê xirab nebe. Eger hun alîkariya me jî nakin, bila dijminahî jî di navbera me de nebe û em jî şerê xwe li Bakurê Kurdistanê dimeşînin. Armanca me ew bû ku aramiya herêma Kurdistanê xirab nebe. Em dizanin ka li van baregehan de çend leşker, çend tank û çend fermandarên wana yên ku destê wan li xwîna rêhevalên me gerayî hene. Li ser xatirê aramiya herêmê ev çend salin me dengê xwe ne dikir. Di van salên dawî de ev tiştên min rêzkirîn xirab bûn. Niha jî hemû êrîşên li Başûrê Kurdistanê yên li ser hevalên me bi kordîneya vana pêk tên. Gelek amûrên şer yên nû anîne li van baregehan û kordîneya vana hemû ji wan baregehan tê kirin. Her wiha îstîxbaratan kom dikin, li hemberî me bûne biryargehên şer li Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê bi kiryarî êrîş tînin li ser me. Ya ku herî zêde aramiya Başûrê Kurdistanê xirab dike ev baregeh in. Me tenê ji ber sedemekê bersiv neda wana; ew jî ji ber aramiya herêmê û ji ber berjewendiyên Kurdistanê bûn. Lê belê êdî gihaşt asteke wisa ku pir eşkere dimeşînin.

‘SAZIYA PARASTINÊ YA PDK’Ê ŞEREKÎ ÎSTÎXBARÎ LI DIJÎ ME DIKIN’

Ya duyemîn jî, saziyên ewlekariya Partiya Demokrata Kurdistan a Iraq, saziya Parastin a îstîxbaratê, şerekî îstîxbaratî li dijî me dane destpêkirin. Pir kesên ji gel bi taybet wezîfedar dikin. Mînak ji wana dipirsin; “Cemîl Bayik li kuderê dimîne; cihê ku lê dimîne şikeft e; eger şikeft be cihekî çawane, eger ne şikeft be li ku derê dimîne?” Li ser nexşeyê cih nêz dikin û dibêjin, “ka bibêjin li kuderê ye.” Dibêjin, “Murat Karayilan li ku derê ye, çend kes wî diparêzin, çawa diçe û tê vana çawa têne li gel hev.” Bi heman şêweyî dixwazin di derbarê hevalên me de îstîxbaratan kom bikin. Îstîxbaratên kom dikin jî didin MÎT a Tirkan ango didin baregehên leşkerê Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Li gor van îstîxbaratan jî balafirên şer radibin û bombarduman dikin. Niha rewş bi vî awayî ye. Ez ji vê tiştê re nabêjim, ”şik e, guman e, ango texmîn e.” Ji ber ku ev yek zelal e; ez vê yekê eşkere dibêjim. Em baş dizanin ku yên vî karî bi rêxistin dikin kî ne. Em dizanin ev kes kî ne, li kuderê ne û çi dikin. Ev yek heqîqeteke.

BANGA LI MESÛD BARZANÎ

Ji bo vê yekê me ev yek bi rêka ragihandinê ji bo gelê xwe weşand, di serî de ji bo gelê Başûr. Me destpêkê got qey saziyên îstîxbarata Tirkan ketiya nava saziyên Başûr. Ev kar di asta jor de bi plan tê meşandin. Heta parastin gef li hindek gundiyên herêma Behdînanê dixwe û dibêje, “yan hûn ê di derbarê cihê PKK’yiyan de agahiyan bidin me, yan jî em hûn dê gundên xwe biterikînin û em nahêlin hûn bikevin gundên xwe.” Me xwest em vê rewşê fêm bikin. Ji ber vê me agahî ji Birêz MesûdBarzanî re şand û me got; “rewş bi vî awayî ye, hûn bi vê rewşê agahdarin, an eger agahiya we ji vê yekê nîne, divê hûn pêşî li vê yekê bigirin.” Kî di derbarê hevalên me de, di derbarê gerîlayan de agahiya kom bikin û bidin saziyên îstîxbaratê û balafirên şer bêne hevalên me şehîd bixin, karê dijminahiyê dike, karê sîxuriyê ye. Tu têkiliya vî/van kesan bi Kurd, Kurdistanî û welatparêziyê ve nîne, ev dijminahiye. Niha jî bangawaziya me li Birêz MesûdBarzaniye; em dibêjin pêşiya van karên xirab bigire, ev karê tê kirin kareke xirab e. Ev yek têkiliyên navbera hêzên Kurdistanî dînamît dike. Ev dijminahiye; yên ku dijminahiyê bike, bila eşkere ji gel re bibêje,‘em dijminihiyê dikin.’Hûn çima îstîxbaratê didin dewleta Tirk, sedemên vê bibêjin. Çi berjewendiya Kurdistanê di vê karê de heye, çi berjewendiya gelê Başûrê Kurdistanê di vî karî de heye. Eger hûn dibêjin ne wisa ye, dest ji vî karî berdin. Carek dinê banga me ew e ku pêşiya vê yekê bê girtin.

