Avesta: Gerîla hê gotina xwe ya dawî negotiye!

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê çalakiya li Amedê ya bi ser Avahiya Emniyetê de bi bîr xist û got, "Gerîla hê gotina xwe ya dawî negotiye, bihar hê nehatiye."

Endama Koseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji bernameya Çira Welat a Çira Tv re axivî. Avesta li ser bûyerên Êlihê, şerê bihara 2017’an, hilbijartina Îranê û li ser êrîşên li ser Şengalê nirxabdinên girîng kirin.

Avesta di bernameyê de bal kişande ser gotinên rayedarên Tirk ku digotin, ‘’Gerîla biharê nabîne’’ û got, ‘’Hê bihar nehatiye, gerîla hê gotina xwe ya dawî negotiye’ û diyar kir ku dewleta Tirk li gel hemû êrîşên xwe yên berfireh jî negihaştiye armanca xwe.

Avesta bi domdarî her wiha bal kişande ser rewşa Îranê û got, heke Îranê di nav xwe de guherîneke ji hêla demokrasiyê, azadiyan ve neke aqûbeta Misrê, Sûriyê li pêş wê ye jî û her wiha diyar kir ku dînamîzma herî xurt a guherînê gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, êrîşên PDK û dewleta Tirk a li ser Şengalê bi bîr xist û bang li gelê Êzîdî kir ku di vê mijarê de hişyar bin û piştgiriya xwe ya ji bo YBŞ-YJŞ’ê diyar bikin.

Avesta bi wesîleya Meha Şehîdan dest bi nirxandina xwe kir û got: "Ji destpêka Meha Şehîdan ve, heta niha bi pêşengiya jin û ciwanan, gelê Kurdistanê û beşên demokratîk ên gel çalakiyan li dar dixin. Gelê Kurd çûye ser goristanên şehîdan û sonda xwe dubare kirine û gotin ku ew ê di rêya şehîdan de bimeşin. Di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Heke em gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê îro em van rojan dijîn ev bi xwîna şehîdan e. Şehîhan hebûna me mîsoger kirin. Şehîdan dîroka tarî ya bi hezaran salan bi daw îkirin û siberoja me ronî kirin. Heke îro em dikarin van rojên wiha pîroz bi gelê Tirk re û tevahî gelên Rojhilata Navîn re bijîn, heke îro hevhembêzkirinek çêbûbe û di heman çeperan de, di heman eniyan de têkoşîneke li dijî dagirkeran tê dayin, heke li dijî kedxur, faşîst û desthilatdaran têkoşînek hebe ev dîsa jî bi şehîdan e."

‘ŞOREŞA ME YA 40 SALAN BI ŞEHÎDAN E’

 Avesta bi domdarî got şehîd dikin ku bê dudiliyekê têkoşîn mezin bibe û wiha bi nav de çû: "Ji şehîd Hakî Karer ta bi Mezlûm Doxan, Sakîn Cansiz, Egîd, Erdal, Besê Anûşa, Xanim Yawirkaya, Gurbet Aydin, Bêrîvan ,Bêrîtan, Zîlan û îro jî Nalîn Mûş û Hêlîn Dersiman, ev in yên ku dikin em bê dudiliyekê têkoşînê bidin. Şehîdan her dem em mezin kirine, têkoşîna geş kirine. Şehîdên me li  dijî hemû êrîşên derve û hundir tim xwe kirine çeper, nehiştine ku dijmin bigihije armanca xwe. Yên ku xwe li dor Rêber Apo kirine yek û xwe kirine xelek dîsa şehîd in. Her wiha Mihemed Tûnc, Pakîz û Sêvê çok nedanîn û bûne xerca xweseriya demokratîk û îro di xeta wan de têkoşîn geş dibe. Gelê Kurdistanê ev 40 sal in ku deyndarê şehîdan e û li ser piyan e."

