Avesta: Rayedarên Başûr xaka xwe bi fermî teslîmî Tirkan kirine

Avesta diyar kir, rayedarên Başûrê Kurdistanê bi rengekî fermî xaka Başûr radestî dewleta Tirk kirine û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku rê nede dagirkeriya dewleta Tirk.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV de li ser rojevê bersiv da pirsên rojnamevan Mehtap Orak.

Avesta, di bernameya taybet de hevdîtinên parezeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilbijartina li Stenbolê û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nirxand.

'RÊBER APO AKTOREKÎ ESASÎ YE'

Avesta bal kişand ser girîngiya pêkhatina hevdîtinên bi Ocalan re, her wiha naveroka nameyên bi raya giştî re hatin parvekirin û destnîşan kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorekî herî esasî yê çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn e, kes nikare vê ji nedîtî ve bê.

Avesta di destpêkê de di şexsê Zeynep Kinaci (Zîlan) de şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî.

Avesta bi bîr xist, di encama berxwedana grevên birçîbûnê ya ji du sed rojî, rojiya mirinê, berxwedana dayikên laçik spî, gelê Kurdistanê û gerîlayên tevgera azadiyê destûr hate dayin ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muwekîlê xwe bibînin û got, "Bi banga Rêber Apo 22'ê Gulanê berxwedana grevên birçîbûnê bi dawî bû. Armanca AKP-MHP ji vê çi ye?  Dixwazin çi bikin? Pir zêde pirs hebûn û ev pirs jî hatin kirin. Di cejna remezanê de malbata Rêber APO û dîsa malbatê kesên li grava Îmraliyê girtî hevdîtin pêk anîn. Bi taybetî di hevdîtinên dawî de me ev dît ku raya giştî jî vê ji nêz ve dişopîne. Faşîzma AKP-MHP xwest van ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Ji ber ku vê demê li Tirkiyê hilbijartinên Stenbolê hebû. 6 Gulanê hilbijartinên Stenbolê jî hate betal kirin ku ji nû ve were çêkirin. Ji bo vê ev pêvajo bi xwe re gelekî nîqaş anî. Ev hevdîtin ji bo hilbijartinê ye yan na, hîn jî zelal nebû ye. Ji hevdîtinên ku pêk hatine vir ve demsala Tirkiye hatiye guhertin. Gelên Kurd û Tirk nefesek standin. Çareke din hinek gotinên demokrasiye, yê azadiyê wekî li mafê xwe xwedî derketin, nezîkbûnên li edaletê gerandin derket holê. Derdikeve holê ku dema bi Rêber Apo re hevdîtin hebin şert û mercên Rêber Apo bêne sererastkirin û Rêber APO di dewrê de be wê demê pirsgirêk hîn bêtir bi hêsanî û hîn jî bi lezgînî bên çareserkirin. Encax çareserî, sererastkirina meseleyan bi hemû awayî bi fikir û ramanên Rêber APO dikare pêk were. Rêber APO bi rêya parezerên xwe dabû diyar kirin ku kes nekeve nava bendewariyekî cuda. Desketiyên ku ji van berxwedanan werhatiye girtin divê kes li ser van destketiyan nerazên. Ev şaşiyeke mezin wê bi xwe re bîne. Çareserî, pêngava nû bi destê gelan tê kirin. Bi îtifaqeke nû tê afirandin, bi rêxistinbûna hêzên demokratîk tê pêkanîn. Bi taybetî di nav de hêza jinê, ciwan û bi hemû awayî hêza qada medenî rewşenbîr, bi hemû beşên di civakê de pêkanîna tifaqa nû bi vî rengî dikare ev pêvajo berdewam bike. Rêber APO hinek derî lê vekiriye û rê daye pêşiyê. Divê ku ev hevdîtin wisa bên fêmkirin. Yanî hevdîtinên bi Rêber APO re şaş neyê fêmkirin. Rêber APO jî da diyarkirin ku ev ne pêvajoyeke nû ye. Pêvajoye nû ye, yan na hîn jî ne diyar e. Lê ji bo bibe pêvajoyeke nû bi hemû awayî ji bo ku êdî di Rojhilata Navîn, di heremê de û di Bakurê Kurdistan û di Tirkiyeyê de jî pêngaveke nû rû dide, divê herkes erka ku dikeve ser milê xwe rake û wisa bikeve dewrê. Rêber APO aktorekî esasî ye. Xwedî felsefe ye, xwedî zanist e, xwedî proje ye û ceribandineke 50 salî di siyaseta Rojhilata Navîn de heye. Bi berjewendiya rojane ger ku dewlet nêzîk nebe rast nêzîk bibe, bixwaze van pirsgirêkan çareser bike divê ku ev hevdîtin berdewam bike. Tenê ne hevdîtin, Rêber Apo bi şêwazeke azad karibe tevbigere û şêwazeke azad jî kar bike. Tenê ne bi hevdîtin, Rêber APO divê tevlî pêvajoyê bibe û perspektîfa heyî hîn zêdetîr bi raya giştî re jî parve bike."

