Aydogdu: Azadiya Ocalan armanca hevpar e

Endamê Dîwanê ya Hevseroktiya KCD’ê Aydogdu bal kişande ser têkiliya di navbeyna yekîtiya netewî ya Kurd û azadiya Ocalan de û got, ‘’Azadiya Ocalan armanca hevpar a Kurdan e.’’

Endamê Dîwanê ya Hevseroktiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hilmî Aydogdu got ji bo ku Kurd di vê hilbijartinê de bendê derbas nekin desthilatdariyê û muxalefetê hevkarî kirine û diyar kir, ji bo ku HDP bi serkeftî jê derkeve, tecrîda li ser Ocalan bişike û azad bibe ev hilbijartin wê bibe pêngaveke girîng.

Aydogdu got tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser Kurdan e, armanc dikin ku tevgera Kurd tasfiye bikin û Kurdan bê rêber bihêlin û domand: ‘’Di navbeyna yekîtiya netewî ya Kurd û azadiya Ocalan de têkiliyeke rasterast heye. Ne pêkan e ku ev girêdan were qutkirin. Ji bo vê jî li Kurdistanê heke em ê behsa azadiyan, destkeftiyên Kurdan bikin, dive em zanibin ku heta Rêzdar Ocalan azad nebe ev ne pêkan e. Ev ne tenê ji bo Kurdan  lê ji bo ku hemû hêzên demokrasiye jî wiha ye. Ji bo vê jî di civînên KCD’ê de li serê biryarên me yên sereke azadiya Rêzdar Ocalan tê. Ev bi esasî armanca hevpar a hemû gelê Kurd e.’’

BI OCALAN DIZANIN Û JÊ DITIRSIN

Aydogdu got Erdogan di rewşeke wiha de ya berbelav, bêrêxistinî, pêşbîniya wê nayê kirin û analîza siberojê nayê kirin, hewl dide ku li ser piyan bîmîne û domand: ‘’Heke tecrîda li ser Ocalan neba û derfetên wî heba ku dest li pêvajoyê werde wê bikarîbûya rê li ber tifaqa bi hêzên demokrasiye yên Tirkiyê re vekira û bi ramanên xwe û bi polîtîkayan wê bikarîbûya berê hemû beşên civakê diyar bikira û bandor li ser wan bikira. Herî pir dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya ku niha Tirkiyê rê ve dibe bi hêza Rêzdar Ocalan a li qada netewî û navnetewî dizane. Tirsa herî mezin a Erdogan jî ev e.’’

AZADIYA OCALAN BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ TÊ

Aydogdu got hikûmeta AKP’ê wê dev ji wan polîtîkayên ku Kurdan înkar dikin û tecrîdê neqere û got: ‘’Jji bo ku hikûmeta AKP’ê dev ji vê biqere divê civak di vê mijarê de muxalefeteke cidî bike, li Rêbertî xwedî derkeve û ji bo azadiya wî têkoşîna rêxistinî bike. Rêbertî encex bi vî rengî ji rewşa esaretê xilas bibe. Hêza sereke ya ku gavan bi desthilatdariyan dide avêtin têkoşîna civakî ye. Dive em baş bibînin, heta ku tecrîd berdewam be azadbûna gelê Kurd pir zehmet e. Ji bo vê jî em vê dixin navenda hemû xebatên xwe.’’

CPT XIZMETÊ JI TIRKIYÊ RE DIKE

Aydogdu li ser rapora CPT’yê ku piştî bi Ocalan re hevdîtin kirî bi 2 salan ragihandî jî got: ‘’Ev rewş hem ne cidî ye û hem jî dijî sedema hebûna CPT ye. Dive CPT zelal be û li gorî rêgezên gerdûnî encamên xebatên xwe di dema xwe de par ve bike. Tişta ku CPT’yê kirî dûrî zelalbûna demokratîk û nirxên hiqûqa gerdûnî ye. Tê armanckirin ku polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk paqij bike û bi raya giştî ya navnetewî bide qebûlkirin. Bi milyonan Kurd daketin kolanan, îmze dane hev û xwestin ku CPT xebateke ku sedema hebûa wê re li hev tê, pêk bîne.

Ji bo vê jî li vir û Ewropayê gelek caran grêvên birçîbûnê hatin kirin. Ji ber ku hevdîtin ne bi parêzeran re û ne jî bi malbatan re tê kirin. Kesek nizane bê ka li wir çi dibe. Bi ser de car caran derbarê ewlehiya jiyanê ya Rêzdar Ocalan îdîayên girîng hatin gotin. Diviya ev îdîaya bihatana lêkolîn û ya ku diviya ev bikira CPT bû. CPT di ti devera vê pêvajoyê de cihê xwe negirt. CPT bi rastî jî bi dewleta Tirk re peymanek kiriye? CPT ji ber ku aliyek ji tecrîda li ser Rêzdar Ocala ne, ji hêla objektif ve berpirsyariya  wê di şerê Rojhilata Navîn de ye.

JI BI KU BENDÊ DERBAS NEKIN HEVKARÎ KIRIN

Endamê Dîwanê ya Hevseroktiyê ya KCD’ê Hilmî Aydogdû got heke di 24’ê Hezîranê dîktatorî bi ser bikeve wê bi dehna salan siberoja gelên Kurdistanê û Tirkiyê ipotek bikin û domand: ‘’Ji bo ku di vê hilbijartinê de Kurd bendê derbas nekin desthilatdariyê û muxalefetê hevkarî kir. Dive Kurd vê hevkariyê bibînin û baş bixwînin. Kurd bi rihekî seferber wê HDP bi rengekî serkeftî ji hilbijartinê derxînin. Ev her wiha ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan rabe û azad bibe jî pêngaveke girîng e. Dive em vê bikin. Ji bo siberoja gelê Kurd ev pir girîng .’’