Avêtin ser qawîşên girtiyên di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Girtî ya Dîlokê, gardiyanan avêtin ser qawîşên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bi dorveger a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Dîlokê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, ji aliyê 8 girtiyan ve tê dewamkirin.

Malbatan diyar kirin, nîvê şevê avêtine ser qawîşên girtiyan û dest danîne ser alavên wan.

Tevî Kemal Suleyman, Alî Paksoy û Agît Nas, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê 7 girtî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

GIRTIYÊN LI OSMANIYEYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN BÊ DAWÎ Û BÊ DORVEGER

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê kom bi kom bi dorvegerî ketin greva birçîbûnê, ji doh ve çalakiya xwe kirin greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger.