Endama Konseya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bi wesileya avakirina Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê peyamek nivîskî da û got; "Şehîd bi hemû awayî dibe malê civakê, milkê gel, ola xwe, çand xwe, rûmet û hebûna gelê xwe, ji bo vê pêwîste em bi malbatên şehîdan re zêdetir eleqedar bibin û divê malbatên şehîdan werin birêxistinkirin."
Avesta, diyar kir ku divê hê zûtir saziyek a malbatên şehîdan bihatiba avakirin û werin birêxistinkirin û wiha got: “Dema em li dîroka Êzidxanê temaşe dikin, bi hezaran sal li ser me ferman, koçberî û qirkirinên mezin çêbûne. Lê bi rastî cara yekem e em êdî êşên xwe yên mezin vedigerînin zanebûyînê. Em ê qirkirinê vegerînin bi rêxistinbûyînê.”
'ŞEHÎD DİBE MALÊ CİVAK, OL, MİLK GEL ,ÇAND Û HEBÛNA GELAN'
Endama Konseya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di dewama peyama xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Ji berî her tiştî Şehîd bi hemû awayî dibe malê civakê, milkê gel, ola xwe, çand xwe, rûmet û hebûna gelê xwe, ji bo vê divê her demê em şehîd ji bîr nekin û bidin jiyîn. Dema em li dîroka Êzidxanê temaşe dikin, bi hezaran sal li ser me ferman, koçberî û qirkirinên mezin çêbûne. Lê bi rastî cara yekem e em êdî êşên xwe yên mezin vedigerînin zanebûyînê. Em ê qirkirinê vegerînin bi rêxistinbûyînê. Em êdî ji dîroka xwe encaman digrîn û em ê li gorî dîroka xwe, xwe birêxistin bikîn.
'ŞEHÎDAN RÛMETA AX, OL Û MİROVAHİYÊ Dİ KESAYETA ÊZİDXANÊ DE PARASTİN'
Bi saya wan keç û xortên ku bê teredût, bê du dilî ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin em van rojan dijîn. Şehîdên me ji bo ku bêrûmetî, bêstatû, bêrêzî , bêşerefî li ser gel û ola xwe qebûl nekirin, bi wê wesîleyê bi haysiyet, bi namus bi şeref û bilehengiyekî mezin rabûn ser xwe dest avêtin çekê û pêşiya dijminên xwe sekinîn. Rûmeta ola xwe, rûmeta axa xwe û rûmeta mirovatiyê di kesayeta Êzîdxanê de parastin. Ji bo navê jî şehîdên me bi tenê şehîdên Êzîdxanê nînin , şehîdên ku me dane ji bo hemû mirovatiyê ne. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê hovane ne û dijminê hemû mirovahiye ne. Dijminên Êzidiyane, dijmine Asuriyan, êdi dijminê Elewiyan e û dijminê hemû kesên ku xîzan û hemberî wan rawestayî ne.
‘BERIYA PARTIYA ME BÊ AVAKIRIN ME ŞEHÎD DAN, LI SER BÎRANÎNÊ WAN ME PARTÎ AVA KIR’
Me li Rojavayê Kurdistan, Başûr, Bakurê Kurdistanê şehîd dane. Yên ku ji bona rûmeta mirovahiyê li ber xwe dane elbette hemû şehîd in û navek li ser wane. Gava ku bû şehîd kî dibe bila bibe, eger di ber xakekî pîroz de kirîbe, eger di ber bawerî û çandekî, eger diber nasnameyekî de kirîbe ew şehîd e û şehîdê hemû mirovahiyê ye. Hinek kesên ku dijminê mirovahiyê ne û bi navê dijminatiyê xwe birêxistin dikin elbet em ji wan re nikarin bêjin şehîd. Wekî faşîzma çeteyên DAIŞ'ê û ya dewleta Tirk ku serê mirovan jê dikin, ji xwe ew dijmin in, ew wehş in û cûda ne. Pêwîste em bi vî rengî bigrin dest. Her kes nikare xwe bigihîne merteba şehîdan. Her kesek nikare bibe xwediyê vê rûmeta mezin. Her kesek nabe malbata şehîdan, her kesek nabe dayîk û bavê şehîdan. Em jî weke Tevgera Azadi xwe wekî partiyekî şehîdan bi nav dikin. Wek PKK an jî wek Rêber APO ku ser şehîdan nirxandin dike. Beriya ku em bibin PKK, partiyekê ava bikin, destpêkê şehîdên me çêbûn.
Piştî wê salek û nîv partiya me hat avakirin. Me şehîdên fikrî, şehîdên jiyanê, şehîdên exlaqî û şehîdên wijdanî dan. Me destpêkê şehîd dan û piştre em bûn partî. Me navê PKK'ê li xwe kir. Ji ber wê em dibêjin PKK partiya Şehîdan e. Yê herî zêde şehîd daye û herî zêde li şehîdan xwedî derdikeve PKK ye. Ev di exlaq, çand û dilê wê de heye. Dibe ku malbatên şehîdan nêzî şehîd bin û dilê wan dişewite. Lê bes em dikarin vêya bibêjin hemû malbat ne kêmtir Rêber Apo bi şehîdan ve girêdayî ye. Ji ber ku şehîd wan her dem doza şehîd zindî hişt. Niha fermana 73'an eger ku wek malbatên şehîdan em xwe bi rêxistin nekin ger YBŞ nehatiba avakirin, tekoşînekî ne hatiba avakirin wê demê kê wê behsa şehîdan bikira."
Endama Konseya Giştî a KCK'ê Sozdar Avesta, bal kişand ser siberoja civaka Êzidî û Êzîdxanê û bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: "Rojên pir giran li pêşiya me ne. Hîna nivê Êzidxanê ne hatiye azadkirin, hin Êzidxan çawe xwe bi rê ve bibe, çawa xwe biparêze di aliyê qanûnî de nehatiye qebûl kirin. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin. Di vê xetê de tekoşinê mezin bikîn. Niha bi deh hezaran kes vegeryane Şengala xwe, dixwazin Şengala xwe şînber bikin û dixwazin têde bijîn. Vê carê ne wek berê serî tewandî bi şêweyekî serbilindî, bi şêweyekî azad bijîn. Ji bo vê jî hîn zêdetîr pêwîstî xwe birêxistin kirin û hîn zêdetîr têkoşîn bilind kirinê heye.”