Babûr: Bila dawî li kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bê anîn

Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr kiryarên xerab ên li girtîgehan û grevên birçîbûnê yên li dijî êşkenceyê nirxand û banga hişyarî û berpirsyariyê kir.

Ji girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê her roj agahiyên li ser êşkence û mirinê têne belavkirin. Girtiyên siyasî li hemberî vê yekê li gelek girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li girtîgehên li Wan, Kurkçuler û Trabzonê bi dorvegerî greva birçîbûnê hate destpêkirin. Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê 3 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li gel hişyariyên hatin kirin jî hikumeta AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan dewam dike.

Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr li ser rewşa li girtîgehan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên mirovî ne û divê bi cih bêne anîn.

DAYIKÊN 80 SALÎ BI KELEPÇEKIRÎ TÊNE BIRIN

Edîbe Babûr bi bîr xist ku li girtîgehên Wan, Kurkçuler û Trabzonê bi dorvegerî, li girtîgeha Kiriklarê jî bêdorveger greva birçîbûnê hatine destpêkirin, şert û merc her roj bêhtir nebaş dibin û got, "Gardiyan, rêveber, zilmê her roj girantir dikin. Girtiyên nexweş nabin doktor. Li Tîpa T a Wanê Makbûle Ozer a 80 salî tê girtin. Wê dibin Tip a Edlî. Doktor raporê didin û dibêjin 'nabe ku li girtîgehê bê hiştin', lê tevî vê yekê jî rêveberiya Girtîgeha Wanê wê bernade. Dema ku mijar Kurd be hiqûqeke bi vî rengî tê meşandin. Hafîfe Acar 75 salî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin. Mirovên me yên di vî emrî de destê wan bi kelepçeyê tê girtin û bi vî rengî dibin nexweşxaneyê. Banga me li Wezareta Edaletê ye ku van şert û mercan sererast bike. Girtiyên nexweş divê tavilê bêne dermankirin. Ev yek daxwaze mirovî ye."

'DEWLET JI JIYANA WAN BERPIRSYAR E'

Edîbe Babûr ragihand ku li gorî gotinên malbatan li girtîgehan kiryarên li dijî mirovahiyê hene û bi bîr xist ku di sedsala 21'ê de mirov ji bo sererastkirina şert û mercên girtiyan mirinê didin pêş çavên xwe û got, "Di vê serdemê de ev yek şermeke mezin e. Divê tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Dewleta ku ew mirov dîl girtiye, ji jiyana wan berpirsyar e."