Ayten Amed: Bêdengî xiyanet e

Endama Rêveberiya KJK'ê Ayten Amed got, "Bêdengiya li pêşberî greva birçîbûnê ku 7 hezar kesî bedena xwe dane ber mirinê, xiyanet e. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê çi ji destê kê tê divê bike."

Endama Rêveberiya KJK'ê Ayten Amed bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinê çalakiya grevên birçîbûnê silav kir û diyar kir, çalakiya ku tê kirin tê wateya qutnebûna ji PKK û dîroka wê. Amed got, "Ev berxwedan bi dîroka PKK'ê re hevyek e. Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîroka PKK'ê wê were dîtin, di demên herî krîtîk de her tim pêşeng derketine holê. Çawa ku Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û hevalên wan li zindana Amedê li ber xwe dan û bi çalakiya xwe re gihîştin azadiyê, îro jî bi pêşengiya Leyla Guven li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê dest pê kiriye. Çalakiyeke bi vî rengî di dîrokê de yekemcar tê kirin ku 7 hezar kes bûne îradeyek û li ber xwe didin."

'ERDOGAN TÊK ÇÛYE'

Amed da xuyakirin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çûye û bi îtirazên xwe yên piştî hilbijartinê siyaseta xwe ya qirêj domandiye. Amed got, "Bi têkçûna AKP'ê re di hilbijartinên xwecihî de mirov dikare bibîne ku çalakî bi ser ketiye. Divê em ji bîr nekin, serketina vê yekê bi çalakiyan ve girêdayî ye. Bi milyonan mirovî bi yek dengî ji dewletê re gotin 'Na'. Desthilatdariya AKP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çû û bi îtirazên xwe yên piştî hilbijartinê siyaseta xwe ya qirêj domand. Li herêmên Kurdistanê yên ku demografiya wan hatine guhertin, Erdogan îdîa dike ku bi ser ketiye, lê xwe dixapîne. AKP'ê herêmên me yên stratejîk mîlîtarîze kir û bi vî rengî derket pêş. Lê ev serketin nîne. Çawa ku di dema Saddam Huseyîn de herêma bi navê 36'an a Iraqê bi polîtîkaya Erebkirinê ji şêniyên Kerkûkê hate valakirin, polîtîkaya ku Erdogan dimeşîne jî heman polîtîka ye, lê destketî bi dest nexistiye."

'ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ DIVÊ BIKE'

Ayten Amed got, "Divê çalakiya dayikan a ji bo xwedîderketinê were xurtkirin, ji ber ku yekane rêya rizgariya Tirkiyeyê ya ji vê rewşê, yekbûn e." Ayten Amed destnîşan kir, yên ku divê Tirkiyeyê ji vê rewşa krîtîk rizgar bike welatparêz in û got, "Mebesta min ji welatparêzan ne tenê gelê Kurd e, Tirkiyeyî hemû ne. Ev yek jî bi piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dibe. Divê tevlî çalakiyên piştevaniyê yên dayikan bibin û xurt bikin. Yekane rêya rizgarkirina Tirkiyeyê ji vê rewşê, yekbûn e. Bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê ku 7 hezar mirovî bedena xwe dane ber mirinê, xiyanet e. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê çi ji destê kê tê divê bike. Yekane rêya rizgariyê bi vî rengî ye. Eger zarokek 7 salî dikare mesajê ji Leyla Guven re bişîne û piştgiriyê bide wê, hingî divê her beşa civakê piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ji bo vê jî divê gelê me yê ku ji bo demokrasiyê têdikoşe rabe ser piyan û çalakiyan bi ser bixîne."