Aydenîz: Ji ber tecrîda li Îmraliyê krîz heye

Heyeta KCD û DBP’ê serdanên xwe yên li Wanê domandin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ji ber tecrîda li Îmraliyê li Tirkiyeyê krîz heye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk de, tevî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz serdanên xwe yên li Wanê didomîne. Heyet bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî li Otel Ûrartû civiya. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku pergala Tirkiyeyê dixwaze bi faşîzmê xwe li ser pêyan bigire û plansaziya çalakiyên HDP’ê li dijî faşîzmê dibe rêyek.

‘LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ EM Ê BIBIN YEK’

Aydenîz diyar kir ku li Kurdistan û bajarên li rojavayê Tirkiyeyê ew bi gel re dicivin û got, “Sedema van civîn û hevdîtinan ev e ku li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me, em bibin yek. Îro pergala kapîtalîst xitimiye. Di pêvajoya pandemiyê de hemû dinya bû şahidê vê xitimandinê. Îradeya gelê Kurd di bin zextan de ye. Desthilatdarî li ser destkeftiyên gelê Kurd her dem êrîşan dike.”

‘TECRÎD KRÎZÊ BI XWE RE TÎNE’

Aydenîz diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî demokrasî û yekîtiya neteweyî her dem darbeyan dike û yek ji darbeyên dawîn jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Aydenîz got ku, “Tecrîda li ser rêzdar Ocalan îro li ser gelan didome. AKP û tifaqa wê îro pergaleke wisa ava kiriye ku ev pergal ne bi tenê saziyên gelê Kurd, hemû mûxalifan qesrê dike hedef. Mirov nikarin derbarê aboriyê jî fikra xwe bibêjin. Krîza aboriyê, pirsgirêkên ciwanan, pirsgirêkên saziyan nayên çareserkirin. Faşîzm û kapîtalîzm xwe bi çaresernekirinan ava dike. Sedema van krîzan jî tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e. Bi vê tecrîda kûr re, çi kesên ku fikra xwe dibêjin, wekî ‘terorîst’an tên dîtin.”