BI DÎMEN

Azadiya Rêberê gelê kurdistanê azadiya jinê ye

Li Binarê Qendîlê jinan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulla Ocalan û şermezarkirina Komploya 15 ê Sibatê meşek li dar xistin.

Di roja 15’ê Sibatê de bi pêşengiya jina Kurd, gel li Binarê Qendîlê meşiyan û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulla Ocalan meşiyan .

Jinan helwesta xwe li dijî dewletên dagirker ku di nava komployê de cihê xwe girtin nîşan dan û roja reş şermezarkirin û gotin azadiya Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulla Ocalan azadiya jinê ye, Rêber Apo îradeya jinê ye .

Wek her qadekê ku jin bi hêz û vîneke mezin ji bo Rêbertiya xwe daketin qadan meşiyan; li Binarê Qendîlê jî jinan cihê xwe di nava meşê de girtin ji 7 salî heta 70’ê salî jin meşiyan, bi dirûşma           “Tu kes nikare roja me tarî bike” qir kirin. Jinan diyar kirin ku komplo hatiye valaderxistin û heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha jinan girêdana xwe bi Ocalan re bi vînekî mezin dan diyar kirin. Jinan gotin ti kes nikare girêdana me ya bi Ocalan re bide qûtkirin.

Jinan bi dirûşman ve dawî li çalakiya xwe anîn.