Ji milê dinê ve jî ev aramiya herêmê dike binê xeteriyê. Eger Kurdistanê nafikirin jî dibêjin, “bila PKK lewaz bibe, bila PKK bin zextê de be ji bo me baş e.” Lê belê ev yek ji bo herêmê jî ne baş e. Eger dest ji vê siyasetê jî bernedin wê aramiya herêmê jî bixin binê xeteriyê. Weke PKK ji bo aramiya Başûrê Kurdistanê çi ketiye li ser milên me,me texsîr nekiriye û ji vir û şûnde jî em amade ne. Ya yekemîn baregehên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bûne biryargehên şer, ya duyem jî karên sîxuriyê û ajantiyê piştî wezîrê Tirk hat çalaktir bû û êdî pir eşkere didin meşandin, êdî ji her kesê îstîxbaratan dixwazin.Aramiya herêmê jî dê wek niha nemeşi, ev aramiya herêmê jî dixe xeteriyê. Xwîna gerîlayên Kurdistanê ew qasê ne erzan e. Ew zarokên vî gelê ne; ji bo xelkê Amedê biparêzin canên xwe dibexşînin, ji bo xelkê Hewlêrê biparêzin hatin Mexmur, di eniya Guwêr de xwe feda kirin, li Şengalê xwe fedakirin. Bi wî awayî nehêsan e ku destê kesekê li xwîna gerîla gerayî û kesek jî dengê xwe ji wî/ê re neke. Ji me re dibêjin ku,“em dê îstîxbaratê bidin dagirkeriya Tirk, bila balafirên şer bêne li we bixin, hûn şehîd bikevin lê belê dengê xwe jî nekin. Hûn dengê xwe bikin ji bo me ne baş e.”Lê belê tişta ku tu dikî ji bo her kesê xirab e. Em dixwazin ku gelê me vê yekê bizanibe. Ev rewşekî xeter e. Divê ev bê ku wext sere derbas bibe ev şîrîkahiya îstîxbaratî bê sekinandin.

‘DESTÊ KÊ DI XWÎNA GERÎLA BIGERE EV BÊBERSIV NAMÎNE’

- Herî dawî peyama we ji bo gelê Başûr çine?

Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî pir êş kişandî ye. Helepçe jiyan; her gundek gelek caran ji aliyê faşîzma Sedam ve hatiya şewitandin û xirabkirin. Bi welatparêziya xwe gelê me yê Başûr bê texsîr e. Ev karên ku têne meşandin gelê me yê Başûr ne di nav de ye. Gel li dijî vê siyasetê ye. Heta hêza pêşmergeyan jî ne li gel vê yekê ye. Em gelek fermandarên pêşmergeyan nas dikin. Pêşmergeyan û gerîlayên PKK’ê bi mehan li Şengalê, di sengeran de li gel hev, li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Li eniya Guwêr, Kelekê, Mexmûrê, Kerkûkê 2-3 salan li kêleka hevdû li dijî Daîş’ê şerkirin. Ez bawer nakim ku hêzên peşmerge jî ji vê rewşê agahdar bin û bi vê yekê re bin. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê bawer in. Lê em dixwazin li hemberî vê siyasetê şiyar bin. Bila bizanibin ku kî ji wan cihê gerîla pirs kir, dixwaze destê wana li xwîna gerîla bigerîne. Kî pirsa cihê gerîla kir, dixwaze wana bike kujerê gerîla û dijminê gerîla. Ji ber ku gerîla ne nêçîreke ku kesek bê şehîd bixe û gerîla jî li beramber vê yekê bêdeng bimîne. Destê kê bikeve nav xwîna gerîla, gerîla jî dê bê bersiv nemîne û ev jî tiştekî pir xwezayî ye. Daxwaziya me ji gelê Başûrê Kurdistanê, nexasim ji behdînan heta Biradost û Qendîlê bila ji van tiştan dûr bimînin û bila xwe dûr bixin. Yên ku pêşniyazên bi vî awayî ji gelê me dikin bila teqez nepejirînin û heta bila li hemberî vê yekê helwestdar bin. Tu feydeya dewleta Tirk ji bo gelê Başûrê Kurdistanê nîne.