'RÊBER APO JÎ DESTNÎŞAN DIKIR KU DIVÊ TÊKOŞÎNA MEDENÎ BÊ XURTKIRIN'

Avesta her wiha ragihand ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye nîşandan di dîrokê de mînakên xwe kêm in û got, "Hem weke hejmar, wekî dem û şahadetên ku çêbûn li hemberî faşîzmê berxwedaneke pir radîkal hate nîşandan. Rêber APO jî da nîşandan ku têkoşîna medenî hîn zêdetir berdewam bike. Şêwazê Gandî bi xwe jî li Hindistanê hem greva birçîbûnê hem jî serkêşiya qadekê mezin a civakê dike. Bi mîlyonan kes li pey wî radibe ser piyan û li heqê xwe yê destûra bingehîn xwedî dertê û serketinên mezin jî bi dest dixe. Ev pêvajo divê hîn zêdetîr xurt bibe. Divê kesekî/keseke nebejê ev pêvajo bi dawî bûye. Hîn nû destpê dike. Şêwazekî medenî û çalakiyên bi bandor bi awayekî girseyî heya ku jiyanê bidin sekinandin ku biçin hin encaman. Ev bingeh jî heye. Têkoşîneke bi salan heye. Zanebûneke bi salan heye. Divê bi hemû beşên xwe yên civakî beşdarî van çalakiyan bibe. Rêber APO bal li ser vê dikşîne."

Avesta, îdîaya kesê bi navê Alî Kemal Ozcan ku îdîa kir bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aniye nirxand û lîstokên AKP-MHP raxist holê;

"Me jî di çapemeniyê de şopand. Agahiyek nû li cem me jî nîne. Rêber APO 21 sal in li grava Îmraliyê di bin tecrîdekî girankirî de ye. Rojek beriya hilbijartinê de 23 Hezîranê akademîsyenê bi navê Alî Kemal Ozcan ji zankoya Dersime çûye gel Rêber APO û pê re hevdîtin çêkiriye û name aniye. Ew kes bi xwe jî derdikeve û diaxive. Bi vî awayî dixwestin hinek tiştan bikin. Nameya Rêber APO me ji parezerên wî di raya giştî de guhdar kir. Ya herî rast jî ev e. Parêzer bi awayekî fermî xwedî erk in. Parêzer diyar kirin ku ti agahiyên wan ji vê nîne. Me ev rewş zelal nekiriye. Daxuyaniya wî wî eleqedar dike. Lê divê em vê zanibin Rêber APO nameya ku bi parezeran re rêkir ji bo HDP an jî tifaqa demokratîk rêya ku divê bişopînin destnîşan kir. Li ser van mijara xwestin berovajî bikin. Perspektîfên Rêber APO diyar in, em vana baş dizanin. Paradîgma Rêber APO ji xwe xeta sêyemîn e. Rêber APO li ser vê xetê bi salan e bi israr e û çendan pirtûk li ser vê hatiye nivisandin. Wekî ku berê tiştekî nehatiye gotin, kesek van tiştan nizane û ji nû de tiştek wusa derketiye holê xwestin bi vî awayî nêzik bibin. Tevgera azadî tevgera Rêber APO ye. Dîsa hezên demokratîk Rêber APO xwestiye çi beje rast fêhm kirine. Her çiqasî berovajîkirin jî negihiştin armancê xwe. Daxuyaniya Rêber APO pir vekirîbû, pir zelal bû. Bi niyetekê xwestin tevlîheviye çêbikin. Gelê Kurd bi mirinê bi Rêberê xwe ve girêdayî ye. Rêbertî garantiya azadiya xwe dibîne. Me dît ku 200 roj bedenê xwe dane ber mirinê. Rêber APO van rewşan hemû hesap kiriye û wusa haniye ziman. Gelê me ev peyam baş fêhm kiriye û divê van gotinan giringî nedinên. Nehatin lîstikê, ev girîng bû. Xeta xwe ya sêyemîn da meşandin. Heza faşîst xwestin nirxên gelan yên pîroz bi kar bînin, bersiveke xurt dane wan."

