Avêtin ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê: Gelek kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, avêtin ser avahiya HDP'ê. 5 kes hatin destgîrkirin. Polîsan her wiha pê li şujdeyan jî kirin.

Polîsên tîmên taybet ên Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê.

Polîsan di operasyona qirkirina siyasî de derî şikandin û bi pêlavên xwe pê li şujdeyan kirin.

Li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr û gundê Dîrsekliyê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Mesût Nart, dayika Yasemîn Çikmaz a li jêrzemînên Cizîrê hate qetilkirin Esmer Çikmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Marûz Erîş û Şerîf Elçîoglû hatin destgîrkirin.

5 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Hate ragihandin ku der barê serdegirtinê de wê li pêşiya avahiya navçeyê daxuyaniyek bê dayin.