Yên ku dewleta Tirk nasnekirî bila baş nasbike, armanca wana ya esas Hewlêr e. Helwesta gelê me yê Başûr ne weke ya van serkirdeyên siyasî ne. Me helwest û hêrsa gelê Başûr a li hemberî şerê Kobanê, dagirkeriya Efrînê, li hemberî kuştin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê jî dît. Bi rastî jî şayanê teqdîrê ye. Ruheke Kurdistanî ya xurt li Başûrê Kurdistanê heye. Xelkê me yê Başûr di demên Enfalan de çûye Rojhilat, çûye Bakur û Rojava. Alîkarî û mijûlahiya birayên wana dayî wana ji bîr nekirine. Em vê yekê dibînin. Heta ez dikarim vê yekê jî bibêjim, eger hêzên siyasî yên herêmê pêşi lê negirin gelê Başûrê Kurdistanê dikare bibe xwedî helwesteke Kurdistanî ya pir xurt. Eger kesekê xwest di derbarê gerîla de zanyarî ji wana bigire, tiştek ji destê wî neyê jî bila gerîlayan ji vê rewşê agahdar bikin. Bila bibêjin filankes li ser we îstîxbaratan kom dikin. Ji ber ku ev kareke dijminahiyê ye. Kurdek dê çawa biçe îxbara şervaneke Kurd li gel dijminê xwe bike. Ew li kêlekekê vê carê dijmineke weke dewleta Tirk.

Heta hindek kesan civîn pêk anîne û gotine; “navbera me û dewleta Tirk başe, di warê tîcarî û aborî de em li hev dikin, lê belê PKK ji bo vê yekê asteng e.” Ev tiştên hatine gotin ne rast in. Dewleta Tirk di warê aborî û tîcarî de jî Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Tiştên ku li sûkên Tirkiyê de nayên firotin hemû li sûkên Başûrê Kurdistanê de têne pêşkêş kirin û vê yekê jî aboriya herêmê daye îflaskirin. Mînak esas lingê aboriya Başûrê Kurdistanê, çandinî, fêkîne, xwedîkirina ajalan û petrol e. Niha li Başûrê Kurdistanê fêkî bi dara ve dimîne û hemû xirab dibe. Ew fêkiyên ku ber bi sûkê ve diçin heqê riya xwe jî dernaxe. Çima? Ji ber ku Tirkiye sûka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ji ber vê yekê gundiyên me yên ku bi çandinî û fekiyan re mijûl dibin îflas dikin. Mînak Lûbnan weke erdingarî nagihîje nîvê Başûrê Kurdistanê, lê belê fêkiyên xwe difiroşe gelek dewletên cihanê. Eger pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a li sûka Başûrê Kurdistanê bê girtin û piştgirî ji bo cotyaran bê dayîn, ez bawer im berhemên ji wê derê derbikevin dê têra hemû Başûrê Kurdistanê jî bike û Iraqê jî bike.

Careke dinê em bangawazî li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku siyaseta xwe bila li ber çavan re derbas bikin. Eger ne siyasetekî navendî ye, divê li hemberî kesên van kiryaran dikin tedbîr bê girtin. Em dizanin, kî ne. Eger pêwîstkir em dikarin navê wana jî bidin. Lê belê em niha naxwazin navan rêz bikin. Em wana yek bi yek nas dikin. Û kî bi MÎT’ê re her hefte hevdîtinan pêk tîne em wê jî dizanin. Bangawaziya me ji bo wan kesan ev e, ji bo me berjewendiyên Kurd û Kurdistan esas in.Şertên niha hene ji bo hemû Kurdistanê baş in. Dewleta Tirk û AKP tengav bûye, siyaseta dagirkeriya wana tengav bûye. Em çima destê wana xurt bikin? Em bi hev re ber bi hevdû ve gav biavêjin, em li hemberî xususiyetên hevdû rêzdar bin. Lê belê bila siyasetek me ya Kurdistan hebe. Em bikaribin van şertên hene vegerînin azadiya Kurd û Kurdistan. Ya pêwîst ev e, dîrok vê yekê ji me dixwaze. Banga me jî ev e, em weke tevgera PKK’ê ji vê yekê re amade ne. Ji bo kîjan perçeyên Kurdistanê çi fedakarî pêwîst be me kiriye û em dê ji vir û şûnde jî bikin.

Herî dawî jî em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê jî silav dikin. Bi rastî jî gerîla di nava berxwedaniyeke mezin de ye, fedakariyên pir mezin dike. Gerîla xwe ji nûve plan dike. Gerîla di nava hewldanên şerekî berfireh, demdirêj, xurt û di nava berxwedaniyek bi vî awayî de ye. Çi fedakarî hewce bike gerîla ji vê yekê re amade ye.Em ji vê yekê natirsin û ji vê yekê narevin jî. Kengê em ji fedakariyê tirsiyan, wê demê em dê mehkûmê koletiyê bibin. Careke dinê bi pêşengtiya jina Kurd a hêja Leyla Guven, bi hezaran welatparêz û hevalê me yên ku di nava berxwedaniyê de ne em silav dikin. Taybet ez destê dayikên li hemberî teror û hovîtiya polîsên Tirk li ber xwe didin maç dikim, wana silav dikim. Hemû hewldanên me ew in ku Gzerîlayên Azadiya Kurdistan layiqê hevîyên wan dayîkan derbikevin.