Avesta anî ziman ku hilbijartina 31'ê Adarê bi ruhê berxwedanê pêk hat û got, "Ji meha Mijdarê 2018 da heya 26 Gulanê, kesên ku demokrasiyê dixwazin, jin û ciwan li gorî xeta sêyemîn di bin banê HDP de kom bûn û wekî blokekî siyasî ketin hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de encamên girîng bi dest xistin. Tevî ku li Kurdistanê faşîzm bi hemû tundiya xwe didomiya, şaredarî bi destê qeyûman hatibûn desteserkirin, berê wan qeyûman careke din dan Enqereyê. HDP fikre xwe bi raya giştî re jî parve kir. 'Emê faşîzmê li Tirkiyê têk bibin'. Vê yekê di 31'ê Adarê de bloka faşîzmê têk bir. Em hilbijartina 2015 an jî dizanin. Heman şêwaz li Stenbolê jî pêk anî. Xwest ku Stenbol şûnde vegerîne ku cihên din ên wendakirî veşêre. Ji bo Stenbol qezenc bike serî li dek û dolaban da. Xwest ku gelê Kurd bide xapandin. Yên ku destên wan di xwîna Kurdan de heye, yê ku Efrîn dagirkirin, çi kirin çûn Amedê gotin 'di komara me ya despêkê de mebusa Kurdan hebû'. Hatin cihekî wusa. Gotin di cih de be gel, got 'êdî bes e ji te re'. Serketina hilbijartinê ji hêza gelê Kurd û ji Rêber APO wergirtin. Vekirî gotin 'em te naxwazin'. AKP-MHP pîştî hilbijartinê ser bi berjêr de çû, êdî kes nikare serberjêrbûna wan şûnde vegerîne. Divê hezên demokratîk pîştî van hilbijartinan xwe xurt bikin, projeyên xwe ava bikin û çareke din, firsendeke din nedin  AKP-MHP ku xwe kom bike. Ev tifaqa ku li Stenbolê çêbûye divê bidome. Herkesî dît gelê Kurd gelekî esasî ye, aktorekî esasiye."

'XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI FERMÎ TESLÎMÎ TIRKAN KIRINE'