‘GERÎLA BI TAKTÎKÊN NÛ BERSIVA OPERASYONAN DIDIN’

Avesta gotina rayedarên dewleta Tirk bi bîr xist ku digotin gerîla biharê nabînin û got gerîla bi taktîkên nû bersiv dide û wiha got: "Şervanên bi pêşengiya raman û felsefeya Rêber Apo, şervanên HPG û YPJ Starê li hemû qadan têkoşîneke bêhema didin. Dewleta Faşîst ya Erdogan û MHP’ê, ji bo ku gerîlayekî şehîd bixin bi hezaran leşkerên xwe derdixin operasyonê, bi bombe û balafirên xwe, bi her cure teknîkê êrîş dikin. Lê em dibînin her ku ew êrîşê tînin bi pêşengiya gerîla û gelê Kurdistanê têkoşîn geştir dibe. Helbet li Şemzînan , Zagros, Botan û Agiriyê, li her cihê ku operasyon lê hene gerîla bi taktîkên nû bersiv didin van êrîşan. Gotina ‘em ê nehêlin ku gerîla biharê bibînin’’, ev 35 sal in didomînin û her bihar dawiya wan e. Ji bo vê jî Wezîrê Karê Hundir ê dewleta Tirk û fermandarê wan bi îdîayeke mezin gotin ew ê bihara 2017’an nebînin, em ê nehêlin ku ew bibin xwedî hêza çalakiyê."

‘GERÎLA HÊ GOTINA XWE YA DAWÎ NEGOTIYE’

Avesta bal kişande ser çalakiya gerîlayan a ku li Amedê kirin û got vê çalakiyê starta şerê 2017’an diyar kiriye û got: "Hê di destpêka biharê de şervanên HPG-YJA Starê bi çalakiya bi ser Midûriyeta Emniyetê ya Amedê starta çalakiyan dan. Bi vê çalakiyê nîşan dan ku bihara 2017’an wê çi qasî şerekî dijwar çêbibe û dijmin bi ti şêwazî wê nikaribe encamekê bistîne. Dewleta Tirk bi zanebûn kuştiyên xwe yên di vê çalakiyê de vedişêre û hemû windahiyên xwe nedan. Şerê taybet dimeşîne. Çapemenî bi giştî di bin xizmet û kontrala wan de ye û çapemeniya azad û demokratîk jî bêdeng kirine. Di vê biharê de jî dixwestin tiştekî wiha bikin; ‘jixwe gerîla nikare çalakiyekê bike’ û dixwestin wiha xwe serkeftî nîşan bidin. Ez dubare dikim, ev çalakî destpêk e, hê gerîla neketiye tevgerê. Bihar ji Gulanê û wê ve dest pê dike, hê gerîla seferber nebûye. Hemû operasyonên dijmin, çûna wan a bi ser gerîla de pûç derket. Em di wê baweriyê de ne û bi wê hêviyê ne ku gerîla hê gotina xwe ya dawî negotiye; ango ev bihara 2017’an wê ji hemû biharan zêdetir dijwar be û şervanên HPG-YJA Starê wê têkoşînê geş û gur bikin. Gerîlayên YJA Starê bi van çalakiyên xwe tola şehîdan standine, ev gerîla bi pêşengiya Egîd, Nalîn û Hêlînan xwe bi rêk xistine û wi vê demê de wê têkoşîna xweş geştir bikin."

‘BI BÛYERA ÊLIHÊ RE DIXWAZIN VÎNA JINÊ BIŞKÎNIN’

