'Azadiya Ocalan azadiya Rojhilata Navîn e'

Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin, tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî hemû Kurdan e. Gelê Wanê diyar kir, yekane kesê ku dikare vî welatî ji nava vê tevlîheviyê rizgar bike, Ocalan e.

Şêniyên Wanê ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Welatiya bi navê Leyla Dogan got, "18 sal in Rêberê Gelê Kurd di girtîgehê de di nava tecrîdeke giran de ye. Em gelê Kurd ti agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Demek dirêje dewlet tecrîd li ser Rêber Apo giran kiriye. Nahêle parêzer û malbat biçe Îmraliyê û ji Rêber Apo agahiyan bigirin. Em tenê Rêberê xwe dixwazin, çi dibe bila bibe divê parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin û agahiyê bi raya giştî re parve bikin. Divê demildest tecrîd rabe û şertên Îmraliyê sererast bibin. Heta Rêberê me azad nebe em jî azad nabin, azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê Rêbertiya me ne li Îmraliyê be. Em Rêberê xwe dixwazin. Em gelekî aştîxwaz in, em wekhevî û aştiyê dixwazin."    

'VÎNA GEL NABE BÊ TECRÎDKIRIN'

Salih Kaplan jî ev nirxandin kir: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê û demokrasiyê ye. Nabe ku ti mirov bê tecrîdkirin, bi taybetî eger ev kes Rêberê gelan be. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li ti welat û deverê nayê qebûlkirin. Divê her kes dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bike. Tecrîd di ser şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd e. Bi tenê Rêber Apo dikare welat ji vê aloziya ku tê de ye, rizgar bike. Divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe. Ji ber ku Rêber Apo, rêberê gelekî ye û nabe bê tecrîdkirin. Gelê Kurd 40 sal in li ser şopa Rêber Apo dimeşe. Divê vîna gelekî neyê tecrîdkirin."

'KLÎDA AŞTÎ Û ARAMIYÊ RÊBER APO YE'

Zekiya Kaya got, "Ji bajarê Wanê heta Îmraliyê ez Rêber Apo silav dikim. 18 sal in Rêber Apo di nava tecrîdeke girankirî de ye. Hemû kesên di komploya navneteweyî de cih girtine şermezar dikim. Eger Rêber Apo azad bûya û bi azadî tevbigeriya wê aramî û azadî hatibûya vî welatî. Klîda aştiyê Rêber Apo ye. Em gelê Kurd jî dilsozê Rêber Apo ne. Rêber Apo ji bo gelê Kurd xeta sor e, divê em agahî ji Rêberê xwe bigirin û rewşa wî hîn bibin. Rêber Apo rêberek ku bi sedan mirov ji bo wî bedena xwe dane ber agir. Rêber Apo ji bo aştî, demokrasiyê, nirx û çanda gelan li ber xwe dide û têdikoşe. Ji ber vê yekê jiyana Rêber Apo ji bo gelê Kurd gelekî girîng e."

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Besna Aydogan got: "Divê tecrîda li ser Rêberê Apo demildest rabe û Rêber Apo azad bibe. Bi salane Rêber Apo ji bo aştî û azadiya gelan di nava çar dîwaran de li ber xwe dide. Heta dilopek xwîna me hebe, em ê li gel Rêberê xwe bin. Em dest ji doz û têkoşîna xwe bernadin. Bi destûra xwedê û pêxemberan em ê bi ser bikevin."

'ŞERTÊ YEKEMÎN AZADIYA RÊBER APO YE'

Zahît Akgul got, "Tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hiqûqê ye. Em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Em bi fikar in. Divê demildest tecrîd li ser Rêberê me rabe, ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk bê şertê yekemîn azadiya Rêber Apo ye."