Avesta der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê got, "Êrîşa dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê bi dehan salane berdewame. Xwestiye ku Başûr gelek caran dagir bike. Her cara ku xwestiye bikeve Başûrê Kurdistan tevgera azadî û gerîlayên azadiyê sînga xwe dane ber, xwe kirine mertalên zindî û xaka Başûrê Kurdistanê parastine. Dewleta Tirk çawa ku Efrîn dagir kir bi pişgiriya hêzên derve û hêzên ku pişgiriya wan kirine, hem xwest pişgiriya wan werbigirin hem jî xwest piştgiriya rêveberiyê Başûr bigre û têkeve Başûrê Kurdistan. 25 sal in berxwedaneke mezin heye bi taybet jî ev 5 salên dawî gerîlayên azadiyê rastî jî berxwedaneke bêhempa didin nişandan. Ez bi vê munasebetê gerîlayên berxwedên ên HPG YJA-Star ji Heftanîn heya Xakurkê yên ku vê tekoşînê didin û nahêlin dakirkeriya dewleta Tirk xwe li vê xakê bi cih bike, ez wan bi rêzdarî, bi hurmet silav dikim. Û hemû şêhîdên ku di vê pêngavê de şehîd ketine ez bi rêzdarî bibîr tînim. Ew rûmeta mirovahiyê diparêzin. Rayadarên Başûrê Kurdistanê dibin hevkarê faşîzma Erdogan û ser tevahiya Kurdan vê faşîzmê dide meşandin, hevkariyê pê re dike. Niyeta wan çi dibe bila bibe bi kiryarên xwe dibin bingeha vê yekê. Çîqas Erdogan van 18 salan hatiyê ser hukim, çîqas hatiye tengavkirin û ber bi têkbirinê ve çûye, rayadarên Başûr destê xwe dirêj kirine. Di hilbijartinan de wan her tim xwestine bigrin gel xwe û Kurdan pê bixapînin. Beriya demekê Mesut Barzanî, Şivan birin Amedê û hefle dane çêkirin, çi kirin ji bo di hilbijartinê bi ser bikevin. Ji Zaxo heya Xakurkê êrîşê hovane li ser tê kirin û Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, 200 rojî berxwedana bêhempa li tevahî Kurdistanê de berdewam kir. Ciwanê hêja ê weke Herem Mehmûd ji Başûrê Kurdistanê û bi dehan jin û ciwan ku pişgiriya vê berxwedana mezin kirin ev ê berxwedanê mezin bikin, lê li aliyekî din jî rayadarên Başûr bi taybetî jî rayadarên PDKê hevkariyeke bi vî rengî dikin. Herî dawî Nêçirvan serokê herêmê hate hilbijartin, bendewariyeke hêzên cuda û gelên Kurd hebû ku helwesteke cuda bide nîşandan. Niha li Başûrê Kurdistanê xanedaniyeke Barzaniya tê avakirin. Divê em wusa bibînin. Ji bo vê di nava van êrîşan hemû de careke din Neçîrvan Barzanî dema hilbijartina li Stenbolê çû bi Erdogan re hevdîtin pêk anî. Me dît ku ev hevdîtin tenê ne piştgiriya hilbijartinê ye, ev hevdîtin teslîmkirina xaka Başûrê Kurdistanê bi rengekî fermî ji bo Tirkan e. Piştî rojek şunda li hevdîtinê li Metîna nezî 6 gir teslîmî leşkerên Tirk hate kirin. Vê carê li Zaxoyê, divê ev rastî bê dîtin."

'DIVÊ GELÊ BAŞÛR NEHÊLE DEWLETA TIRK LI XAKA BAŞÛR BI CIH BIBE'

Sozdar Avesta; herî dawî bang li gelê Kurd û kesên demokrasîxwaz kir; "Ez bang li gelê me li Başurê Kurdistan dikim, xwendevanên wan dikim, jin, ciwan, hêzên welatperwer, yê ku katliama Halepçê dîtine, yê ev bi sala ye li hemberî zilm û zorê sekîniye û ev ax parastine divê bi hêsanî nehêlin dewleta di Tirk werin tê de bi cih bikin. Ya ku dibêje ez Kurd im divê çavên xwe ji vê re negrin. Çend roj in yek daxuyanî ji rayadarên Başûr, ya PDK Nêçirvan Barzanî yek daxuyanî tune. Divê gelê Başûr pirs bike. Yê ku di parnementoya Iraqê û Kurdistanê de ye, eger rastî jî bi axa xwe re girêdayî bin divê ji serokê heremê pirs bikin. Dewleta Iraqê jî divê hemberî vê bêdeng nemîne. Tevger û gerîlayê azadiyê wekî her tim vê têkoşînê dide û diparêze. Bê guman bi vana re tenê nabe. Êrîşên ku hewayî li ser Başûr pêk tê rez û baxên gundiyan zirar dibine, sivîl tên qetilkirin. Me li Şêladizê dît, çawaye evna tenê têrê nake. Ev nayê qebûlkirin, divê Nêçirvan li xwe bizivire. Ev felaketa li serê Kurd aniye bes e. Gelê me yê li Kurdistan, derveyî welat divê li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirk rabe ser piyan. Helwesta xwe dayne holê û divê bi tu avahî qebûl neke. Yekî xaka xwe, nirxê xwe neparêze giraniya wî namîne. Û bi destê xwe pêşkêş bike divê êdî ji vî re bêjin bes e. Ez bang dikim di vê demê de dev ji van kiryaran berdin û careke din di yekîtiya neteweyî de, kongreyeke neteweyî de pirsgirêkên Kurd ya neteweyî çi ye, çawa werin çareserkirin ew zemîna ku beriya bi salan hatibû avakirin vegere ser wê. Ger ku dixwaze serokê heremê bike divê vê bike. Ji bilî van seknan kes nikare xwe ji bin van gunehbariyê xwe xelas bike."