Avesta diyar kir HDP vê carê negirtin lê HDP anîne wê astê ku êdî nehêle ku bikaribe karê xwe bike û wiha domand: "Bêguman êrîş bi giştî ne, êrîşên faşîzmê ne tenê leşkerî ne, her wiha ji milê aborî, dîplomatîk ve jî êrîşê tînin, qirkirina siyasî jî danîne ber xwe. Li Bakurê Kurdistanê beriya referandûma 16’ê Nîsanê berê xwe dane partiya siyasî, rêxistiniya jinê, xebatên ciwanan, saziyên rêxistinên civakî û xwestin van hemûyan tasfiye bikin. Herî dawî jî parlamenterên HDP’ê girtin. Vê carê HDP bi fermî negirtin. Ji ber ku li Tirkiyê demokrasî ne sazkar e HDP anîne wê astê ku êdî nikaribe kar bike û nikaribe xebatên siyasî bike, ne ji hêla civakî û ne jî ji hêla dîplomasiyê ve jî. Li gel vê jî HDP wê ji kêşeya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re bibe çareserî. Niha hêza alternatîf a li Kurdistanê û Tirkiyê HDP ye. Ev bûyera dawî ya ku li Êlihê çêbûye berdewamiya van êrîşan e. Ji ber ku Êlih cihê berxwedanê ye ev pêk anîn. Nirxekî pîroz ê şoreşê li Êlihê veşartiye. Êlih cihê Egîdan e, Mizgîna ye, ango cihekî  bi pêşengiya jinê ye û dixwazin vê vînê bişkînin. Keçikên biçûk ji hêla dewletê ve hatine rêxistin û berdane taxan da ku bê exlaqiyê bikin. Ango keçikên temenbiçûk bi destdirêjiyê re hevrû dibin. Dixwazin ku destdirêjiyê bi pêş bixin. Ev polîtîka ne nû ne. Di salên 90’î de jî dixwestin bi rêya Islamiya tundrew, bi nixumandina bi zorê ya jinan, dibistan li Êlihê vekirin. Armanc ew e ku vîna jinê were şikandin. Ev hemû deşfîre bûne û hatine tinkirin."

Avesta her wiha li ser Hevseroka nû ya HDPê got, "Hevseroka nû ya HDP’ê Serpîl Kemalbay pîroz dikim û di peywira wê ya nû de serkeftinê jê re dixwazim."

‘DI HILBIJARTINA ÎRANÊ DE DEK Û DOLAB HATINE GERANDIN’

Avesta li ser hilbijartinên Îran û encamên wê jî wiha got: "Siyaseta ku îro tê kirin di dema pêş de li ser Îranê wê bandora xwe nîşan bide. Mînak herî dawî Trûmp peymane çekan a bi 110 milyar dolarî bi Siûdî re danî. Tê gotin ku di siberojê de Îran heye û wê destwerdanê li ser Îranê bikin. Heke Îran jî mîna Sûriyê û deverên din, bi taybetî rejîma niha a berdest xwe demokratîk neke, xwe neguherîne û mafên gelên ku tê de nede, wê Îran tevlîhev bibe. Helbet ew nikare li dijî ti deverê bibe xwedî helwestekê.  Li Îranê Serokkomar Hesen Rûhanî çar saln bi van hêviyan hatibû ser desthilatdariyê, gelek derdoran digot ew reformîst , reforman dike û peymanên cuda datîne.

Di rastiyê de li ber wan çareserkirina pirsgirêka azadiyê nîn e. Mafên gelan nas nakin, hê jî li Îranê darvekirin heye. Rojê deh kesan bi dar ve dikin. Mafê siyaseta azad, azadiya ramanê nîn e. Ji ber vê jî nasname, çand û zimanên civakan nayên naskirin, helbet muxalefetek mezin jî heye. Ji bo vê jî dijberiya li pêş wan ne tenê ev e. Ji ber vê yên muxalîf, protesto dikin. Kurd, beşên civakê yên demokratik û hêzên muxalîf hilbijartin boykot kirin û neçûn ser sendoqan. Li Îranê li gelek cihên ku Kurd lê dijîn protesto çêbûn, li dijî meclîsan, rêveberiyên herêmî jî hene. Di heman demê de ew hilbijartin hilbijartinên herêmî û meclîsan in. Îran jî eynî tatkîka dewletê dimeşîne, di dengdanê de hîle kir. Ji bo vê jî prosto hene."

‘LI ÎRANÊ KURD DÎNAMÎZA HERÎ XURT IN’

Avesta bal kişande ser milet û çandên ku li Îranê dijîn û got, Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwedî dînamîzma herî xurt in û wiha domand: "Ev jî diyar dike ku li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd dînamîzma herî xurt a guhartinê ye. Li mafê xwe xwedî derdikeve, çalakiyan dike.  Divê were dîtin ku Hesen Rûhanî, Serokkomarê Îranê heke naxwaze di van çar salên pêş de aqûbeta Misrê, Sûriyê û hwd. bijî, divê vîna gelên di nav xwe de nas bike. Aniha Kurd ji bo guherîn û veguherînê hêzeke xurt in li wir. Her wiha gelek gelên din jî yên Belûcî, Azerî, Kelhûrî hene. Divê ji bo van gel, ol û çandan reformeke baş çêbike, destûrê biguherîne û mafên wan ê siyasî nas bike. Heke vê bike dikare xwe ji gelek kêşeyan çareser bike. Heke dîsa siyaseta dijber ya desthilatdariyê ya netew-dewletê bidomîne, serwer bike, pirsgirêk wê mezintir bibin. Gel jî li dijî vê polîtîya tundiyê wê li ber xwe bide. Ciwan wê li ber xwe bidin, gelê Kurd, gelên azadîxwaz, yên demokratîk wê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li azadiya xwe xwedî derbikevin. Diyar e ku ti hêviya gelê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûhanî nemaye. Ji bo vê em dibêjin boykot. Dîsa jî em dibêjin bila xwepêşandanên ku çêdibin rast bixwînin, pêngavên nû bavêjin."

‘PÊWÎSTE GELÊ ÊZIDÎ BI AWAYEKÎ XURT TEVLÎ FESTIVALA ELMANYA BIBIN’

Endama Konseya Rêveber a Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di pêvajoyeke girîng de ne. Li tevahiya Kurdistanê û li derveyî welat gelê me li ser piyan e. Bi hemû rengî çalakiyên ji bo Azadiya Rêber Apo berdewam dikin, divê ev çalakî bêhtir bibin girseyî. Tecrîda li ser Rêber Apo berdewam e, agahî jê nayê wergirtin û bi hemû rengî êrîş li ser tevahiya Kurdistanê heye. Gelê me ji bo rewşa Serok Apo pir hesas e.

Ji bo vê dixwazim bibêjim, tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî jî aniha jî di Çira TV de, Yekemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Êzîdiyên li Elmanya dest pêk iriye. Heta 27’ê mehê wê berdewam bike. Bi rastî jî ev festîvala yekemîn a gelê Êzîdî ya li Ewropa girîng e. Bi vî rengî li çanda xwe, zimanê xwe, li orf û edetê xwe xwedî derdikeve. Ez bang li tevahiya gelê Êzîdî dikim ku tevlî festîvalê bibin.

Di heman demê de êrîş û planên qirêjî li ser Şengalê hene. PDK û dewleta Tirk dixwazin êrîş bikin, di nûçeyan de jî derbas dibû, dewleta Tirk tangên xwe derbas dike. Hê gelek gundên Êzîdî di dest çeteyên DAIŞ’ê de ne. Ji bo rizgarkirina van gundan pêwîst e amadekarî werin kirin. Gelê Êzîdî ji bo Şengalê li Ewropa divê çalakiyan bike û festîvalê bike zemîna hişyarkirinê ya di vê mijarê de. Her wiha kamapanyaya piştgiriyê ya ji bo YBŞ-YJŞ’ê berdewam e. Ez bang li tevahiya gelê me, bi taybet jî bang li gelê me yê Êzîdî yên li Ewropa dikim ku piştgiriya xwe ji bo YBŞ-YJŞ’ê nîşan bidin, gelê Êzîdxanê bila li hêla madî û manewî ve li Şengalê xwedî derbikevin."